Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê nirxa Bênzînê bilind kir

11:48 - 27 Çirriya paşîn 2025

Rêjîma Îranê ku pêştir ragihandibû bê xwest û îradeya xelkê nirxa bênzînê bilind nake, ev soza xwe jî wek sozên berê bi derev derxist û bo firotina bênzînê 3 nirxên cuda danbîn û maşînên nû jî ji bênzîna erzantir bêpar kir.

Bernameya rêjîmê bo 3 nirxîkirina bênzînê ti hizrîn û binyatek zanistî bilî talankirina zêdetir a xelkê Îranê nîne û ji mêjve bû ku rêjîmê dixwest vê nirxê bilind bike lê ji tirsê serîhildana xelkê, ev bi paş dixist û bi wî wayî dixwaze hêdî hêdî firotina bêzînê bi nirxa gelek bilind asayî bike.

Li torên civakî de xelkê Mesûd Pizişkiyan ê serkomarê rêjîmê ku soza neguherîna nirxa bênzînê dabû, bi çewtekar û kabîneya wî bi kabîneya çewtekariyê binav kirine.

Niha li Îranê her maşînek 60 lîtir li heyvê bi hezar û 500 tumen û 100 lîtir li heyvê bi 3 hezar tûmenî bikire û maşînên nû jî neçar in her lîtir bênzênê bi 5 hezar tumenî bikirin.

Giran kirina nirxa Bênzînê dengê nerizayetiya xelê bilind kiriye.