Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Desteya Kargêrî a PDKÎ bi hilkefta 33 mîn salvegera terora Dr. Şerefkendî û hevalên wî

11:35 - 17 Îlon 2025

Xelkê xebatkar ên Kurdistanê!

Hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî û Îranî!

33 sal berî niha û li 26ê Xermanan a sala 1371 a Rojî de, Dr. Sadiq Şerefkendî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, digel Fetah Ebdulî, endamê Komîteya Navendî û Nûnerê Hizbê li derveyî welat, Homayûn Erdelan, Nûnerê Hizbê li welatê Alman û Nûrî Dêhkurdî, dostê Hizbê, li pîlaneke rêkxistinkirî ya komara îslamiya Îranê li bajarê Berlînê, hatine terorkirin.

Dezgeha Dad a Alman, piştî vê kiriyara terorîstî ya komara îslamiya Îranê ku dosye û dadgeha vê terora hikûmî ya komara îslamî, bi Mîkonosê hate navdêrkirin, piştî lêkolînek hûr li heyama 5 salan de bi lidarxistina 247 kombûnên dadgehê de û gazîkirina 176 kesan, biryara xwe ya dawî da. Pêka biryara dadgeha Berlînê, bi armancgirtina Dr. Sadiq Şerefkendî û qurbaniyên din ên vê bûyerê, terorkirinek siyasî û hikûmî ya komara îslamiya Îranê û bi biryara rasterast a karbidestên herî payebilind ên rêjîmê bûye. Hizba Dêmokrat her li vê demê de biryara Dadgeha Berlînê bilind nirxand ku tevî givaşên zêde yên siyasî, serbixweyiya xwe parast û bi eşkerekirina rastiyan, rûkê rast û terorîstiya komara îslamî bo civaka cîhanê da xuya.

Armanca rêjîma îslamiya Îranê li vê terorkirinê, bi encamgihandina kiryareke nîvetevav û encamvergirtin ji biryarekê bû ku çend sal berî hingê ji bilintrîn asta rêberiya rêjîmê de hatibû dan, Ev jî bi armancgirtina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo şikestpêanîn bi xebat û xweragiriya Kurd, wek çepera dawî ya berxwedan û azadîxwaziyê li Îranê de bû. Biryarek ku pêştir bo terorkirina “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” Sekreterê pêştir ê Hizba Dêmokrat hatibû dan û li jêr navê danûstandin bo boseya bajarê Viyenê hatibû kêşandin, Li dema karbidestên rêjîma îslamî zanîn ku Dr. Şerefkendî wek cihgirek xwedîşiyan ê hêja bo “Dr. Qasimlo” gelek bi başî valatiyên nebûna wî li rêberatiya Hizba Dêmokrat û tevgera Kurd te tejî kiriye, vê carê ev jî kirine armanc. Bêguman, terorkirina du Sekreterên bi wec û xwedîbandor ên Hizba Dêmokrat û piştre çalaktirkirina maşîna teror a rêjîmê li Başûrê Kurdistanê bo bi armancgirtina kadr û pêşmerge û xebatkarên Hizba Dêmokrat, nîşanderê tirsa rêjîmê li xebat û şûndaneriya vê Hizbê û îşarekirinek rohntir, bo bêhêzkirina Hizbê û tevgera Kurd li Îranê bû.

Tevî ku terorkirina du Sekreterê Giştî yên Hizba Dêmokrat li heyama 3 salan de derbek giran bi Hizba Dêmokrat bû, lê hevçeper û qutabiyên wan du rêberên xwedîşiyan li meydana xebata rizgarîxwaziyê de selimandine ku ev tevger û xebata rewa, çavkaniya vê ji hundir û hinawên civaka Kurdistanê ve bûye û heta dem derbas bûye, zêdetir geşe kiriye . Ev jî girêdayê geşeya hizir û bîra azadîxwazî û hivî û dûrdîmena tak û kom a civaka Kurdistanê bo gihîştin bi mafên mirovî û netewî ye. Dîtingehek ku bi hûrî û bi rohnî li şirovekirina Rêberên Şehîd ên wek “Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî” û birêveberên vê Hizbê de xwe daye xuya.

