Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê li berteka avêtina rakêtên Hizbullahê çendîn deverên Lubnanê bombebaran kirin

11:57 - 19 Îlon 2024

Îsraîlê li berteka avêtina 40 rakêtên Hizbullahê bo ser axa Îsraîl, li çendîn deverên başûrê Lubnanê de binke û bînayên Hizbullahê kirine armanc û teqandine.

Roja Çarşemî 28ê Xermananê, balafirên şerker ên Artêşa Îsraîl li deverên “Ceb Eyn, Helta, Keferkîla Odeyse û Çema”yê de binke û bînayên Hizbullaha Lubnanê bi tundî bombebaran kirin û herwisa çendên lançêrên amade yên avêtina rakêtan û cihê amadekiri bo avêtina rakêtan kirine armanc û teqandine.

Pêka raporên belavbûyî, ew êrîşe li berteka avêtina 40 rakêtan ji aliyê Hizbullahê bo ser bakûrê Îsraîlê bûye.

Heta niha ragihandinên Lubnaê li derheq rêjeya kuştî an birîndarên vê êrîşê, ti amarek belav nekirine.

Pêka raporên navxweyî yên Îsraîlê, meclîsa Îsraîlê destê kabîneya şer a Israîlê bo encamdana her êrîşek bo ser hizbullahê vekirî ye û egera tundirbûn û berfirehtirbûna şer li encama şerxwaziyên rêjîma Îranê li Lubnanê, gelek zêde bûye.