Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Windakirina zordestî, debara siyasî ya sîstema serkutkar

16:51 - 26 Çirriya paşîn 2025

N. Serbest Urmiye

 

Ji Xezelwera 1398’an heta Îro: rastiyek ku bê çareser, tenê hatiye veşartin

Xwepêşandana Xezelwera 1398’an bûyerek bû ku rastiyên desthilatdariyekê dane eşkere kirin. Desthilatekê ku ne li gor daxwaza gel, belkû li ser bingehê tirsandina hertimî û kontrolkirina civakê xwe ragirtiye. Meşa ku ji ber jordeçûna bihayê benzînê û zêdebûna hêla xizanî û zexta aborî ku mafeke sereke yê welatiyên sivîl e, serhildan, rastî çarenivîsekê hatin ku di çi pergalek berpirsiyar de nahê wêna kirin: gulebaranên bêsînor, qutkirina hêlên înternetê li seranserê welêt, veguhastin û veşartina nepenî ya cenazeyan, gef li malbatên girtiyên ku bê belgeyên fermî hatibûn girtin û di çi sîstemekê de nehatibûn tomar kirin. Ev bûyer, her çend ku rastiya wan di bin siya rejîma Îranê de ne cihê pirsiyarê ne, parek bûn ji pêvajoyeke dirêjtir. Pêvajoyek ku îro bi zuhabûna bendava Kerecê û derketina komek ji cenazeyên bê nav û nîşan bo careke din ji nû ve tê bibîranîn.

Zordariya siyasî ne bertek, belkû bingeha pêkhatina rejîma Îranê

Her kesê ku ji zordarî û tundûtîjiya rejîmê di Xezelwer 1398’an û her wiha  pêvajoya tepeserkirina 1401’an kiriyarek yan bersivek demkî ji bo krîzê serhildayî mêze bike, ji rastî û xwezaya sîstema rejîmê baş fêm nekiriye. Pitir ji Çar dehsalan ji dîroka Komara Îslamî didin zanîn ku dezgehên ewlehiyê yên rejîmê ne tenê bersiva çi kirîzan nadin, di bingeh de çavkaniyên berhemanîna krîzan in.

Darvekirinên bê sînor yên deh salên 1360an, tepeserkirina tevgera xwendekaran a 1378an, bûyerên 1388an, xwepêşandanên salên 1396 û 1398an, û tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" pêngavên pêvajoyekê ne ku tê de zordarî û serkut kirin emrazên sereke yên hikûmetê ne, bo fetisandina civak û kontirolkirina raya giştî.

Raportên navneteweyî yên salên borî, jordeçûna bê hidûd a darvekirin, girtinên bê serûber û îşkenceyê, gefên li ser malbatên girtiyan bi terzeke zelal didin xuyakirin. Darizandinên bê  parêzer û serberedayî û îtîraf wergirtinên bi zorê jî yê bûne terzê asayî bo dezgehên ewlehiyê yên rejîmê. Ev hemû rastiyên desthilatekê didin eşkere kirin ku mayîndebûna xwe di kontrola tevalî ya civakê de dibîne.

Veşartin, emrazek ji bo vendakirina hevdem a rastî û neraziyan 

Veşartina bi zordestî li Îranê bêtir ji alavekê bo tepeserkirinê, mekanîzmekî sîstematîk e ji bo hevdem ji holêrakirina mirov, rastî û astengkirina şop û dewsa dozê. Pêvajoya reşkujî û bê ser û şûnkirina gietiyan ji deh salên 1360’an ve heya reşkujiyên piştî xwepêşandanên 1388 û 1398’an,  berdewam e ku di asta herî bilind de digihîje Xezelwera 1398’an. Bi qutkirina hêlên înternetê û kontirolkirina medya û ragihandinê, karîn ku pêvajoya han ser bixin û ji raya giştî veşêrin. Lê  pêvajoyek ku weke debara siyasî ya tirs û meşandina siyaseta hov tê naskirin, bi veşartin û wendakirinê nameşe, belkû dibe sedema alozkirina hizra giştî û birîndarkirina civaka azadîxwaz û hêcetek bo serhildanê.

Vê carê jî avê derî li rastian vekir

Bendava Kerecê da xuyakirin ku navendên ewlehiyê yên herî xurt û aloz jî nikarin bo hemêşe rastiyê veşêrin. Daketina asta avê him term û him jî rastiyên peçavtî eşkere kirin. Ev laş ji bilî vê çendê ku belgehên selimandina sûcê ne, di heman demê de jî civak û nifşên pêşerojê haydar dikin ku çi desthilatek nikare bi tepeserkirin û peçavtinê rastiyên dîrokê veşêre. Rastiyek ku diselimîne ku hovîtî û zordestî çi caran hertimî nînin û bi berxwedana xwezayê û serhildana gelan bi dawî tên.

Ya ku nedibû bê kirinê, civakê kir

Şareza û endaziyarên siyaseta fetisandin û ji holerakirinê, hertim di qonaxekê de şas dimînin û  texmînên nerast hene. Ew hiş û hizra giştî ya civakê safîlke û demkî dihesbînin. Berevajî hizir û hişê civakê, nemaze malbatên mafxwaz, ne tiştek in ku bi gefan werin bişavtin.

Dayikên mafxwaz ên Xaweran, dayikên qurbaniyên Xezelwera 1398  û  1401’an yê bûne çeperên  diyar ji bo exlaq û berxwedanê. Çeperek ku rejîma Îranê ne dikare ji holê rake û ne jî bedelekê jê re peyda bike. Di vê çeperê de hemû li ser vê baweriyê ne ku bişavtin û ji holêrakina fîzîkî renge bikare meşa serhildan û mafxwaziyê mend û hêdî bike. Lê çi caran nikare pêşiyê jê bigire.

Opozîsyona lawaz, valahiyek bi qazancê rejîmê

Rast e ku di bûyerên çend salên derbasbûyî yê Îranê de û di rêza herî berçav di şoreşa”Jîna”yê de, hovîtî û zordariya rejîmê faktera sereke ya lawaz kirina serhildanan bû, lê di kelekê de hevnegirtin û hevrikiya hêzên opozîsiyonê û ji hemûyan berçavtir opozîsiyona Fars a xwe bi navend zan û tevahîxwaz, valahiyek di rojeva serhildanan de pêkanî ku di daviyê de aşê serhildanan bi qazancê rejîmê geriya.

Perçe perçebûn, hevrikiyên nezanistî û nebûna mekanîzmeke zanisttewer bû sedem ku hêza opozîsyona rejîma Îranê bi giştî di derbaskirina doza gel li dijî rejimê bo navendên navneteweyî, lawaz derket û nekarî weke hevce û bi belgehên yasayî yên bihêz li hember civaka navneteweyî derkeve. Ev jî bû sedem ku belgenameyên bi wec û yasayî li dor pêvajoya serkut û wendakirinên zordestî yên rejîmê  bê bandor bimînin.