Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo: fîlozofek jîr û parêzvanek cesûr

22:29 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2024

N. Elî Munezemî

 

Ger em felsefeya Platon (Eflatûn) bo şirove û raveya kesayetiya dr. Qasimlo bikar bînin, ew yek dikare alavên pêdivî bow î karê giran bêxe ber destan û ciyê layiqê wî di cikava Kurdistanê de destnîşan bike. Lê mixabin di kurte gotarekê bo weşandin li rojnamê de cî nîn e ku bi hûrî em hemû wan karakter û xalên felsefî yên felsefeya Platon de ku dikarin bo zelalkirina kesayeti dr. Qasimlo bikar bên li ser ravestin û zelal bikin. Li ber wê hindê pêdiviye ku her li destpêkê de em lêbihorîna xwe li ruhê pakrevan dr. Qasimlo û hemû xwendevanên hêja bixwazin.

Platon di pirtûka xwe a bi navê «Komar”ê de dibêje «Kesek wêrek, çalak û bi hêz û xwedî cewherê felsefî  ( kesên zana û xwedî zanist) dikare bibe parêzgerê civakê.» Ger em jiyana dr. Qasimlo li ber çavan re derbas bikin, hemû ew rengdêr bi başî dixûyin. Qasimlo kesek cesûr û wêrek bû. Ew cesaret bû ew teşwîq dikir ku bikare serî li hember neyar û dijminan de rake û di hemû rewşên aloz û tengav de bi ruhek mezin li ser hemû dijwarîyan de serkeve û li ser riya azadîyê berdewam be. Ew her wisa kesek xwedî zanist û cewhereke felsefî bû. Eger em şirove û nêrînê wî guhdarî bikin yan bixwînin, ew nêrîn û hizrên wî yên kûr û berfireh dide eyankirin ku Qasimlo xwediyê ramanên bilind û hizrên kûr bû û ew yek jî bi sedema wê hindê bû ku ew xwediyê zanist û hişyarîya zêde bû di warê kar û xebata xwe de.

Perwerdê di felsefeya Platon de cihek taybet heye û Platon li ser wê baverêye ku meriv dibe hem li aliyê laş û hem jî li aliyê ruh xwe perwerde bike. Di wir de perwerdeya ruh tê wateya perwerdeya hizr û raman bo jîrbûnê. Qasimo her di zarokatiyê de laş û hizrên xwe perwerde kiribûn. Ewî li hêlekê bi geriyan li çîya û lîstika fûtbolê laşê xwe perwerde kiribû û li hêla din jî bi guhdarîkirin li dastanên şoreşên azadîxwazî yên kurdan û serpêhatiya rêberên wan şoreşan, xwe bi rûhiyeta rêberek şoreşvan wek Simkoyê Şikak pêgihîştandibû. Serçaveya pêgihîştandina dr. Qasimlo serçaveyek zelal û pak bû ew yeka jî bû sedem ku ew jî rêberek qenc be.

Platon dibêje ku «Ji bo ku ciwanên civaka me wêrek û netirs bibin, divê em ji wan re wan çîrokan bibêjin ku ewan li tirsa mirinê rizgar bikin” û “Mirovê netirs li qada şer de, mirinê baştir dizane li êxsîrîyê.” Qasimlo jî ku basa pêşmerge dike, wê yekê tîne ziman ku pêşmerge bi wateya çûn bo beroka mirinê e û ew yeka bow î xwe jî rast bû. Ew jî pêşmerge bû û pêşmerge bo parastina neteweya xwe, çavê xwe li ser jiyanê de digre û çavnetirsane diçe bo berevanî li netewe û welatê xwe. Ew her wisa hezaran car mirinê tercîh dide li ser jiyana li êxsîrîyê. Qasimlo jî dibêje ku “kurd evîndarê mirinê nîn e, evîndarê jiyanê e.” Lê eger bo azadiyê pêdivî be,  meriv dikare bimre. “ewên ku fêr dibin baş bijîn, dikarin baş jî bimrin.” Ew mirina ku mebesta Qasimlo e, mirina layiqê pakrevanan e ku wan di hizr û dilê neteweya wan de dike nemir. Qasimlo bi wan gotinan nîşan dida ku hem bi xwe wêrek û çavnetir e û hem jî dixwest pêşmerge û hevçeperên xwe bi wî awayî perwerde bike.

Platon dibêje ku “Mirovê biaqil mirina hevalê xwe li qada şer wek qedereke reş nabîne” û “mirovekî wisa ji bo hevalê xwe yê li qada şer hatiye kuştin nagirî.” Ew yeka gotina Qasimloye jî û dibêje ku “Em bo şehîdên xwe nagrîn. Ewa ku em dibe bikin da ku li hember bîranîna wan şehîdan de şermezar nebin, ewaye ku em rêya wan bernedin û wek wan heta serî li ser wê rêyê berdewam bin.”

Em jî dibe wek xwendekarê mekte dr. Qasimlo wan şîret û karakterên wî her tim di bîra xwe de bigrin û di xebat û berxwedana xwe de bi kar bînin. Ew yeka dikare xebata me bi hêztir û serkevtina me desteber bike.

Gotin li ser kesayetî, raman û jiyana Qasimlo pirtûk têrê nakin. Ez niha li ser projeyekê dixebtim û min dixwest ku bo 35mîn salvegera şehîdbûna dr. Qasimlo bigihîje destê we. Lê mixabin amade nebû. Lê ez soz didim ku ew kar bi zûyî bê kirin. Ew yeka erkeke li ser mile me ku em hizr û ramanên Qasimlo şirove û nîqaş bikin û bi wî rengî nehêlin dijmin bigihîje armanca xwe û bi şehîdkirina wî, wî li neteweya me bistîne. Heta ew hizr û raman berdewam bin, Qasimlo jî li jiyana me de berdewam e.

Ew nivîsa yê wirda de biqede lê kar û xebat li ser hizr û ramanên Qasimlo bi sedan nifşa naqede.

Ruhê dr. Qasimlo û hemû pakrevan şad û rêbaza wan bo gihîştin bi serxwebûn û azadiyê domdar be!