Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi desema bilindbûna nirxa hewcehiyan, piraniya xelkê şiyana kirînê çinînin

12:22 - 19 Çirriya pêşîn 2025

Bi sedema hejarî û daketina şiyana kirîn a xelkê, bazara kirin û firotina meywe û pincaran sekiniye û gelek bi kêmî kesek tiştekê dikire û xelkê êdî nikarin ti êmîş an pincarekê bikirin, karê kirîn û firtîtin li navendên firotina bikom a meywe û pincar sekiniye, ti xwedîdukanek an komkirek nikare bi wan nirxên bilind li bazarê de tiştekê bo xwe an dukana xwe bikire.

Bazariyan li vê derheqê de gotine ku xelk bêdiraf maye, ti bikirek nîne û bazar sekinîne û bi sedema tewerom û bilindbûna zêde a nirxan, êdî şiyana kirina piraniya xelkê nemaye û gera malî li bazarê de rastî sekinînê hatiye ku vê yekê jî pirsgirêkên taybet bi xwe li pey xwe anîne.