Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Qasimlo jiyanekî zelal û pak bihorand

17:20 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2024

N. Letîf Epozdemir

 

Rayedar û dîplomatê Kurd, Dr. Abdurehman Qasimlo roja 22.12.1930’yan di “Şeva Yelda” de, li Derîyê Qasimlo,li tenişta qeleya Dimdim a li  Urmîyê hatîye dinyayê.

“Şeva Yelda” yani bi gotina Kurda “Çile” di raza efsaneya Zerdeşt te, “Yelda”bi wateya “Ji nû ve Zaîn” e. Ev şev, şeva herî dirêj a salê ye.

Duktor Qasimlo di rojeke pîroz de, wek xelateke Yezdan hatîye dinyayê. Ew keremeke mezin e ji bo hemu Kurdan.

Wî perwerdeya xwe a akademik li Çekyayê kiribu. Dema ku li wir bu, bi xanim Helen Krulich re, hevnas bu. Lê, gelê Kurdistanê Helen xanimê wek Nesrîn Xanim, nas kir û di dilê xwe de jê re cîh vekir. Ji zewaca Qasimlo û Nesrîn xanimê di sala 1953’an de MÎNA  û pişti du salên din jî , HÎWA  hatin dinyayê. Herdu keç jî, her wek dê û  babê xwe, çalak û jêhatî bun.

Di wan salan de, Nesrîn Xanim gelek caran hate Kurdistanê. Li nav dol û çîyayên Kurdistanê, di wan şertên zor û zehmet de, wekî pêşmergeyek dilpola, xizmetê kir.

Dr. Qasimlo miroveke nazîk û lewend bu. Rûken û xweşbêj û dilgerm bu. Em sê salan bihevre man. Min rojekî nedît ku bi hevrêyêkê xwe re tûre bibe. Dr. Qasimlo Ew diplomat û lêzaneke bû. Ji xeynî zimanê Kurdî ( Kurmancî û Soranî, deh zimanê Cîhanê dizanî. Farisî, Erebî, Tûrkî,Azerî,Rûsî, İngilîsî, Fransî,Almanî,Çekî û bi Silovakî baş dizanî.

Carol Prunhuber ,di gotara xwe a bi navê“ Mebesta Evdirehmanê Kurd û Mirina wî : Xeyal kirina Kurdistanê.”(The Passion and Death of Rahman the Kurd: Dreaming Kurdistan) de derheqê lehengê Kurd Qasimlo de wiha dibêje:” Di hemû jîyana xwe de  xwest ku ji bo gelê xwe aştîyeke mayînde pêk bîne. Ew serokek şorişger yê navdar a tevgera Kurdên Îranê bû. Di sala 1989’an de, li Vîyanayê, di dema hevdîtinek ji bo pêkanîna peymaneke aştîyane, digel berpirsên dewleta Îranê re, bi aweyeke hovane hate tiror kirin. Şewqa wî a ronîdar di şanoya sîyasî a dinyayê de,li ser sîyaseta gûherbar a Rojhilata Navînin a dûr de,hê jî di beriqe.”

Dr. Qasimlo di dema hilweşandina rejima zordest a Şahê Îranê (1979) de roleke sereke leyîstibû. Piştî gûherîna rejimê, wî xwest ku bi Xûmeynî re li ser sazûmaneke demokrat û azad lihev were. Lê, Xûmeynî, xwe neda ber tişteke wiha. Lewraye ku Kurdan piştî şorişa Îranê bi salek, neçar man dest avêtin çekê xwe û rêya çîyayên Kurdistanê girtin, li himberê rejima nû a Xûmeynî jî, dest bi şerê çekdarî kirin.

Helbet şer û çek hilgirtin, ne bi kêfa Kurda bu. Lê mixabin ku tû rêyek din nema bu li ber Kurdên Rojhilatê. Qasimlo wek rêberekî lêzan li pêş pêşmergeyan, destbiçek, di sengera parastina can û mal û şerefa miletê Kurd de, cîyê xwe girt û li bereya şerê azadîya Kurdistanê de,digel pêşmergeyan beşdarê şerê germ bu.

Şerêke tûnd û dijwar didomîya di wan salan de. Em hemû bihevre di şer de bûn. Parastina axa Kurdistanê, doza azadîya Kurdistanê me bi hev re dizeliqand û dikir yek beden. Seferberîyeke mezin destpêkiribu. “Mangî Difa li Azadî” wek “Meha Parastina Azadîyê” hatibu beyan kirin. Hemû gelê Rojhilata Kurdistanê lipê bû, Kurd çaverêya azadîyê bûn.

Di heman demê de, 60 hezar metreqare axa Kurdistanê hatibû rizgar kirin : Arteşeke têkoşer hatibû durist kirin. Her kes xwe wek pêşmerge amade dikir. Çil hezar hêza pêşmergan, 20 hezar ji “Hêza Bergîrya Milli” berîte ji xelkê rojhilata Kurdistanê, çek bidest, di sengerên parastina hebûna miletê Kurd de, bi şev û roj parêzgarî dikirin.

Kelecanî û mêrxasîya wan rojan qet nayê jibir kirin. Di vê seferberîyê de 117 pêşmerge şehîd bun, ji wan 11 kes hevalên min bun, ku me li wir, hev nas kiribû û bihevre  hevaldostîyeke dilsoz pêk anîbû.

