Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya wefdeke Hizba Dêmokrat li kongireya hizba Sosyalîstên Ewropayê de

12:19 - 19 Çirriya pêşîn 2025

Şandekî Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li ser vexwendina fermî ya Hizba Sosyalîstên Ewropayê, beşdarî li kongireya vê Hizbê de kir.

Roja 16ê Çiriya Pêşîn, kongireya Hizba sosyalîstên Ewropayê li jêr durûşma “Mobîlîzekirina pêşkevtin li Ewropa û derdorê” li bajarê Amsterdamê paytexta Holendê, dest bi karên xwe kir û heta roja Şemî 18ê Çiriya Pêşîn, berdewam bû.

Wefda Hizbê ji hevrêyan “Dr. Sozan Fethî, Endama Desteya Birêveberiya Navenda Pêywendiyên Derve û Nûnera Hizê li Înternasyonala Sosyalîst, Hisam Destpîş nûnerê Hizbê li Yekîtiya Ewropayê, Aso Ezîzî nûnerê Pêywendiyên derve ya Hizba Dêmokrat li Biljîkê û Soran Elîpûr endamê Desteya Pêywendiuyên Derve li Swêdê” pêk hatibû.

Ev kongireya bi armanca hevxistin û rêkxistina şiyanan û rawestan li hember alingariyan û pêkanîna dîtingehek dadperweranetir û paşerojek cihgîrtir pêk hatiye.

Li kongireyê de wfda Hizbê tevî hevdîtin digel çendîn kesayetiyên siyasî, nûnerên parleman û rêkxiravên Ewropayê, rêkxiravên beşdar li kongirê, çendîn nûnerên parlemana Ewropayê, hevdîtin digel Hizba Sosyalîstên Ewropayê Stêfan Lofvîn dîdar kirin.

Bi piraniya dengên kongireyê Stêfan Lofvîn careke din wek serokê vê hizbê hate hilbijartin.