Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Usrtaliyayê bi fermî spaha Pasdaran bi terorîst nas kir

16:22 - 27 Çirriya paşîn 2025

“Penny Wong” Wezîra Derve ya Ustraliyayê ragihand ku wî welatî, spaha pasadaran a rêjîma Îranê wek piştevanê terorîzma hikûmî nas dike û bi wî awayî navê spaha pasdaran a terorîst, li lîstê rêkxiravên terorîstî li Ustraliyayê de bi fermî hate Tomarkirin.

Parlemana Usraliyasyê derdora 3 heftî berî niha derfet dabû dewleta Ustraliyayê ku spaha pasdaran li lîstê “piştevanên teroîzma hikîmî de tomar bike.

Pêka raporên dezgehên ewlehî û zanyariyên Ustraliyayê û pêka belgeyên rohn ên kiryarên rêjîma Îranê li Ustraliyayê, eşekere bûye ku spaha pasdaran a terorîst li darîştina pîlan bo êrîşkirin bi ser cihûyên li Ustraliyayê, rol hebûye.

Dewleta Ustraliyayê li biryara xwe de ragihandiye heçî kesê ku li wî welatî de alîkarî yan peywendî digel sipaha pastaran hebe, dê sizayê 25 sal girtîgehê bikêşe, îca li heçî post û pileyekê de be jî.