Dr. “Sadiq Şerefkendî”, rêberek jêhatî, hilkişiyayî bi bejna Pêşmergeyane, akademîsiyenekî hûrbîn û şoreşvanekî xwedî bawer û xwedî pirensîpe siyasî û netewî bû. Dr. Sadiq Şerefkendî kesayetiek biryarder û yekalêker bi tevavetiya wateya vê bû. Wî li birêveberiya Hizba Dêmokrat de pêdagirek tevav li ser hêla hizrî û teşkîlatiya Hizbê dikir. Dr. Şerefkendî li hemû heyama xebat û tekoşîna xwe, mijûliyeta hizriya wî ya herî mezin berfirehtirkirina zêdetir a tevgera siyasî û netewiya Kurd li Îranê bi piştrastbûn bi piştevanîkirin û xwetêdedîtina zêdetir a xelkê bû. Kêm ji nivîs û gotarên Dr. Şerefkendî hene ku li wan de daxwaz ji xelkê nekiribe ku tevgerê, ya xwe bizanîn û piştevanîkirina li tevgera siyasî û netewiya xwe, berfirehtir bikin û hewce ye ku hemû çîn û qatên civakê li hember çarenivîsa gel de xwe bi berpirsayar bizanin.

Dr. Sadiq Şerefkendî li pêgeha akademîsiyenek serkevtî de girîngiya herî zêde bi aliyê teorîk û dîroka tevgera Kurdistanê û pirsa rewa ya vê dida û bi nivîsîna pirtûk û goratan, dîtingeh û awirên xwe li derheq pirsa netewî û çareserkirina pirsa Kurd, şirove dikirin. Bi taybet li nêzî dema herifîn a dîwarê Berlînê û hilveşîna Yekîtiya Soviyetê û dawîhatin bi ducemserî û şerê sar û li berdewamiya vê şêwaza serbixwe û rexnegirane de ku bi salan li nav Hizba Dêmokrat de û bi destê rêberên wek Dr. Qasimlo, hatibû binyatîkirin, şiroveyek nû û bi wec li rewşa nû de dikir.  Li pêwendî digel pirsa netewî, dîtingeha Kurdistanî ya diyarîkirî hebû. Bi hizra vî, Kurd wek civak û Kurdistan wek niştimanek dabeşkirî, xwediyê nasnameya netewî û nasnameya taybet bi xwe ye. Wî bi şarezayî û şirovekirinek kûr ku ji dîroka Kurd û tevger û serîhildanên Kurdistanê hebû, giringiyek taybet bi nasnameya netewî û pirsa nasnamenasînê dida. Ev taybetmendiya Dr. Şerefkendî wiha kiribû ku digel avakirina her cure alî û lihevkirinek digel aliyên Îranî, pirsa mafên netewî bi binyat û pêşmerc bê vergirtin û beşek bingehîn ji gotara siyasî ya vî rêberên mezin e. Lê ev binyat, nebû sedema piştguhavêtina pirsên hestiyar û biha û nirxên demdirêj ên din ên wek pirsa dadperweriya civakî, sitema çîn û qatan û pirsa jinan û … hd.

Li derheq rola civaka Rojhilat û çîn û qatên cuda û beşdariya wan li tevgera çendîn alî ya Rojhilatê Kurdistanê, dîtingehek taybet bi xwe hebû, tevî giringîdan bi xebata pêşmergane û berevaniya rewa û çekdarî, wa hizir dikir ku xebata çekdarî, dîtingehek e û her wekî hatiye gotin “bo xebatkirinê, çi zafe rê” û li encamê de pêdegirî li ser hewcehiya beşdarbûn a hemû çîn û qatên civaka Kurdistanê li tevgerê de dikir.

Dîtingehek din a Dr. Sadiq Şerefkendî, tekezîkirin bi ser pirsa serbixweyiya siyasî ya Hizba Dêmokrat bû û bi bi berdewamî pêdegirî bi ser dikir ku “Em bi xwe, siyaseta xwe diyarî dikin, ja çi Hizbek biçûk bin an mezin, çi bi hêz bin an bêhêz, siyaseta serbixweyiya xwe naguherin, çimkî em Hizbek serbixwe ne”. Herwisa li pêwendî digel çarenivîsa netewa Kurd li Rojhilat de pêdegirî li ser kirarbûn a netewa Kurd dikir û hizir dikir ku bi tenê kurd bi xwe dikare biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

