Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokarat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 26ê Xermananê, salvegera terorkirina Dr. Şerefkendî, peyamek belav kir

11:38 - 17 Îlon 2025

Deqa peyamê wiha ye:

33 sal berî niha û li 26ê Xeramanana sala 1371a Rojî, Dr. Seîd Şerefkendî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, digel Fetah Ebdulî, Endamê Komîteya Navendî û nûnerê Hizbê li derveyî welat, Homayûn Erdelan, nûnerê Hizba Dêmokrat li welatê Alman û herwisa Nûrî Dêhkurdî, dostê Hizbê, li bajarê Berlînê, ji aliyê rêjîma terorîstiya komara îslamiya Îranê ve hatine şehîdkirin.

Hekî çi yêk ji adetên komara îslamiya Îranê jinavbirina fîzîkî ya rêberên tevgera netewî-dêmokratîk li Rojhilatê Kurdistanê û têkoşerên vê rêbazê ye, lê berdewamiya tevgerê û xweragirî û canfîdayiya têkoşerên rêya rizgarî û azadiya Kurdistanê, şikest bi siyasetên rêjîmê aniye.

Şehîd Dr. Seîd Şerefkendî, yek ji rêberên navdarê tevgera netewiya Kurdistanê û bi rastî cihgirê jêhatiyê Dr. Qasimloyê rêber, bi hejmarek taybetmendî û reftarên bilind û miroviya xwe wî pê avête nava rêbaza xebatê. Heta dema şehîdbûnê bi hejmarek pirensîpên şoreşgerane û zanayî û birêveberî û yekalîkeriya tevav, bi dîtingehek Kurdistanî û şirovekirinek zanistî û hûrbîn ku li dîroka Kurdistanê û tevgerên vê hebû, li ser berdewamî û parastin û biserxistina hêla hizrî û netewiya Dêmokratê de pêdagir û xwedîbandor bû.

Piştî 33 salan, li demekê de em yada şehîdên Mîkonosê bi bilind radigrin ku terorîzma hikûmiya rêjîma komara îslamiya Îranê, bo hilkêşana dawî nefesên xwe berxwedide, û dema tevpêçana temenê qirêje rêjîmê jî çavnihêrkirî û nêzîktir bûye.

Li vê hilkeftê de , ez bejna xwe li hember rêbaza şehîdên rêber diçemînim û soza berdewamkirina rêbaza wan nû dikin.

 

Mistefa Hicrî

Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

16ê September 2025