
Roja Çarşemî 5ê Xermanan a 1404 a Rojî, konferansa hevpeymaniya Sosyaldemokratan a welatên Erebî li bajarê Silêmaniyê li Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî dest bi karên xwe kir û heta Roja Şemî 8ê Xermananê dê berdewam be.
Yekem roja karê Konferansê li derheq karûbarên Jinan bû û li vê derheqê de şanda Yekîtiya Jinên Dêmokrat bi beşdariya “Şine Durûdger a Sekretera Yekîtiya Jinan û Şilêr Mehmûdî, Cihgira Sekreter”, beşdarî li vê konferansê de kirin.
Roja Pêncşemî 6ê Xermananê, Şandeke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya kak “Mistefa Mewlûdî” Cihgirê Sekreterê giştiyê Hizba Dêmokrat bi banghêjiyekî fermî, beşdarê vê konferansê bûn.
Naveroka vê konferansê ku ji pirsên “aşitî, aramî, pirsa kêmîneyan, pirsên niha yên cihana Erebî pêkhatibû, hejmarek berçav ji kesayetî û serkirdeyên cîhanî jî civaka Erebî, Îraq û Kurdistanê beşdar bûne.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê peyamek bi 3 zimanên “Kurdî, Îngilîsî û Erebî” li vê konferansê de pêşkêş kir.
Li vê konferansê de şanda Hizbê, çend hevdîtin digel çend kesayetiyên siyasî yên Kurdistanê, Erebî û cîhanî kirin.
Nûnerên Kurdan ji 4 perçên Kurdistanê ve bo vê konferansê hatibûne gazîkirin.