N. Vênûs Fayîq
W. Hesen Mukerem
Yek ji rêzikên helbestê ku qet ez ecêbmay nekirim, helbestvanê Tûnisî Ebul Qasim El-Şeabî ye: "Ger miletek rojekê jiyanê bixwaze, çarenivîs divê bersivê bide. Eva qasa tevlîhevî û bê îradey ye y jiyana netewyekê li ser çarenivîsê hatiye ragirtin.. "
Ji bo ku her tiştê ku azadiya tevahî neteweyek pêk tîne têxe kasa çarenivîsê û li benda asman e ku wê wekî diyariyek bişîne, wirda koletî serkaniyekê verdigire ku tu çavnhêrî çarenivîsekê bî ku we rizgar bike ev yeka bi vê wateyê ye ku tu ti li azadî û daxwazên xwe tênegihîştî, çimkî azadî baran nine ku li ser me bibare, azadî yan heye yan tune, di dawiyê de jê bigire, ne hatin e çarenivîsek..
Azadiya tam tine ye, ew mîna perçeyên puzzlê ye ku tabloyekê çêdike, dema ku meriv wan hemûyan bigihîne hev û dîmen temam bibe. Azadî ne tenê bi rêvebirina serbixwe yan nîv-serbixwe ye, çawa ku azadî ne tenê hebûna parlementoya ku endamên wê bi dengdanê têne hilbijartin e. Wê cesareta me tune ku bi sedan weşan û kanalên medyayî hebin.
Azadî tenê bi daketina kolanan û bilindkirina dengên berxwedanê pêk nayê, azadî koma giştî ya tevahiya wana ye ku tablo tevaw dibe..
Mahatma Gandî dibêje: “Bêyî azadiya şaşîtiyê tu azadî ne hêja ye, eger azadî şaştîkirin jî digel nebe. Ev hemû corên azadiyê li berçav girtiye û daxwaza azadiya şaşîkirinê jî dike. Her ji ber vê yekê azadî bi wateya giştî ya xwe çendîn pirsan ji xwe digir e..”
Bi çi dişbe ku em xwe azad bihesibînin, lê ne xwedî azadî bin ku ji bilî partiya ku em endamê wê ne, ji bo bidestxistina desthilatê guncavtir bifikirin? Çima em xwe azad bihesibînin û mafê me yê axaftinê heye, lê em nikarin partiya xwe rexne bikin ku em neyên cezakirin? Ger wusa be, em di cîhana derewîn de dibin doza xweşik.
Em dibin serhildêrê yekane yê dinyaya xerab. Em di awazên bêzar de dibin dengê gur..
Em ne xwediyê azadiya piralî ya rastîn di wateya rastîn de ne ku em dikarin bi serbilindî ji nifşên pêşerojê re bihêlin ji ber ku me hîn ew fêm nekiriye. Em her tim azadiyê di hevok û axaftinên xwe de dihêlin û dikin sernavê helbest, axaftin û beyanên xwe, lê heta niha me nekariye veguhezîne hundirê wijdanên zarokên xwe.
Di rastiyê de, daxwaza azadiyê ne tenê ew e ku em têgihîştina xwe ya azadiyê veguherînin ruhê rêveberiyê û wergerînin prensîbên ku di rastiyê de xizmeta kesên din bikin me xebat nekiriye bo azadiyê nekiriye bo heman sinaryû û heman ezmû beriya xwe dubare bikin. Belkû ew e ku ezmûn û şêwazek din a rêveberiyek din biafirînin û tiştê ku berê di hişê mirovan de hebû ji holê rake.
Hêza desthilatdar ku xwe ji gel veqetîne û ji serwe bo binî li gel mêze bike, helbet feraseta azadiyê di wê civakê de dixe metirsiyê, ji ber ku dibe hêzeke bereday û gel dereceyekê yan jî zêdetir li jêr xwe datîne û wirda jî hemû corên azadiyê çendîn hêlên tox li xwarê bîne.. .
Franklin D. Roosevelt çar cureyên azadiyê yên ku divê hebin ji hev veqetandiye: azadiya axaftin û derbirînê, azadiya ku hûn ji Xwedê re îbadetê bikin bi hildibijêrin, azadiya ji xizaniyê mebest aborî ye û ya çarem jî azadiya ji tirsê ye ev jî bi wateya vê ye ku ti kes ji vê yekê netirse ku bi sebeba yek ji azadiyan rûbirûyê mirinê dibe..
Nebûna azadîyê mirovên li dora desthilatdariyê dike sê par: Yên ku bi we re ne û ji we hez dikin, lê ne ewle ne, yên ku ji bo berjewendiyên xwe bi we re ne, ku ev core jî metirsîdar in û yên ku li dijî we ne dibe ku bi destê wan dawiya we pê bê..