Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sêyemîn salvegara tevgera Jîna “Jin Jiyan Azadî” yê de

11:33 - 17 Îlon 2025

Sê sal berî niha û li rojên dawî yên heyva Xeraman a 1401 a Rojî de, şehîdbûna Keçek Kurd a ciwan a bi navê “Jîna Emînî” ya xelka bajarê Seqizê bi destê tepeserkarên rêjîma komara îslamî ya Îranê li bajarê Têhranê, bû çexmaqê serhildan û tevgerek berfireh a nerizayetiyê ku berfirehiya vê bala cîvaka navnetewî û heta dewletan jî bo aliyê xwe rakêşand.

Tevger ku li 26ê Xermananê li goristana “Ayçî” ya bajarê Seqizê li dema bi axêspartina termê Şehîd Jîna yê de bi amadebûna hezaran kes ji xelkê deverên Kurdistanê dest pê kir, bi hilgirtina diruşma “Jin Jiyan Azadî” peyamek tejî wate û mana ji Kurdistanê ve bo Îran û hemû cîhanê belav kir. Tevgerek ku bi armancgirtina tevahiya rêjîma komara îslamî, gelek zû karî li asteke berfireh a giştî de bi beşdariya piraniya nêzî bi tev çîn û qatên civaka Kurdistanê, keçan, jinan, bazarî û kasibkaran, ciwanan û qutabî û xwendekaran, mamostayên olî yên welatparêz û …hd, sînorê welatan derbas bike û li ser şeqamên Ewropayê û li kom û civînên navnetewî de xwe  da xuya.

Tevî ku bingeh û cihê serîhildana tevgerê û diruşmên Kurdistanê û yekem banghêjî yên mangirtin û xwenîşandanan li ser daxwaziya Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê bûn, lê piştevanîkirina xelkê bajar û deverên cuda yên Îranê li tevgera Jîna û Kurdistanê hate meydanê bi diruşma “Kurdistan çav û çiraya Îranê” hem gurûtêneke taybet da tevgerê û hem komara îslamî rastî tengasiyên zêdetir kir û herwisa zêdetir bala civaka cîhanî jî xiste ser. Li hember de komara îslamî wek naverok û reftara xwe ya hertimî di cihê bixwedeçon û rêzgirtin li îradeya xelkê û daxwaziyên rewaye wan ku azadî û dabînkirina mafên wan ê dêmokratîk e, bi şêwazek sîstematîk û bi şêwazeke herî dirindane, êrîş kire ser xwenîşanderan. Li encama êrîş û  tepeserkariya hêzên rêjîmê de, sedan şehîd, hezaran kes birîndar û her pêka îtirafkirinên karbidest û navendên fermî yên rêjîmê, dehan hezar kes jî hatine girtin û bo girtîgehên rêjîmê hatine veguhastin ku tevî bidarvekirina dehan kes ji wan ku heta niha jî berdewam e, bi hezaran girtiyên din bi nerewa, sizayên giran bi ser de hatine sepandin.

Tevgera Jîna yê tevî ku selimand Kurdistan pêşengê xebat bi dijî dîktatoriya rêjîma komara îslamiya Îranê û sekinîn li hember barimtegirtina maf û azadiya netewî ya xelkê Kurdistanê ji aliyê vê rêjîmê ve bû, encama pengurîn a kerb û bêzariya hemû xelk û gelên Îranê bû ku zêdetir ji 4 dehikan e, daxwaziyên wan ên siyasî, ji aliyê desthilata sitemkar û navendgira ya Îranê ve bi dirindanetirîn şêwazê bersiva vê dide û tê tepeserkirin. Tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê ku piştî şoreşa sala 1357 a Rojî, bi berfirehtirîn û bi giştîtirîn tevgera mafxwazaneya gelên Îranê tê hisêb û jin û ciwanan rola bingehîn tê de hebûn û nêzî 2 heyvan berdewam bû, li pêvajoya tevgerên civakî de xala guherînek taybet bû ku her wek îşare pê hate kirin, zêdetirîn bala kom û civatên navnetewî jî bo aliyê xwe rakêşad.

Li tevgera Jînayê de civaka Kurdistanê û tevgera siyasiya vê, navenda balkêşandinê bû, Lewma li odeyên reş ên biryardan û dariştina pîlanan a rêjîma Îranê de biryar hate dan ku xelkê Kurdistanê û Hizb û aliyên siyasiyên vê, bikin armanc û hevdem digel êrîşa tepeserkarane bo ser xelkê şoreşvan ên ser şeqamên Kurdistanê, li 6 ê Rezbera 1401 a Rojî de spaha pasdaran a rêjîmê, li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de bi mûşekan êrîş kire ser binke û bargehên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê û dehan kes ji kadr û pêşmerge û heta jin û zarok jî şehîd kirin.

Armanca rêjîmê ji wan êrîşan ku piştre 2 carên din jî li heyva Xezelwerê de dubare bûn, xapandina raya giştî ya xelkê Îranê û ji şiyanxistin a Hizban li pêywendî digel tevgerê bû. Lê eva ku piştî piştevanîkirina gelên din ên Îranê li xelkê Kurdistanê û bilindbûna dengên hizban li navxweyê welat de qewimî, da xuya ku rêjîm ne tenê bi şikestxwarî derket, belku da xuya ku yekgirtina li navbera gelên Îranê û pêgeha Hizbên Rojhilatê Kurdistanê-bi taybet Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê- li nav xelkê de çend qahîm û cihgirtî ye.

