Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman huşdarî da welatiyên xwe yên li Îranê de ku bi lezgînî ji Îranê derkevin

12:22 - 30 Tebax 2025

Roja Înê 7ê Xermawnan a 1404 a Rojî, Wezareta Derve ya Alman bi belavkirina daxuyaniyekê rû bi xelkê xwe yên ku li Îranê de ne, li deheq egera berteknîşandana rêjîma Îranê bi çalakbûna mikanîsma maşê û gefa bi ser Almaniyên li Îranê, huşdarî da û daxwaz ji wan kir ku bi lezgînî ji Îranê derkevin û heta agehdarkirina bê, xwe ji serdana Îranê biparêzin.

Wezareta Derve ya Alman ragihandiye ku bi sedema rola Alman li çalakkirina mikanîsma maşê, egera vê yekê heye ku xelk û berjewendiyên Alman li Îranê rastî kiriyarên tolhildan ên rêjîmê bên.

Hewrwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: “Bi berçavgirtina gefxwarinên çendîn car ên rêjîma Îranê, nabe metirsiya derbpêketin bi berjewendî û Almaniyên li Îranê bêne redkirin”.

Herwisa Wezareta Derve ya Alman ragihand ku balyozxaneye Alman li bajarê Têhranê li rewşa niha de bi tenê dê xizmetguzariyên kunsûlî hebin.