Taybetmendiyek dine bilind a Dr. Şerefkendî, dîtingeha bihevnêzîkirina hêzên opozîsiyon û dijberên komara îslamiya îranê li ser binyata pirensîpên neguher ên Hizba Dêmokrat wek mafê netewî û mijara dêmokrasiyê bû. Li vê pêxemê de jî gelek hewl dan ku serwetir li asta aliyên Îranî de, pirsa Kurd li asta rêkxirav û komelên cîhanî de bîne berbas û naveroka pirsa Kurd û rûkê rastîn ê rêjîma komara îslamî bi raya cihaniyan bide nasandin. Mixabin li dawî hewlên xwe de û piştî beşdarîkirin li kongireya Înternasyonal Sosyalîst de bi armanca çêkirina platformek hevpar digel aliyên Îranî, bû armanca terorîzma hikûmî ya komara îslamiya Îranê û hate şehîdkirin.

33 sal bi ser terorkirina rêberê jêhatiyê me re derbas dibe, digel berdewambûn û li rewşa geşekirina tevgera netewî û giştiya Kurd li Rojhilatê Kurdustanê, Hizba Dêmokrat li ser hêla netewî û nirx û pirensîpên siyasiyên xwe û rêberên xwe yên şehîd, pêdegir e. ev yeka bi berwajiyê vê hizrîn û armancên gemar ên komara îslamî ye ku niha jî wa hizir dike ku bi rêya terorkirin û komkujiyê û “Nêimeta şer li Kurdistanê”, Hizba Dêmokrat û tevgera netewî, dê ji nav bibe. Her wek dibînin ku tevî wan hemû derbên ku ji aliyê terorîzma komara îslamî ve bi Hizba Dêmokrat kevtine, ev Hizba nek her ji nav neço, belku hizra netewî û azadîxwaziya Kurdistanê û pirsa rewa ya vê, bi berdewamî geşe kiriye û berfirehtir bûye.

33 sal piştî terora Mîkonosê, îro li asta giştî û civakên li cografiyaya Îranê de hêz û xwesta netewên bindest û herêmên netewî yên bi dûr ragirtî li paşeroja rikeberiyan de, bûne hêzeke xwedî bandor. Li asta desthilatê de rêjîm digel zincêreyek qeyranên tevaliyayî yên siyasî, aborî, civakî û birêveberiyê ve rûberî bûye ku derbasbûn ji wan qeyranan bo rêjîmê gelek zehmet e. Li asta deverî û navnetewî de terorîzma hikûmî ya komara îslamî bi hemû tor û hêzên milîsn xwe nek her roj bi roj bêhêztir dibe, heta niha kûrahiya bêhêziyê û bêçaretiya rêjîmê li her demekê zêdetir tê xuya. Zêdexwazî û xoseriyên li jêr navê şandina şoreş û girngîdan bi bernameya navkî û mûçekî û alozkirina aramiya deverê digel asteng û lemperên mezin rûberû bûye û li gelempera wan guherînên navxweyî û deverî de komara îslamiya Îranê êdî nikare xwe rabigre.

33 sal piştî terora Mîkonosê, ev rastiya ji her demekê zêdetir tê xuya ku ceribandina xebata dûr û dirêj lê dewlemend a Kurdistanê ku li çend salên derbasbûyî de tevgera Jînayê ji mînakên vê yên berçav bû, ev ceribandin wênaya birêkevtina hêz û nirxên azadî, mafê jiyan û kerameta mirov û netewan li hember ceribandina şikestxwarî ya navendgirayî û qurixkariyê ye. Lewma li salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevrêyên vî de bi morelek bilind û bi hêviyê ve rêbaza pîroz a vî şehîdê mezin didomînin û binyat û reftar û waneyên vê rêberê mezin, her meşxela ronîderê rêya xebata me be. Hevdem li ser binyata mafên netewî û demokratîk û avakirina Îranek demokratîk û federal, tekezî bi ser hevxebatî û vekheviya hemû netewên bindest û hêz û aliyên azadixwaz dikin.

Silav li rihê paqijê Şehîdên Kurdistanê

Silav li îradeya giştî û seha xweragirî û xebatkariya xelkê Kurdistanê

 

Hizba Dêmokrat a Kurdiatan Îranê

Desteya Kargêrî