Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têjikên Viyena’yê li Stokholmê welidîn

01:53 - 28 Hezîran 2024

N. Serbest Urmiye

 

 

Piştî terorkirina rêberê Şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî li paytexta Otrîşê û şandina terorîstên rejîma Îranê di bin çavdêriya dewleta vê demê ya Otrîşê de bo Tehranê,  eva ne cara yekem e ku serbarê îdeaya sîstema xwe bi pêşkevtîzan û demokrat ya rojavayî,  mirovahî û mafê mirovan di bin sîbera biriyarên dewletî de derbas dibin û dibin goriyê berjewendîxwaziya siyasî û dewletî. Berî ku di rojên borî û di biriyareke dewletî de ku di rastî de bêrûmetkirina pirensîpên cîhanî yên mafê mirovan bû, dewleta Swêdê terorîsteke bi nav û nîşan yê weke Hemîd Nûrî, radestî rejîma Îranê bike, di sala 2023’an a Zayînî  de jî dewleta Beljîkê dîplomat terotîstê rejîma Îranê yê bi navê Esedulah Esedî,  ku seba hewildan bo kiriyarên terorîstî bi 20 salan hepsê mehkûm hatibû kirin, şande Îranê. Radestkirin yan serbest berdana  wan terorîstên rejîma Îranê ku li gor yasya cezayê Beljîkê û esla cîhanî ya desthilata yasaya cezayî,  ji aliyê dezgehên dadweriya Swêd ve, tawanên wan yên li dijî mirovahiyê hatibûn selimandin, careke din birîna Viyenayê di wijdana mirovan de divejîne. 

Helbet cudahiyek ku di navbera kiriyarên han yên hev şêve de heye, eva ye ku dewleta Otrîşê netenê rê neda dezgehê dadweriya xwe bo şopandina dosiyeya terorê, belku xwe li cî bi cî kirina esla cîhanî ya desthilata yasaya cezayî jî parast. Bi terzekê ku heta îro rojê jî bikujên dosiyeya han li hember  yasa û eslên yasayî yên cîhanî de hatine parastin.  Dewleta Beljîkê jî terorîst Esedulah Esedî bi tawana hewildan bo terorê li dijî dewlet û ewlehiya Beljîkê mehkûm kir ku renge  hikmê han ji ber ku peywendî bi dewleta Beljîkê ve hebû û tawan li gor yasaya cîhanî li Beljîkê de hatibû kirin, li hember dosiyeya Hemîd Nûrî  de, di asteke weke hev de nehên mêze kirin(helbet eva bandor û  bihaya hikmê  dadgeha Beljîkê kêm nake).  Lê ji ber ku dosiyeya terorîstekî weke Hamîd Nûrî di pêvajoyeke domdirêj ya yasayî de hate şopandin û di dadgeha Swêde de bi belge û îstîşhadên yasayî  û li gorî esla cîhanî ya desthilata yasaya cezayî, tawanên wî yên li dijî mirovahiyê hatin îsbat kirin, di rastî de mirov dikare bêje ku dewleta Swêde di pêxema berjeweniyên siyasî de rûmetê mirovahî û mafê mirovan lewitand.  Kiriyara han ya dewleta Swêdê hem li cem gelên zorlêkirî yên Îranê û hem jî di civaka cîhanê de mehkûm e.

Hemîd Nûrî bi nasnavê Hemîd Ebasî,  ku li gor belgeyên yasayî  û esla cîhanî ya desthilata yasaya cezayî, li dor tawanên  li dijî mirovahiyê mehkîm bûye, endamê Sipaha Pasdaran a rejîmê û fermanberê dezgehê dadweriya Komara Îslamî ya Îranê bû. Sala 1361`an a Rojî  weke dozgir di dezgehê dadweriya rejîmê de dest bi kar dibe û di heyamê li sêdaredana zîndaniyên siyasî di sala 1367’an a Rojî de, hemdest û alîkarê Mihemed Moqise  bûye li zîndana Goherdeştê a bajarê Kerecê de. Têkiliyeke nêzîk bi Îbrahîm Reyîsî, Serok Komarê  mirî yê Îranê re hebûye û endamê desteya lidarvekirina girtiyan, nemaze girtiyên siyasî di zîndanên Êvîn û Goherdeştê bûye.

