Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îran û Kurdistanê binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin

15:03 - 10 Îlon 2024

N. Bêhzad Qadirî

W. Hesen Mukerem

Di heyama zêdetir ji çar dehik desthilatdariya rejîma Îslamiya Îranê li ser Îranê û dagîrkirina Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî berdewam û bi şêweyên curbicur ji aliyê vê rejîmê ve mafên mirovan hatiye binpêkirin.

Herçend tê gotin ku du baskên desthilatê hene (bingehparêz û reformxwaz), lê bi giştî cewhera vê hêzê yek e û her kesê ku bawer bike ku Cudahî di navbera van her du baskan de heye, bi tevahî şaş e.

Wek mînak Mesûd Pijşkiyan wek serkomarê rejîmê hat destnîşankirin (ji ber ku li Îranê hilbijartin tune û her tişt şanoya desthilatdariyê ye) û reformxwazan piştgirî dan wî, lê berevajî îdiayên wan, binpêkirina mafên mirovan li Îranê kêm nebûne, lê zêde bûne.

Mesûd Pizşkiyan zêdeyî mehekê ye ku wek serkomarê rejîmê hatiye destnîşankirin dibêje: “Hin kes difikirin ku divê ez tiştekî bikim, ez nikarim tiştekî bikim... Min sozên taybet nedane.

Ev bi xwe jî îsbat dike ku serkomar bi rastî bêhêz e û navenda sereke ya biryardayînê li Îranê Meclîsa Şêwra Nûbedaran e. Ev jî îsbat dike ku bi hatin û çûna srkomaran (çi bingehîn û çi reformxwaz) tiştek naguhere.

Li Îranê di mehekê de herî kêm 94 girtî hatin îdamkirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, di heyama mehekê de herî kêm 94 girtî di girtîgehên Îranê de hatine îdamkirin. Ev hejmar jî li gorî meha Pûşperê ku 55 girtî hatin îdamkirin 39 halet, ango ji sedî 71 zêde bûye (ango berovajî îdiayên reformxwazan, îdam zêde bûne).

Ji sedî 21ê girtiyên ku di vê mehê de hatine îdamkirin welatiyên Kurd in.

Di meha Tebaxê de, herî kêm 28 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ku 8 ji wan welatiyên Loristanê bûn, ji aliyê rejîma Îranê ve di girtîgehên Îranê de hatin îdamkirin, ku di nav wan de girtiyê siyasî yê Kurd yê Yarsan Riza Resayî ku di dema şoreşa Jînayê de hatibû girtin, roja 16ê Pûşperê li girtîgeha Dêzilava ya li Kirmaşanê , hat îdamkirin..

Di mehekê de 15 kolber hatin kuştin û birîndarkirin

Li gorî rapora Hengaw, di Tebaxa 2024’an de herî kêm 15 kolber li sînorên destkird yên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku ji sedî 86.5 ji wan bi guleyên rasterast ên hêzên leşkerî ên Îranê bûye.

Li gor vê raporê 4 kolber hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Esed Efrence xelkê Merîwanê, Nasir Osmanî xelk Rebetê, Elî Resûlî xelkê Mehabadê û Esed Êspandar xelkê Serdeştê ew 4 kolberin ku meha borî ji aliyê hêzên leşkerî ên Îranê ve hatin kuştin an jî ji bilindahiyan ketine.

Hejmara herî zêde ya qurbaniyan li parêzgeha Sine bi 13 bûyeran hatiye tomarkirin.

Divê ez vê yekê jî bidim zanîn ku kolberî ne karekî asayî û ne jî karekî mirovî ye, lê berhema dagîrkirina rejîma Tehranê li Kurdistanê ye.

Givaşên li ser mamosteyên olî yên kurd.

Em hertim bûne şahidê givaşên dezgehên îtla`at û leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê li ser gelê Kurd, çalakvanên sivîl û jîngehparêz û mamostayên olî yên welatparêz.

Wek mînak, Sabir Xwedamuradî, mamosteyê olî yê taxa Qewaxî ya bajarê Seqizê, berî demekê ji aliyê dadgeha taybet a Rûhaniyetê ya bajarê Hemedanê ve, bi 15 meh girtîgeh hat cezakirin.

Hevdem, roja Yekşemî 4`ê Xermananê, Elî Behramî pêşnimêjê gundê Nêy ya ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtila`ata rejîmê ve hat girtin û piştî nêzîkî heft demjimêran ji lêpirsînê hat berdan, lê telefona destê wî dest bi ser de hat girtin.

Givaşên li ser çalakvanên sivîl û jîngehparêz ên Kurd

Weke ku min behs kir, givaşên li ser xelkê bi taybet çalakvanên sivîl û jîngehparêzî ne tenê kêm nebûne, belkû zêde bûne. Wek mînak çarenivîsa 8 çalakvanên jîngehparêz ên Gîlanê hîn ne diyar e û Spaha Pasdaran a terorîst dixwazin dozên sexte li dijî wan derxînin.

Ew 8 kesên bi navên Mariya Xanî, Muhsin Êsfendyarî, Aras Ulfatî, Cehangîr Azadî, Lutfullah Perwîz, Hemîdriza Rehîmiyan, Selman Perhan û Mihemed Perwîz çalakvanên sivîl û jîngehparêz ên ji Gîlanê ne ku di dawiya Pûşperê de ji aliyê hêzên îtla`ata Spaha Pasdaran ve hatibûn girtin.

Dawî

Binpêkirina mafên mirovan di vê mehê de ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve tenê bi van xalan re sînordar nîne. Wek mînak bi dehan welatiyên Kurd hatine girtin, sizayên girtîgehê û qamçiyan bi ser van de hatine sepandi û dozên sexte li ser dehan kesên din hatine vekirin. Her wiha bi dehan welatiyên Kurd ji ber îtirafên bi zorê di girtîgehên rejîmê de rastî îşkenceyê tên. Divê em vê yekê jî bizanibin ku heta ev rejîm li ser desthilatdariyê be dê ev pêvajoyê berdewam bike.