
Agirî 500 hejmar ji bo haydarkirina raya giştî û berxwedanê
N. Eskender Ceiferî – Endamê Desteya Agirî
Hejmara pêncsedemîn a rojnameya Agirî ne tenê bûyerek medyayî ye, ew di heman demê de beşek ji dîroka hevçerx a têkoşîn û berxwedana Kurdistanê ye. Agirî, ku wekî yekem û berdewamtirîn rojnameya Kurmancî li rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin, ji destpêka xwe ve ne tenê amûrek agahdariyê bûye, lê di heman demê de di rêya têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê de alîkar û handerek çandî û siyasî jî bûye.
Agirî dezgehek medyayî ye ku di dilê têkoşîna dijî-kolonyalîzmê de ye. Wekî organa fermî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê, ev rojnameya jî li kêlega rojnameya Kurdistan, ji destpêkê ve erkek zelal û giran hilgirtiye ser milên xwe. Ew jî ji bilî erkên wê yên medyayî ne. Xebata wê, nîşandana dengê neteweyekê ye ku bi dehan salan di bin givaşa polîtîkayên înkar û tepeserkirinê de ye. Her hejmarek Agirî hewldanek e ji bo şikandina dîwarê sansurê, gihandina rastiyê bo ber guhê gel re, û xurtkirina ruhê berxwedanê li dijî kolonyalîzma Îranê. Pêncsed hejmar tê wateya pêncsed gavan li ser rêbaza hişyarî û têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê.
Bandora rojnameya Agirî li ser civaka Kurmancî nayê înkarkirin. Ji Urmiye û Xoyê bigire heya Mako û Selmasê, û heya li Xurasana dûr jî, Agirî bûye medyayek mayînde. Vê rojnameyê ne tenê nûçe û analîzên siyasî weşandine, lê di heman demê de nasnameya çandî û zimanî ya Kurdan jî xurt kiriye. Li deverên ku tîpa latînî ya Kurdî kêm dihat naskirin, Agirî bûye pirtûkxaneyek zindî ji bo hînkirin û pêşvebirina vê tîpê. Gelek kes ji nifşê ciwan ezmûna xwe ya yekem a xwendin û nivîsandinê bi zimanê xwe yê dayikê di nav rûpelên vê rojnameyê de dest pê kirine.
Di salên dawiyê de, Agirî karî dab û nerîta rojnameya çapkirî û têknolojiyê li Kurdistanê li hev girê bide. Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên Agirî ew e ku ew dikare bi pêşketinên serdema dîgîtal re bimeşe. Ger di demên berê de çapa wê bi dijwarî û bi awayekî veşartî li Kurdistanê dihat belavkirin, îro her hejmareke wê bi hezaran caran bi formata PDF tê dabezandin. Ev jî nîşan dide ku Agirî kariye sînorên erdnîgarî û astengiyên sansurê yên dagirkariya Tehranê derbas bike û bigihîje Kurdan li her deverê ku ew lê dijîn.
Lêbelê, berpirsiyariya pêşeroja Agirîyê dijwar e. Gihiştina hejmara 500 mîn ne dawiya rê ye; destpêkek nû ye. Agirî îro ji her demê bêtir erkê wê ye ku bibe dengê bêdengan, bîra pêşerojê ya gel tomar bike û rastiya dîroka xwe ya dijî kolonyalîzmê ji bo nifşên pêşerojê bide nasîn. Berdewamiya wê tê wateya berdewamiya berxwedanê û parastina ziman, çand û ramana azadiyê.
Agirî ne tenê rojnameyek e, ew vegotina dîroka têkoşîna neteweyekê ye ku tevî hemû qedexetî û givaşan jî, dengê xwe bêdeng nekir. Hejmara wê ya 500 mîn nîşan dide ku têkoşîna dijî-kolonyalîstî ya Kurdan ne tenê li çiya û li qada siyasî, lê di heman demê de li ser rûpelên rojnameyê jî berdewam dikin. Pêşeroja Agirîyê pêşeroja domandina zimanê Kurdî û berdewamiya rêya azadiyê ye.