Xelkê ceribandiye
N. Nûredîn Sofîzade
Wan rojên vê dawiyê de û bi germbûna base egera êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê û çêbûna şerê raste rast di navbera wan de, dîsan hinek bilendigoyên jengavî û xwediyê seha dîktatoriyê û alîgirên rêjîma navendgera li Îranê de, ku têniyê xwîna netewên bê mafe cografiyaya destçêkirî bi nave Îranê ne û dijî heçî maf û azadiyekê ne bo wan netewan, dest bi pirûpagendeyekî berfire kirine ku belkî carekî din û li egera guhartinan de, malbata gendel û dîktatore paşayetî cihê rêjîma axundî bigre.
Carekî din hinek media kirine besîc ku berdewam navê Kurê Şahê dictator bêxne ser zimanan ku goya piştî nemana rêjîma Îslamî, kite altirnatîv Roza Pehlewî ye û bes.
Ji kesê weşartî nine ku serdemê rêjîma dîktatore Pehlewî yê bab û kur, serdemê herî reş û asmîlasiyona netewên xeyrî Fars bû ku yêk Ala, Yêk Ziman, Yêk Xak, û yêk çandê bi ser hemî netewan de sepand.
Hemî kes dizane ku serdemê rêjîma sernixûnbûyî a Paşayetî de heçî dengekî mafxwazî dihate fetisandin, û tu cure azadiyekî siyasî, çandî, netewî çinebûş
Hekî îro rêjîma Axundî dest bi ser ser hemî serweta welat de girtiye û xercê dabînkirina çek û cebirxane ya girûpên tirorîstî li nawçê de dike û li pêxema şerxwazî û berfirehtirkirina îdolojiya kevnarperweraneye xwe dike, li serdemê rêjîma dîktatore Paşayetî de hemî serweta xelkê Îranê tenê li destê malbata Pehlewî de bû û hemî dihate talankirin û dihate dizîn û dikêşandine bo welatên dine.
Ji bîra netewên bê maf neçoye ku Bab û Kurê bi du hevde yê paşayên Îranê, çawan xwîna şorişvan û rêberên Kurdan û Belûçan û Ereban û Azeriyan û Loran û Tirkimenan dirijand û ber çavê zarokên wan netewan rêberên wan li sêdarê didan.
Hemî ev xwînane bûn, hemî ev sitem û dujminayetiye bû, hemî ev bêmafkirnane bûn ku bûne girkan û peqiya û peşqelê wê agir berda tex û bextê rêjîma dîktatore Paşayetî li encamê de sala 1357ê ev dîktatorî sernixûn kirin.
Ev tovê sîstema nasyonalîzma Farsî ku niha jî xwe serdest dizane, hemî berhema dîktatoriya rêjîma Paşayetiye ku ev heste wisa ji wan kiriye ku xwe xwediyê heyî û neyî ya Îranê bizanin û xwe derece 1 û netewên din derece 2 û blindest bizanin. Her ev mîratê şiyonîzmî bû ku piştre bo rêjîma Axundî re ma.
Netewên sitemlêkiriye xeyrî Fars yên li Îranê de, bi sedema wan herduk rêjîmên dîktatore bi du hev de, rastî gelek zilm û sitema siyasî, abûrî, çandî, bavirmendî , civakî hatine û li pêxema li ser xwe birina wê sitema sîstimatîk û rizgariyê û geheştina bi maf û azadiyan, nirxên gelek giran dane.
Lewraye ku ti yêk ji wan netewên xeyrî Fars bi çi nirxekê qebûl nakin ku careke din wegerin bo serdemê reşe Paşayetî.
Hekî qirar be li pêşerojê de û piştî sernixûniya rêjîma Axundî qewareyek bimîne bi nave Îranê, dive ew welat milkê hemî netewan wek hev be û her aliyek xwediyê hemî mafên siyasî, abûrî, civakî, netewî ye xwe bin û dive dur be ji sitem û asmilasyon û navendgerayî û xwe sepandina neteweyekê bi ser hemî xelkê welat de.
Hekî wisayeye bi ti avayekê rêjîma dîktatore paşayetî li nava xelkê Îranê û netewên wê de çinîne.
Ev kesê ku niha xevna geheştina bo ser textê Paşayetiyê li Îranê de dibîne, hemî kes dizane û ceribandiye û çi cudahiyekî wî digel rêjma Axundî çinîne û derbideriya 45 saleye wî li dunyaya derve û li nava navendên dêmokratîke cîhanê de û li serdemê ênformatîkê de, çi guherîn bi ser aqil û raya wî ya şiyonîzma netewa bala dest de neaniyê ku bêguman nabe çavnihêrê guherînê jî jê bête kirin. Ev kurê Dîktatorekî xwîn mije û bi hesta faşîzmiya navendgera fiçik girtiye, lewra dibe baş bizane ku li pêşerojê de jî çi cihek di nava xelkê Îranê de çinabe.