
Saziya Netewên Yekgirtî li roja Înê 7ê Xermananê ragihand ku rêjîma Îranê ji destpêka sala 2025 a Zayînî ve zêdetir ji 841 kes girtî bidar vekirinê û ev amara bi nîşanderê “mînaka armancdar li bikaranîna sizaya bidarvekirin wek alava tirsandina hikûmî” binav kir û tevî nîşandana nigeraniya xwe li vê derheqê, ev bi tundî şermezar kir.
Rawîna Şamdasanî, Berdevka Ofîsa Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî li civîna rojnamevanî li bajarê Jinêvê de got: “ Egera vê heye ku rastiya bidarvekirinê li Îranê cuda û heta dijwartir ji vê raporê be, çimkî bi sedema nerohnî li wan bidarvekirinan de mirov nikare bawriya tevav bi amarên fermî jî bike, bi tenê li heyva “July 2025” de zêdetir ji 110 kes hatine bikarvekirin ku 2 qat zêdetir ji amara bikarvekirin li heyva “July 2024” ye.
Bi sedema sansora dijwar a bidarvekirinê li girtîgehên rêjîmê de amara serast gelek zêdetrir ji amarên belavbûyî ye.