Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina heyeta Pêywendiyên Navnetewî ya Hizba Dêmokrat digel nûnerên Hizba Sosyaldêmokratên Swêdê

12:21 - 19 Çirriya pêşîn 2025

Roja 15ê Çiriya Pêşîn, Heyeteke Pêywendiyên Navnetewî ya Hizba dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Rênas Xizrî, kombûnek digel rêzdaran “Ola muller, leyf Nîmsêd û Qadîr Kasîrga, 3 endamên parlemana Hizba Sosyaldemokrat pêk anînin. Xatûn Êngalîl ku endamê bajarvaniya bajarê Opsalaya yê, beşdarê vê kombûnê bû.

Li destpêka kombûnê de heyeta Hizbê bi armanca rohnkirin bi ser tundûtîjiya sîstematîk û hovaneya rêjîma komara îslamî bo ser gelê Kurd û pêşîgirtin li her cure azadiyekê basek ji nûtirîn bûyerên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi giştî pêşkêş kir û îşare bi siyaseta bidarvekirin wek asayîtirîn çek bo tepeserkirin û tundîtîjiya bê sînor a dijî gelê Kurd kir.

Heyetê bi anîna çendî mînakên eşkere bas ji siyaseta jehrî ya komara îslamî kir ku derveyî Îranê jî li xwe girtiye.

Nûnerên Sosyaldemokratan bi pirsyarkirin û gotina nêrînên xwe, gotûbêj dewlemend kirin û amadebûna xwe bo hevkarî û gotûbêja zêdetir dane xuya û daxwaz ji heyeta Hizbê kirin ku dana zanyariyên zêdetir Ii parlemanê, bo rawestandina siyasetên nemirovaneya komara îslamiya Îranê, alîkariya zêdetir bidine wan.