Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya nûnerê Hizba Dêmokrat li yekem kombûna platforma “Lobiya Olî” li Otrîşê

16:39 - 22 Çirriya pêşîn 2025

Platforma “Lobiya Olî” ku platformek a pevrejiyana kêmîneyên olî yên devera Rojhilata Navîn e ji “Êzidî, Yarsan, Zerdeştî, Drûzî, Ermenî û beşek ji kirîstiyanan pêk hatiyeꓼ li 19ê Heyva derbasbûyî ve dest bi karê xwe kiriye.

Ev pilatforma li yekem kombûna xwe de daxwaz ji Hizb û Rêkxiravên siyasî yên Kurd û Otrîşî kiribû ku nûnerên wan beşdarî li vê platformê de bikin û pêşniyar û mijarên pêwendîdar ên li vê derheqê de pêşkêş bikin.

Bi vê şêwazê, gotûbêjek serast a pevrejiyanê bo hemû pêkhateyên vê deverê li ber hev vekin û bi vê rêyê jî, deng û rengên xwe bi navendên siyasî yên welatê Ortîşê û demûdezgehên ragihandinan û civaka Otrîş û Ewropayê bigihînin.

Rêzdar “Mihemed Ebdulapûr”, Nûnerê Beşa Pêwendiyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, beşdarî li vê platformê de kir û bi zimanê Almanî, gotarek pêşkêş kir.

Nûnerê Hizba Dêmokrat tevî pîrozbahîkirin a lidarxistina vê platformê, basek li derheq felsefeya pêkhatin a pêvajoyên olî pêşkîş kir û îşare bi vê yekê kir ku çêbûna vê pêkhateyê li binyatê de bo xizmetkirin bi mirovahiyê bûye, lewma hekî bawirmendên wan rê û rêbazên olî li ser felsefe û binyata avakirina xwe bimînin, hemû ol dikarin xizmet bi mirovahiyê bikin.

Nûnerê Hizbê li berdewamiya gotara xwe de bas li komara îslamiya Îranê kir ku zêdetir ji 40 sal e, gelên Îran û derdora vê tenê bi armanca qahîmkirina pêgeha siyasî-olîya xwe li deverê de diçewsîne û dikuje.

Rêzdar “Mihemed Ebdulapûr” li berdewanmiya gotara xwe de got: “pevrejiyan bi tenê li demekê de dibe ku mirov seh bi jana hev bikin, hez ji hev bikin û li pêxema jiyanek baştir de hewlê bidin, neku hev wek dujmin û dijber mêze bikin. Bi taybet kêmîneyên olî yên Kurd ku ji aliyek wek Kurd û ji aliyek din ve wek kêmîneya olî, jan û azarek gelek zêde kîşandine.

Nûnerê Hizba Dêmokrat Li dawiya gotara xwe tevî pîrozbahîkirina dubare bo lidarxistina vê platformê gotiye: “Li pêxema serkevtina vê platformê de bi alxahîniyê ve xwe ji ti hevkariyekê naparêzin.