
Piştî destnîşankirin a”Mesûd Pizişkiyan” wek serkomarê rêjîmê, li zanîngehan de derxistina mamostayan û anîneserkar a hinke kesên din dest pêkiriye û taqima nû ya rajîmê, kesên xwe bi cihê taqima pêştir datînin.
Yek ji mamostayên jiserkarderxistî yê zanîngeha “Şerîf” ê bi navê “Elî Şerîfî Zarçî” li tora civakiya “X” de belav kiriye ku “veguhastina bêbername ya mamostayên zanîngehan û ji serkarderxistin û anîneserkar a mamostayên nû bi cihê wan, bi awayekî bê bername dest pêkiriye ku cihê nigeranuiyê ye”.
Herwisa navbirî gotiye ku ev guherîne bê guhdan û îzna wezareta zanist têne kirin.
Ji aliyê din ve û li berdewamiya zêdebûna aloziyên navxweyî li Îranê, li derheq ji destdana bazara ticareta Îranê bi taybet li Îraqê, serokê odeya Bazirganî, Pîşe, Kangeh û Werzêriya Îranê “Semed Hesenzade” huşdarî daye ku bi sedema nebûna derfet bo bikaranîna sîstema bankî, nirxa berhemên Îranê 20 heta %25 bilindtir e û li berdewamiya wan pirsgirêkan bo veguhastina diraf, heta çend heyvên din bi tevahî bazara ticareta Îranê li Îraqê dê ji dest here.
Herwisa navbirî li Şêwreya Serokê Odeyên Hevpar de bi eşkere û tekezî îtiraf kiriye ku rewşa niha ya aboriya Îranê li qonaxa kirîzeke herî dijwar de ye.
Rola dorpêçên aborî bi ser rêjîma Îranê, li dijwartirkirina wan kirîzan de bi rohnî tê dîtin û bi wî awayî kirîzên li Îranê, li zanîngehan û warê aborî, dê gelek dijwartir bibin.