
Konferansa vekirina zanîngeha Kurdî li Alman bi beşdariya hejmarek ji akadimîsiyenên Almanî û Kurd û herwisa beşdariya çend Hizbên Kurdistanî ji 4 beşên Kurdistanê bi rê ve ço.
Şandekî Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê konfiransê de beşdar bû.
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat gotarek pêşkêş kir û di axaftinên xwe de girîngî da bi xwendina bi zimanê Kurdî û îşare bi çewsandina(ziman)ê Kurdî ji aliyê dîktatoran ve kir.
Sikirtêrê Hizba Dêmokrat got: tevî wan hemû dijwariyan, zimanê Kurdî her maye. Avakirina vê zanîngehê, karlêkeriya erênî li ser ziman de heye û beşek ji xebata zanîngehî ye û bi hewla wan mamostayên zanîngehê, ev valatiya tejî dibe û hivî, dikim ku li welatên din de jî ev pêşdestîkirina geşê bike.
Rêzdar Mistefa Hicrî li dawiyê de got: “erkê ser milê hemû beşên Kurdistanê ye ku, pîştevanê vê pêşdestîkirinê bin û pîlanên hikûmetên dijîkurd pûç bikin, ew nikarin zarokên me ji xwendin bi zimanê Kurdî, bêpar bikin.
Roja Şemiyê 18ê Çirriya Pêşîn roja dawî a konferansê bû ku çendîn gotar hatin pêşkêşkirin.
Dr. Kuwêstan Gadanî, berpirsa Navenda Birêverî ya Hizba Dêpmokrat a Kurdistana Îranê li derveyî welat, di heyama 2 roj karê konfiransê de, çendîn hevdîtin digel kesayetiyên Kurd û Almanî pêk anîn û dîtingehên wan li derheq mijarên roj û rewşa niha ya Kurd li deverê bi atybet li Îran û herwisa pirsa Kurd li diyasporayê pêk anîn û helwîst û siyasetê Hizba Dêmokrat bi wan ragihand.