Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tijîkirina cihê “Serjêkerê Têhranê” û danîşandana rewabûna sîstemê

13:24 - 9 Hezîran 2024

N. Elî Munezemî

 

 

Mirina Îbrahîm Reîsî, Serkomarê rejîma Îslamî a Îranê, li pey xwe re rewşek aloz û alingarîyên mezin bo rejîmê pêkanîn e û bala hemû aliyekê ji dostan û nayerên rejîmê kişandiye ser wan tiştên ku li Îranê de diqevimin.

Mirov dikare kartêkeriya nemana Reîsî li 3 qadên siyaseta derve, navxweyî û rikeberiya navbera aliyên rikeber di hundirê rejîmê de, wek 3 qadên giring, şirove bike û bide zelalkirin ku ew yeka dikare çi fersend û tehlûkeyan bo şoreşa azadîxwaziyê a neteweyên bindest û xelkê Îranê çê bike.

Karbidestên rejîmê heya niha zaf caran bas li wê yekê kirin e ku Serkomar di rejîmê de rola birêvebereke lojîstîkî heye. Ewa tê wê wateyê ku Serkomar di rejîmê de cîbecîkarê siyaset û pîlanên rêberê wê rejîmê ye û bi xwe ew desthilata nîn e ku siyasetên rejîmê yên mezin (Makro) bi xwe pîlan bike. Bes eger wisa be, rejîm pey birêvebereke lojîstîkî e ku bikare baştir li yên din di xizmeta pêşvebirina pîlan û bernameyên rêberê rejîmê de be. Reîsî yek ji wan bû ku her di destpêka xizmeta xwe bi rejîmê, karîbû îsbat bike ku bo rejîmê dikare her cinayetekê bike û her ew yeka jî bû sedem ku nasnavê « Serjêkerê Tehranê» bidin wî.

Reîsî ku destê wî bi xwîna azadîxwazan sor bibû û di serdema serkomariya wî de ku şoreşa «Jin, Jiyan; Azadî» serî hilda û gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin, mirna wî bû sedem ku piştî demek dirêj, bo gaveke kurt be jî, xweşî û şayî bikeve nav dilê xelkê û tevî ku rejîmê Atmosfera tirs û xofê afirand û gef li xelkê kirin ku keyfxweşiya xwe nîşan nedin, lê xelkê bi kirîna şêraniya û awayên cuda neveşartin ku bi menama Reîsî dilxweş in. Lê xelk dizane ku ew dilxweşiya, dilxweşiyek demkî ye û heya rejîm hebe, xelk nikare dilxweşiyek domdar hebe.

Rejîma mirovkuj a Îranê di dema serkomariya Reîsî de eşkeretir û rasterast di qada siyaseta derve de jî rêka şer girte pêşiya xwe. Ewan bi hajekbarana binkeyên hêzên Amerîka li Îraqê, hêriş bo ser sînorenên Belûçistan a bindestê Pakîstanê, hêriş bo ser Îsraîlê, hêriş bo ser binkeyên partiyên Rojhilatê kurdistanê li Başûrê kurdistanê û hajekbarana keştiyan di deryaya Sor li rêka taşeronên xwe û … da eyankirin ku eger rejîm bikeve tengasiyê, dikare dest bo her cinayetekê dirêj bike. Hemû aliyek niha baş dizanin ku ew yeka ne siyaseta Reîsî bû. Ew yeka pîlan û siyasetên rejîmê û bixasma rêberê rejîmê bû û nemana Reîsî ew rêbaza bi tehlûke naguherî.

Di hundirê rejîmê de jî her li destpêkê ve heya niha du rêbazên dijber lê di xizmeta pêşveçûn û bihêzbûna rejîmê de bihevra di kêberkê û rikeberiyê de ne. Ew her du rêbaz bo parastina rejîmê û desthilatdariya wê tiştek ferqa wan nîn e. Lê yek dixwaze bi pembo serê xelkê jêveke û yek jî bi kêrikê. Bi wê wateyê ku di ser usûl û pirensîpan wek yek in û di pratîkê de hindek ferqa wan heye. Reîsî û nûnerê taqima binajo a rejîmê bû, niha di nemana wî de rêberê rejîmê û taqima binajo ketine tengasiyê. Lê tê gotin ku îmkan heye Reîsî li ber rikeberî bo ku bibe rêberê rejîmê piştî nemana Elî Xamineyî, ewan bi xwe kuştina wî pîlan kiribe.

Lê di kurdî de dibêjin ku «mêrik hate kuştin, çi siwar be yan peya»! Niha di nemana wî de rejîm dibe hilbijartina pêşvext bo serkomar bike û «birêvebereke lojîstîkî» ê nû destnîşan bike. Ewa ku hemû dizanin û heya niha jî her berdevam e ewaye ku di sîstemeke totalîter de, hilbijartin tenê şanoyek komîk e ku ne sîstemê baverî pê heye û ne jî xelkê.

Bo hemû aliyekê zelal bûye hilbijartina nûnerên parlemana rejîmê di heyamek kurt beriya niha belgeye bo wê rastiyê ku dûrahiya navbera xelkê û rejîmê hind zêde bûye ku taze nayê tijîkirin. Lê ewa ku roja yekê ya navnivîsa berbijêran bo wê şanoya komîk derdikeve, ewaye ku şanovanên rejîmê jî bêkar nerûniştin e û dixwazin bi şanoyek nû armanca xwe bi cih bînin û bo rewayîdan bi rejîma xwe, xelkê bikşînin ser sindûqan. Ew dixwazin hindek mohreyên xwe bi rolek nû bînin meydanê û ji aliyek din jî dixwazin hindek endamên wan partiyên ser bi rejîmê di bin navê partiyên siyasî bînin meydanê ku sîmayek demokratîk bidin wê hilbiartinê û piştre jî bi şêveyek efsûnî ku bi xwe tê de hosta ne, mohreyek xwe li sindûqan derêxin.

Lê ew xelkê ku îradeya xwe di şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» de nîşan da gelo yê pê wan lîstokan were xapandin!? Ew yeka gelek ber bi aqil nîn e û xelk yê wê carê zêdetir li her demekê rejîmê rezîl û riswa bike. Xelkê re wê carê fersendek nû hatiye pêş ku hemû rewabûna wê rejîmê lê damale û wê yekê bike ders û waneyek nû bo hemû sîstemên cinayetkar.