Naverok û taybetmendiyên modern û demokratîk ên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê û peyam û durûşmên modern ên tevgerê ku sedema bingehîn a rakêşana raya giştî ya cîhanî bûn, derfetek dîrokî bo tevgera mafxwazane ya gelên Îranê li asta navnetewî de afirand. Bilî ku şeqamên welatên Ewropayê ku diyasporaya Kurd û Îranî û aliyên dijberên rêjîma komara îslamî bo heyama çend heyvan kiribûn bi meydana piştevanîkirin li xelkê navxweyê welat û gihandina deng û peyama tevgerê bi xelkê cîhana azad û şermezarkirina serkutkariyên rêjîmê, derî û korîdorên bo kor û kombûnên cur bi cur ên navdewletî û navnetewî bo bihîstina deng û peyamên tevgera Jînayê vekirin.

Niha ku yada sêyemîn salvegera destpêkirina tevgera jîna yê ye û em bas ji derfetên li ber destê tevgera Jîna û tevgera dehan sale ya gelên Îranê bi dijî komara Îslamî ya Îranê dikin, nebûna yêkitiyê li navbera hêz û aliyên opozîsiyon û nebûna alternatîvek bihêz ku karîba û şiyana avakirina desthilatek gelî û demokratîk cih bigre, kêmasiyek bingehîn û sehpêkirî ye.

Li vê derheqê de Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî îşarekirin bi vê xala bingehîn a kêmasiya tevgerê û eniya opozîsiyonê li ser nebûna alternatîvê û jidestçona derfetan, berpirsiyarane li pêxema piştevanîkirin li naverok û bingeha tevgera Jîna yê û rawestan li hember jirêderxistina armancên vê ji aliyê kêmîneyek qurixker, helwîst girt û eşkere rû bi xelkê Kurdistan û gelên din ên Îranê, îşare bi metirsiyên pêvajoyên tevaviyetxwaz bo ser armancên tevgerê kir.

Tevî ku tevgera Jîna yê bi sedema siyaseta tepeserkerane a rêjîmê û hejmarek sedemên din ên bingehîn ku îşare pê hatine kirin, nekarî bigihîje armanca xwe ya sereke ku herifandina rêjîmê û bidestveanîna desthilatek demokratîk a gelî bû, lê tevî ku serîhildan wek xala guherîna dîrokî bû, tevgera mirovperweraneya xelk û gelên Îranê, çendîn pêngaw pêş xist û desthilata serberedayî û navendgiraya Îranê jî rastî aloziyek ji nerewabûna vê xwe kir.

Komara îslamî ya Îranê li tevgera Jîna yê ve heta niha jî ne tenê her nekariye birîna berfirehtirbûna qelişîn û dûrketina xwe ji xelkê çareser bike, belku ev navbera heta dem derbas dibe berfirehtir û kûrtir dibe. Lewma tevgera Jîna yê û armancên vê li hizra hemû xelk û gelên Îranê de bi zindî maye û dê li derfetekê de serî hilde.

Rêjîma komara îslamî ya Îranê ku piştî bûyerên 7ê Octobera 2023 a Zayînî û şerê 12 roje digel Îsraîlê de li warê hêz û pêgeha deverî, rewatiya navxweyî, naveroka xwe ya îdolojîkî, gotara xwe de rastî şikest û navbetalbûnê hatiye, tirsa bingehîna vê derencamên tevgêra Jîna yê û serîhildana nerizayetiya xelkê ye ku vê carê jê rizgarbûn bo rêjîmê dê gelek dijwar û zehmet be.

Bi baldan li xalên bihêz û kêmasiyên tevgera Jîna yê, li ser Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê erk e ku tevî parastina destkevtan û peyrewî û piştevanîkirin li şêwazên xebatek modêrn û serdemî ya giştgîr û girseyî, hewceye biwêrane şaşî û kêmasiyên xwe bibînin û rêgirî ji jidestçona derfetan bikin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku li pêvajoya tevgera Jîna yê de û hem piştre jî cehda destnîşankirina derfet û gefên bi ser vê tevgerê de daye û li hember her cure qurixkirin û gefek bo ser Kurdistan û tevgera vê ya rewa sekiniye, li ser vê baweriyê ye ku çêkirina yekgirtinê li navbera hêzên Kurdistanî digel hev û piştre, pevre digel bereya opozîsiyona rêjîmê li navxwe û derveyî welat e ku dikare armancên tevgera Kurd û gelên din ên Îranê bi dest ve bîne.

Li sê saleya vê tevgerê de tevî bilind û pîrozragirtina yada hemû şehîdên tevgera Jîna yê, em silavan li malbatên serbilind ên şehîdên vê tevgerê dikin ku heta niha jî bi hilkeft û hêcetên cur bi cur, li hember siyasetên rêjîmê de sekinîne û bi bîranîna şehîdan, tevgera “Jin Jiyan Azadî” li hizir û yadan de bi zindî hiştine.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî