N: Hesen Heranî
Yê ku herî zêde zanîn û zanyarîyên civakê guherandine û wateyên cuda cuda lê bar kirine bêguman ol in. Her wiha şîroveyên ol û oldarîyê ne.
Ev, hewldana bîyanîkirina heyîn û nîrxên civakê ne, pê re jî daxwaza vekişandina van tiştan ya cihê ji rastîyê dûr in.
Nixumandin û veşarî taybetmendîyekî herî girîng û ber bi çav e a van ol û bawerîyan. Lewra sedema vîya eve ku tişta pê bawerin jî nixumandî û veşartîye. Nayê zanînê û nayê dîtinê. Nezanînyarî têgînekî herî bi bandore li ser rûyê cîhana gîyanewer. Veşarîyerî jibo zêhn û têgîna mirov qadekî herî zehmet û tarîye. Di dîroka mirovahîyê de ev jibo mirovan bûye zemînekî tirsyarîyê. Ne tenê tirsyarî, bûye qadekî herî girîng ya îstîsnarîyê jî. Lewre her tiştê ne kifşîyar zemîna pir cureyên şîrove û îçtîdaêne. Tirsyarî xala mirov ya herî lewaz e. Nezanînyarî pişta xwe dide vê qadê û girêdayîyên vê qadê ji hêla hejmarîya mirovan de gellek zêdeye. Hemî ol jî pişta xwe disipêrin vê nezanînyarî yê. Lewra tirsnakî lewazî be jî, berevacî hêzekî herî kor û xeşîm e. Hêza bi tirsê were wicûdê hêza herî xeşîm û tûndirave ku ew hemî bereyên dîrokê de derketîye pêşîya mirovahîyê û bûye sedema gelek felaket û malwêranîyan.
Ev xal di dîroka mirovahîyê de ji hêla ruhî ve kifşyarîyekî mezin e. Di wê bawerîyê de me, ramana ku pêşî vê qadê kifş kirîye ramana îllahî a olperestîyê ye. Bêyî ku mirov cudabûn bike nava olan hema bêje hemî ol mijîna xwe ji vir digire û bi vê mêjeyê amoj dibin. Amejekarîya bi vê amojîyê merheleya herî berze di dîroka pêşketina olan de.
Îdeaya Xwedanî jixwe tiştekî veşarîye û kes nedîtîye, nabîne û nayê zanîn. Ew çax tirsyarî bi awayekî otomatîk dibe zaroka vê yekê.
Ol diba bavê vê tirsê. Jibo xwedê dibe tirskar, jibo ên hatine tirsandin an jî tirsîyane jî bêyî ku ji tirsê bên rizgarkirin, bi teslîmîyetê dibe garantorê xelasîyê. Hemî felsefa olperestîyê di van nîşeyan de tê ravekirin.
Dema rewş ev be, ew çax hemî têgînî û reng û teşeyê hizrê jî li gora vî tiştê veşartî tê wicûdê, reng digire ahengekî li ser hisyarîya qelbî digire. Ev bi qasî qada aqlî girînge. Di destpêka mirovahîyê de ev hatîye kifşkirin û heya miravahî hebe jî wê bi aqil re pêşbazî bike û bidome. Lewra ev beşekî beşerîye û bayê înkarê. Şûna mirov înkar bike riya pêre jîyînê bibîne baştir e.
Piştî avakirin û sererastkirina metaforekî wiha, qatmanîya wateyê jî ji qata yekemîn derbasê qatmana duyem dibe. Lewre li pişt dîwarê pêşîn ê watelêkirina îcaba qurbanîyê, dîwarek din jî ya cîguher hatîye avakirin û divê êdî wateya qurbanîyê jî li gorî reng û armanca dîwarê duyem bê amajekirin. Û wiha jî hatîye kirin. Yanî di qatmana pêşîn de ku armanc û wateya qurbanîyê dilxweşîya jibo dayîn û bereketa xwezayê bû, êdî ev îkameyê dîwarê duyem ku bi wateya Xwedanî û jibo hêz û qudreta wî hatîye amajekirin bû mrtaforekî mistikî û veşarî. Êdî armanc ne nîşandana dilxweşîya, ji bo dayîn û bereketa xwezayê jibo memnûnkirina Xweda ye. Armanc jibo xwe rizgarikirina ji xezeba Xwedayê qahir û Qadir e. Divê dilxweşî ji wî re bê nîşandan û dilxweşîya wî bê girtin da ku ji xezeb û tofanan bên parastin.
Watelêkirina cejin û qurbanîyê jî yek ji van tiştan e.
Di dawîya hemî xwendina xwe ya li ser mirovên pêşîn, jîn û jîyana wan, her wiha li ser çavkanîyên cuda cuda di derheqê van zanînan de gihaştim vê encamê:
Di bingehê rîtuela qurbanîyê û cejnê de hurmetnîşana ji xwezayê û xwarin û xweyîbûnê ye. Mijara sereke rizqe. Her tişt jibo bexşîkirina xweyîbûna li xwezayêye. Yanî ji îcabkirina nîşandana dilxweşîyê ev qurbanîkirin dest pê kir an jî ji xweberve îcad bû.
A rastî destpêkirina guherîna ramanê û cîhguherîna nîrx û tiştên din di vê xalê de dest pê kir.
Di civakê de destpêkirina komelgehîyê, derketina qastê di nava komikên mirovan de bi xwe re ji nû ve şirovekirina vê rewşê anî holê.
