Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Derve yê Lubnanê, bi tundî bersiva destêverdanên rêjîma Îranê da

10:51 - 27 Çirriya paşîn 2025

“Yûsif Recî” Weîzrê Derve yê Lubnanê li derheq gotina “Elîekber Wilayetî” şêwirkarê payebilind ê Elî Xamineyî li karûbarên navnetewî de ragihand ku dewêleta Lubnanê, bi ti awayek destêverdana welatên biyanî li karûbarên navxweyî yên Lubnanê de qebûl nake.

Herwisa navbirî li bersiva gotina Elîekber Wilateî de ku gotibû “hebûna Hizbullahê li Lubnanê de ji nan û avê hewcetir e” de ragihand:  Eva ku bo ji nan û avê hewcetir e, desthilat, azadî û serbixweyiya biryardan li hundirê Lkubnanê ye, dûr ji dirûşmên îdeolîjîkî û çarçoveyên derveyî sînorên Lubnanê ku welatê me kawil kiriye û bi berdewam hewla jinavbirina zêdetir a wî welatî dide.

Navbirî li peyama xwe li tora civakiya “X” de rû bi Ebas Îraqçî yê wezêrê derve yê rêjîmê ragihand: “min  gelek dixwest axaftinên we bawir bikim ku Îran destêverdanê li karûbarên Lubnanê de nake, lê dema şêwirkarê rêberê we peyda bû, me baş zanî ku çi bo Lubnanê girîng e.