Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê li rêzbendiya cîhanî ya xweşbijîviyê, li rêzeya 126ê de ye

11:50 - 28 Gulan 2024

Xelkê Îranê li nav 167 welatên cîhanê li warê xweşbijîviyê, li rêza 126ê de ye û li vê rêzbendiyê de “Ewlhî, jîngeh, perwerde, tendirustî, rewşa jiyan, rewşa aborî û darayiya cîvakî hatiye berçavgirtin.

Pêka lêkolînên 2 damezraveyên “Galop û Lêgatom”ê, rewşa hundiriya xelkê Îranê û xweşbijîviya wî xelkê li rewşeke gelek xirab de ye û pêka pîvera xweşbijîviyê, ku ji aliyê damezraveya “Lêgatom”ê  ve hatiye belavkirinê, Îran li nav 167 welatên cîhanê de li pileya 126ê de ye.

Li vê derheqê de “Meqsûd Ferastxwah”ê civaknas, daye zanîn ku “darayiya civakî”  pêka bawerî bi hev, bawerî bi “navend, siyasetên welat û dirafê netewî” hatiye pîvan û huşdarî da ku gihîştin bi dilxwaziyan bi lêkolîna damezraveya Lêgatom, bawerîpêkirin li îranê, li rewşeke xirab de ye.

Li vê derheqê de li heyva reşemeya 1402 a Rojî de, Wezîrê Zanist ê berê yê li kabîneya “Mihemed Xatemî” yê bi navê  “Mistefa Muîn” bas ji bêbaweriya %81a xelkê kir û gotibû ku siyasetvan li Îranê de li nizimtirîn asta baweriya giştî de ne”.

Li halekê de ku Îranê li warê darayiya giştî yek ji welatên herî dewlemendê cîhanê ye, xelk li pîleya herî nizim a xweşbijîviyê de dijî.