Berê bawerîya wan (a mirovan) bi xwezayê bû. Wan tiştek çênedikir û nediafirand. Her tiştê xwe hazir û amade ji xwezayê digirt. Pincar, goşt, fêkî, gîya û av û hewa. Vana jibo wan sedemên dilxweşîyê bû.
Bawerî û zanîna wan, têgînî û şîroveyên wan jî li ser vê rewşa heyî pêşdiket û bi teşe dibû. Çiqas hurmet, şikir û dilxweşî li hember xwezayê bidana nîşandan bi gorî zanîna wan wê xweza jî ewqas comerd û bi bereke bibûya.
Ew têgînîyekî herî baş û qewîn bû di hizr û jîyana mirovan de destpêkiribû. Ev awayê zanînê ne dihat îstîsmarkirin ne jî li hemberî hevdu dikarîbû bikarbînin.
Lê paşê çawa bû, çi qewimî ev famayî û îzanî him di hişmendî û zanîna mirovan de him jî di bawerî û teşeyê dilxweşîya mirovan de guherî?
Sedemên van guherînan ji hêla derûnî, civakî û guherîna şert û mercên jîyanî de ji hêla zanyaran ve tê lêkolînkirin û li ser fikir û îddîayên cuda cuda derdikevin holê. Ev mijar bi dawî nebûye û xuyaye ku wê demek dirêj jî wiha bi nîqaş û ramanên cuda bidome.
Lê tişta jibo mirovahîyê û jibo mecraya lêkolînerîyê zelal e ev xal in. Bi zêdebûna hejmarî ya civakê re derfet û hebûna alavên berdewamîya jîyanî jî kêm bû û mirovan hewcedarî bi şîrîkatîya komelgehî dît. Her wiha mirovan li beramberî riziqê hazir, hewcedarî bi afirînerî û amadekirina şêkirina riziq jî dît. Yanî mirovan jibo van şert û mercên zor û zehmet pêdivî bi yek kirin an jî tevlî kirina hêzê dîtin. Pêre jî afirînerîya kolektîf ya zad û nebatîyê kirin. Avakirina grûpên nêçîrê, grûpên avadanîyê û grûpên hilberînê çêkirin. Her ku mirov hatin ba hev û hêza xwe tevlî hêza hevdu kirin derfetên abadanî, jîyanî û hebûnê jî zêde bûn.
Ev di jîyana komelgehî ya wê demê de kifşekî herî girîng bû.
Jibo vê rewşa nû a heyî vêga hewcedarî bi watelêkirinekî nû, tezahurekî nû û honandina bawerîyekî nû çêbû û di nava kom û grûpan de tevî kesên zane û zîrek, kesên qurnaz, filevaz û firkone jî derketin û vana pêdivî bi destxistina hêzê dîtin.
Belkî şerê nav civakî ya li ser bidestxistina hêzê bi vî wayî derket holê. Lewre heta wê demê tenê kifşa hêza fizîkî hebû û ev ji bo nêçîr û şerkirina li heber bûyerên xwezayê derdiket pêş. Lê êdî kifşa hêzekî din jî hebû û ev hêz ne hêzekî yekser û otonom bû, ev hêz hêza kollektîf û ya bi hêza gelekan hatibû ba hev lê jibo rêvebirbirina vê hêzê jî îcada aqil çêbûbû. A rastî îcada awil na, kifşa aqil çêbû. Ev hêza duyen ya herî girîng bû. Hêza aqilê mirov
Ev hêz her tiştên diqewimîya li qabekî datîne, ji her tiştek re kirasek dibire û ji her tiştekî re şîrove û pênaseyekî dike. Û jîyanê dixe nava ahengekî cuda û nû. Ev di destpêkê de mirovan cezb dikir û îro jî wekî wê demê hîna jî cezb dike.
Ev şoreşa ramanî û aqlî ya destpêkê û yekemîn bû.
Lê ya xerab ew bû ku ev xal di dîroka mirovahîyê de her dem babeta îstîsmarêye û ev hîna jî wiha didome.
Îro qurbanîkirin ne pêwîste ku bibe mebestek îstîsmarê û jibo cîhan û jîyana ebed bê bikaranîn. Ev rîtuela dilxweşîyê ku berîya olên Semawî derketîye jibo dayîn û bereketa xwezayê bû. Îro ev bibe amûrekî bikaranîna îstîsmara bawerîya mirovan û wekî emrekî Xwedayî bi awayekî zerûrî li ser mirovan bê ferzkirin nabe.
Armanca qubanîyê îro dijare. Di her hêlên jîyanê de bi amûrên piştgirî û alîkarîyê yên cuda cuda dikare bê kirin. Armanca vîya divê tekez jibo alîkarîya xîzan û feqîran be. Ne hewceye ku îlle sewal jî bên serjêkirin. Şûna vê îbadetê de alîkarîyên cur be cur dikare were kirin. Ma armanc ne alîkarîya mirovan û şikirandin û dilxweşîya jibo Xwedanê hemî însan e!
Îro di vê serdemê de çawa ku mirovahî di gelek hêlan de di alozîyê de ye, ev mijarên bawerîyê jî şaş tên bikaranîn û zêdetir tên îstîsmarkirin. Bi îstîsmara vê yekê organîzasyonên bazirganî yên navdewletî bi xwe hene. Li ser vê qada îbadî sektorên mezin hatine avakirin û ti fêda vana ji feqîr û xîzanan re nîne.
Pêdivî bi fikrekî nû û çarenûsên nû heye.