Pêka raporên belavbûyî, Hêza spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst, kesekî xelkê Ogandayê bi kirê giurtibûn ku li welatên Oganda û Sênêgalê de bi narincekan êrîş bike ser balyozxaneya Îsraîl ku bi sedema hişariya hêzên ewlehî li wan deveran, ew hewldana terorîstiya rêjîma Îranê hatiye pûçkirin û ev bi kirêgirtî ku kedkarê bînasaziyê bûye, hatiye binçavkirin.
Pêka gotina wî kedkarê bi kirêgirtî, “Zahid Cewad” ku xelkê Pakistanê û endamê spaha Quds a spaha pasdaran e, ev bi sipaha quds ev erkdar kiribû ku narincekan bikire û karên terorîstî bike.
Herwisa hatiye îşarekirin ku tora şikestxwarî ya rêjîmê, ji “Mêysem Sehrayî, Riza Qubadî û Ebas Mihemedneîm” pêkhatiye ku ser bi yekeya 840 a spaha Quds a ser bi spaha pasdaran a terorîstî ne.
Herwisa kesekî xelkê Bengiladêşê yê bi navê “En`am Heq” naskirî bi “Ehmed” jî karên meydanî bo encamdana vê kiryara terorîstî kirine.