Rojekê li Tehran a paytexta mirinê, keçe kurdeke xerîb kevte ber êrîşa serkotkerên hov. Wan wisa hizir dikirin ku gurzê li destê wan û hêza piştevan, bi qasek bihêz e ku qet kes ji xwe re nevêre nav eniya xwe bikne girê, mêzeyî gurzên wan bike û çavê hemû sitemdîtiyekê li hember wan li nişîv e!
Çend roj piştre, li ser gora “Jîna”ya Şehîd, hate nivîsîn “Jîna Can tu namirî! Navê te dê bibe remz!
Sitema bi ser Jînayê, bi bîrhênerê hemû sitemên li jiyana hemû sitemdîtiyan bû û xerîbî li paytexta koletiyê de nîşanderê wan hemû xerîban bû ku li sedsaleya koloniyalîzmê de bo cudatîdanîn li nav coxrafiyaya belalêdayî bi diyarî aniye. Lewma tevî lehiya kerb û kîna gelan û xelkê sitemdîtî, serî hilda û bi bezgînî hemû berfirehiya deşta bêdadiya kewîrê dagirt.
Serhildana xelkê piştguhxistî li Îranê jêr sitema koletiyê de, serhildaneke demkurt û kerbeke bi nişkê ve nebû da ku bi çavsorkirin û serkuta çekmepoşên cemaranê û qomê bê temirandin, belku serhildana hundirê bêdadîdîtiyan bû ku çendîn dehikan e sitem bi wan tê kirin û sivikatî bi kerameta wan tê kirin û her carê xapînerek jî peyda dibe ku seha guherxwaziya wan mifaha xirabî werdigre û piştre bi pêkenîneke tal, diçe ber kêlega sitemkaran.
Êdî volkana kerb û kîna pîroz a jinan û ciwanan, kedkar û kolberan û şewatberan, Kurd û Turkemen û Gîlek û Belûçan û xwendekar û mamosta û manlişînkirî û perestar û nexweşê bê derman, hemû bi hev re teqiya û pevre hatine der ku şeqam xwediyê xwe yê rastî bibîne.
Dengê şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, gihîşte hemû kunceke cîhanê û xelkê dunyayê û tevahiya rastiyên tal ên li nav cîvaka çendîn neteweyî û curbicur a Îranê dîtin.
Lê mixabin hizra ticarî û qazancxwaziya dewletan digel rêjîma ser heta pê ya neftawî û çewtekar û maka terorîzmê, ji hev neqetiyan û lewma rêjîma wilayeta feqîh dirafê hewce bo dabînkirina malî ya hêzên serkutker bi dest xwe ve tîne.
Rijandin aeşkere ya xwîn û tawankariyên li Belûçistan, Kurdistan, Luristan û …hd, her çi qas ku dengê şoreşa Jînayê kêm kir, lê şoreşek ku ji hundirê gelan de dikele û li dijî înkarkirin û sitemkariya navendê, serî hildaye, tenê ji qonaxa yekem re derbas bûye û li rabûna serpêyan de, dê perdê li ser koletiyê hilde û diçe pêş heta ku paytexta sêdarê bêxe jêr destê xwe û bike bi neynûkek bo jiyana vekhev a hemû netewên li coxrafiyaya sitemkariyê. Şoreş zindî ye û bi nefeskêşaneke kûr û lezgtîn, dixwaze ji nû ve serî hilde.