Çirçe û Şivan, Sîrwan, Hesen û ,Fetah û Hejar, û Hesenê Sorawî, her yek gernaseke bê emsal bun. Jiyana xwe a pak û zelal fedayê azadîya Kurdistanê kirin. Gernasî û pakrewanîya Hesenê Sorawî û fermanderê gişti Hejar Mukrîyanî, Eli Sultanpûr hêjayê pesnên gelek mezin in.

Li serê girê tenişta Mehabadê padîganeke leşkerê dirindeyê Îranê hebû. Mîna Kûnda kor, bajarê Mahabadê raçav dikir. Eger Mehabad nehata terikandin bêgûman wê xelkê Mahabadê gelek xesareke mezin bidîta. Lewra Qasimlo fermana paşekêşiyê da, pêşmerge ji Mehabatê hate der. Lê ev yek peyameke gelek baş bû ji bo dijminên miletê Kurd. Ev biryar dabû nişan ku Qasimlo, di hûnerê şer û leşkeri de jî, hostayeke baş e.

Dûktor li ser diroka Kurdistanê jî, bi navê “Kurdistan û Kurd” kitêbek jî nivsandibû ku bi destnîşana xwe yekî dabû min jî..

Ez yek ji karmendê “Radyo Dengê Kurdistan” beşê Kurmancî Şikakî bûm. Min nûçe dixwendin li ser radyoyê. Berpirs û midûrê min bi rehmet bî Kerîm Hesamî bu. Paşî Mela Ebdula Hesenzade bû midûrê radyoyê..Teha Atîqî rêveberê weşanan bû. Ehmed Şêrbegî, bêjereke ajîtator bû, bi soranî nûçeû dixwendin. Kek Ehmed ji bo min îdolek baş bû. Duktor digot “ Ehmed bibin bereya şer, bila li wir nûçeyan bixwîne, wê hemû pasdar ji tirsan birevin.”

Qasimlo rojekê ji min re got:” Kek Hesen tu, endamê Partîyeke Sosyalist î. Ji bo çî tu şevekî li ser sosyalîzmê semînarekî nadî? Başe ku hevalê me bizanin ka gelo sosyalizm çîye.” Min ev pêşnîyara Qasimlo wek “emrek” qebûl kir û paşî hefteyek di roja şemîyê de, bi beşdarî û gûhdarîya nêzîkî 100 kesan ku yek jî wan jî Qasimlo bû û yê din jî Dr. Seîd Şerefkendî bû. Digel wan, her wiha hemû endamên ( deftera Siyasî) yanî  polît bîroya HDK-Π jî li wir amade bûn. Min dest bi semînarê kir. Wekî seetek axaftina min dewam kir. Ez li ser “Diktatorîya Proleteryayê sekînîm û min li gor zanîna xwe qala pergala sosyalîzmê kir. Duktor piştî ku axaftina min qedîya, berê xwe da beşdaran û got: ” Hevrêyan ew tiştê ku Kek Hesen qal kir, hemû jî gelek basin, Bes yek tiştek gelek xirab e, Ew jî pirsgireka “Dîtatorîyê” ye, Lewra bi raya min, kesên demokrat nabe ku bi hîç şêweyek terefdar yan jî parêzgerên “diktatoryayê” bin. Eger ev diktatorî a karkeran jî be, li dawîyê kûtahî bi demokrasîyê tîne. Sosyalizm baş e, lê divê xwe ji dîktatoryayê dûr bixe.”

Piştî 15 rojan dîsa di şevbêrkek zivistanê de, di bin koneke dehling de, pişti xwarina êvarê, sihbeteke germ dest pê kiribû. Di çadirê de, dîsa jî 100 kesan zêdetir beşdar hebûn. Me hemû gûhdarî li Duktor Qasimlo dikir. Xweşhalim ku ez li tenişta wî rûniştî bûm di dema vê sohbete de. Ev car mijar û babet “Dîroka Sîyasî û Civakîya Kurdistanê” bû. Piştî şiroveyên kûr û dirêj, li dawîyê bi van gotinan axaftina xwe qedand “Em Kurd miletêkî bêsiûd in. Herkesek bûye xwedî desthilat, hê em bindest in. Çadireke meye azad jî tune ye. Ji bo gûhertina vê qedera reş, bi milyonan dostê me hebin dîsa ne bes e, lê eger yek neferek jî neyarê me hebî, pir zêde ye.”

Di mihbeteke din de, dîsan Duktor Qasimlo qala rewşa sîyasî a rojhilata navîn û dabeşkirina Kurdistanê dikir.” “Kurdistan bey rizayê xwe, sedem xwestin û erêkirina dewletên emperyal hate dabeşkirin, bû çar heta pênc perçe. Ev qedereke xirab e û divê miletê Kurd ta ebed vê rewşa dabeşkirî qebûl neke.” Paşê di kûranîya axaftina xwe de Qasimlo berê xwe da min û pêre wiha got: “Em Kurd in, Bi guherîna dîrokê em miletekin ku li pênc dewleta dabeş bûne. Benkê biratîyê ye ku me bi hevre girê dide. Li kû derê dibin bila bibin, bi hemû Kurdên cîhanê re, ev ben wê her dem me bihev re girê bide.”

Duktor Qasimlo, şarezayek hêvîdar û xweşbîn û dûrbîn bû.

Bi rehmet bî Duktor Qasimlo. Rûhşad bî, her tim di nav nûr û ronahîyê de bimînî. Ez gelekî şanaz û kûbarim ku min cenabê te naskir.

Ezê tu carî te jibîr nekim. Ez Letif, ew kesê ku te lê bi navê Hesen Dîyarî nas dikir.