Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehran bû Kurdistan, guhertin tê

17:27 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2024

N. Kawe Ahengerî

W. Hesen Mukerem

 

 

Di bizava Jin, Jiyan, Azadî de sloganek li kolanên Tehranê hat bilindkirin ku ji bo gelek kesan têgihîştina wê zehmet bû, lê ev silogan di hilbijartinên sala 1403’an a Rojî de cih girt û Tehran li hember rejîma desthilatdar a Îranê bû Kurdistan.

Silogana “Bila Tehran bibe Kurdistan, Îranê bibe Golistan” li gel “Bimre dîktator” siloganên stratejîk bûn ku ji aliyê xwepêşanderan ve di dema tevgera Jînayê de li kolanên Tehranê hatin avêtin. Beriya ku em zêde behsa vê mijarê bikin, pêwîst e behsa xaleke din a girîng jî were kirin.

Di heyama 45 salên jiyana Komara Îslamî de, bi taybetî piştî mirina Xumeynî damezrînerê Komara Îslamî, heya îro, her du aliyên hikûmetê ji bo ceribandina şiyan û şarezayiyên xwe di birêvebirina welat û bidestveanîna piştgiriya gelên Îranê, dem hebûne.

Piştî ezmûna 16 salan a desthilatdariya reformxwaz, bi taybetî di heyama du serdemên Xatemî û Rûhanî de, bi baweriya min “na”ya mezin a gelên Îranê di destbiserkirinên roja îna borî de, “na” ji reformxwazên hikûmetê re bû. Ji ber ku gelên Îranê di sala 1376’an a Rojî de bi zelalî ji binemalîstan derbas kiribûn. Lê piştî 30 salan ji hebûna ne rast, bê stratejiyeke gelerî û perspektîfa siyasî ya demokratîk a vê qonaxê, vê carê gelê Îranê nîşanî cîhanê dan ku bi her du aliyan ve, hemû sîstemê bi ser ketin e.

Sertîfîkayên nasnameyên bê xwedî û dengên betal jî di nav de, rêjeya beşdarbûnê herî baş ji sedî 30 ye. Helbet ev ji sedî 30 nikare wek “rastî” û “azad” were hesibandin jî ji ber ku hinek ji xelkê Îranê ji ber sedemên kar, gefên ewlehiyê û heta hêviya (derew) ji reformxwazên hikûmetê çûne ser sindoqên dengdanê. Bê şik di hilbijartineke azad û hevrikî de lihevhatina dengan, rêjeya beşdarbûna gel û berendaman bi tevahî ji hev cuda dibe.

Beriya randevûyanên rejîmê, peyameke dengî ya Seyîd Mihemed Xatemî Şêxê reformxwazên hikûmetê hat belavkirin û tê de ji reformxwazên hikûmetê re gotibû: “Ji bo carekê be jî em li gel xelkê bin”. Ev peyam bi awayekî berfireh di medyaya civakî û di nav çalakvanên siyasî de cih girt. Di rastî de, ev peyam, soz û helwesta Seyîd Mihemed Xatemî, serkomarê berê yê Komara Îslamî li bara hilbijartinên dahatî yên rejîmê bû. Lê Mihemed Xatemî careke din soza xwe binpê kir û kete lîstika zengila dijwar a desthilatê bi serokatiya Xamineyî û li kêlega xelkê nesekinî. Eva li halekê ye ku piraniya teqez a Îranê bi herî medenî “na”yeke mezin ji randevûyên rejîma Xamineyî re got in.

Piştî jimartina dengan li seranserî Îranê, Wezareta Navxwe ya Komara Îslamî ya Îranê rêjeya beşdariya li seranserê Îranê eşkere kir. Ger em vê îstatîstîkê esas bigirin jî, du rêjeya beşdarbûnê balkêş in. Her çendî rêjeya kêm beşdariya xelkê roja Înê di dîroka Komara Îslamî de bêmînak e û rêjeya beşdariya xelkê li seranserê Îranê bi awayekî berçav kêm bûye, lê xala balkêş amara Tehran û Kurdistanê ye ku her du amaje bi wê yekê bûne. rêjeya beşdarbûnê ji sedî 23 ne.

Helbet û bê şik para bi zanebûnên ku li Kurdistanê deng dane karmendên îdarî û leşkerî ne. Kesên ne xwecihî ku rêjeyeke berçav a beşdarbûna hilbijartinên rejîmê li Kurdistanê pêk tînin.

Piştî derbasbûna 45 salan, dilê bitevgera azadîxwaz a (Kurdistan) û navenda guherînê li Îranê (Tehran) li dijî rejîma Xamineyî ketine nav têkoşîneke hevgirtî û hemahengî de. Ev bûyer dikare ji bo Îranê bibe hêviya guherînê.

 

Tiştê ku niha divê bi awayekî micid were lêkolîn û şopandin, lihevkirina siyasî ya van her du herêman û şerê dijî rejîma Xamineyî ye ku berpirsiyariya wê girîngtir e li ser milê partiyên Kurdistanî bi giştî û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi taybetî û yên din û partiyên siyasî û çalakvanên Îranê ye.

Ez di vê baweriyê de me ku ger ev hevahengiya di navbera opozîsyonê de bi micidî were şopandin, gera duyem a destnîşankirina rejîmê dikare bi hêz, hevrêzî û hemahengiya zêdetir were dorpêçkirin.