Li gor esla cîhanî ya desthilata yasaya cezayî, ku  yek ji prensîbên girîng e di destnîşankirina dadrweriya welatan di ware  yasayên cezayê de, her welatek dikare ji bo ku çi tawanbarek li hember tawana xwe de bê ceza nemîne,  bê li ber çavgirtina kêbûna tawanbar yan cihê serhildana tawanê,  wî  darizîne û cezayê wî bide.  Tawanên  weke  koletî û bazirganiya koleyan, reşbigîrî ya mirovan, nejadperestî, rehîngirtin û revandina balafiran  ji mînakên esla han in ku di madeyeke taybetî de îşare bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatiye .

Li gor esla navbirî  û Li gorî madeya ‘’nebûna parêzbendiyê  bo dîplomat  û berpirsên payebilind ên ku bi tawanên li dijî mirovahiyê tên sûcdarkirin di vê eslê de, her wila li gorî peymannameyên navneteweyî yên li dijî  reşkujiya mirovan, tepeser kirinê û berengariyê li dijî îşkence danê û her wiha li gor destûra dadgeha Yûguslawî’yê, parêzbendiya tawanan a sûcdarên tawanên han,  ku ji aliyê karbidestên payebilind ên hikûmetekê ve tên kirin, yan bi  fermana desthilateke yasayî ji aliyê fermanberên di astên nizimtir ve serhildabin, di dadgehên neteweyî yên xwedî  desthilata yasayî  de tê hilweşandin û nabe li cezayê yasayî û navneteweyî bêpar bin.  

Her wiha di esla cîhanî ya desthilata yasaya cezayî de bi eşkere hatiye ku tawanbarên ku seba tawanên li dijî mirovahiyê de tawana wan hatiye selimandin, bi çi terzekê nahên efû kirin û bi ser tawana wan de nabe derbas bin.

pêvajoya dadgehîkirina Hemîd Nûrî alîkarê dozgerê dadgeha “Inqilab” a Tehranê li dema cinayetên li dijî mirovahiyê û   li sêdaredana girtiyên sala 1367`an a Rojî , li ser esas esl û yasayên ku di wir de hatine bas kirin, di dadgeha Swêdê de    piştî 35 salan ronahiyek da raya giştî ya gelên Îran  û cîhanê û malbatên zirar dîtî  yên ku  kesên wan di Havîna Reş de hatine kuştin.

Lê di kiriyareke bervajî de ku karbidestên siyasî  yen dewleta   Swêdê li dijî  yasayên cîhanî û berdana  hemîd Nûrî li hember serbest berdana du welatiyên sivîl de, hemû  yasa û hêviyên mirovahiyê  di avê de berdan.

Di encam de ji ber ku dosiyeya tawanên Hemîd Nûrî di arasteya esl û yasayên cîhanî de di meşiya, di esas de çi tikiliyek bi dewleta Swêdê ne nebûn û  heya ku dewleta navbirî hikmê dadgeha han ret bike. Belku  di vê dosiyeyê de dezgehê  dadweriya Swêdê  li gor yasaya cîhanî, nûnerayetiya mirovahiyê dikir

Niha divêt ku rêxistinên navneteweyî û dadgehên peywendîdar,  li hember vê kiriyara dewleta Swêdê de xwe bi  bipirsiyar bizanin  û li vê sûçê Swêdê  derbas nebin da ku wijdana birîndar a mirovahiyê dubare bi xwîna Viyenay’yê sor nebe.