Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya destfiroşiya li ser şeqaman li nav jinan de 2 qat zêde bûye

12:34 - 8 Hezîran 2024

Piştî nexweşiya Koronayê û herwisa zêdebûna xercê malbtan, jin jî neçar mane bo dabînkirina beşek ji xercê malbata xwe li ser şeqaman tiştan bifroşin û piştî koronayê, rêjeya wan jinan 2 qat zêde bûye.

Pêka lêkolînên ku xwendekarên civaknasiyê li Îranê de belav kirine, rêjeya jinan li beşa firotina tiştan li ser şeqaman, piştî belavbûna vîrûsa Koronayê 2 qat zêde bûye û ew yeka jî bi sedema bilindbûna xercê malbatan û kêmbûna dahata wan malbatan bûye û jin neçar mane bo dabînkirina xercê malabta xwe, bi wî awayî alîkariya malbatê bikin.

Firotina alavan li ser şeqaman li dehika Heştêyan de li Îranê destpêkir û jinan berhemên xwe li ser şeqaman difrotin bi taybet li deverên bakûrê Îranê, li niha li metroyan û li ser şeqamên bajaran de jî têne dîtin.

Cudatîdanîna sîstematîk a jinan bo karpêdanê, daketina dahata xelkê û bilindbûna çend qatî ya nirxa hewcehiyên malbatan, bûne sedem ku jin û keç neçar bimînin bo dabînkirina beşek ji xercê malabata xwe ji pirtûkan ve bigre heta cigareyan û  berhemên din li ser şeqaman bifroşin.