Piştî xwenîşanda xelkê Bengal bi taybet xwendekaran li Bengiladêşê û revîna “Şêx Husniye” ya serokwezîra wî welatî, Mihemed Yûnis ê xwediyê xelata aşitiya Nobelê, bi awayê demkî bû serokwezîrê Bengiladêşê.
Mihmed Yûnis ku li dema serokwezîriya “Şêx Husniye”yê de wek dijber û dujmin bo desthilata wê hatibû naskirin, hatibû binçavkirin û piştî serketina serhildana xelkê û bi taybet xwendekarên Bengalî li Bengiladêşî, ew li girtîgehê hate azadkirin û li ser daxwaza xwendekarên serhildêr, wek rêberê demkî yê Bengiladêşê hate diyraîkirin.
Mihemed Yûnis li sala 2066 a Zayînî de bo rizgarkirina xelkê hejar ê Bengiladêşê, banka “Giramînbank” a bengiladêşê ava kir û bi dana wamên biçûk, çendîn milyon ji xelkê Bengiladêşê ji hejariyê rizgar kir û bi sedema vê yekê xelata aşitiya Nobelê bi wî hate pêşkêşkirin.
Xwendekarên Bengalî ku rêberê wan xwenîşanadanên nerizayetî ne, daxwaz ji Mihemd Yûnis kiribûn ku serokwezîriya demkî ya Bengiladêşê bike û herwisa ofîsa serkomarê Bengiladêşê “Şehabedîn Mihemed” jî ragihand ku bilî “Mihemed Yûnis”, serokwezîra berê ya salên 2001heta 2006 a Bengiladêşî, “Xalide Ziya” jî ji girtîgehê hatiye azadkirin.
“Xalide ziya” ku rêbera nasyonalîst a Bengiladêşê bû, digel Mihemed Yûnis bi fermana Şêx Husniyê, wek dujmin hatine tawanbarkirin û hatibûnme binçavkirin.