Meydana fînalê
N. Kerîm Perwîzî
W. Bêhzad Simko
Dîplomasî li encama şer û hevrikiya hêzan de tê pêş, li rastiyê de diplomasî encama şerek li navebra du an çend aliyan de diqewime û bi wateyeke naskirî ya dîplomasiyê jî, berdewamiya şerê fîzîkî li meydana siyasî û danûstandinê ye.
Bi vê wateyê, li navbera du an çend aliyande alozî û hevrikî dîqewime û ew hevrikiya bo rêyeke tengav a jinavçonê radikêşe û li vê tengaviyê de navbendçî peyda dibin û bo vê ku şer heta jinavçona aliyekê berdewam nebe, deriyek vedibe ku her du an çend aliyên hevrikiyê, jui vê derbas dibin û şerê fîzîkî bo meyda danûstandinê vebiguhazin û bi rêya danûstandin û siyasetkirinê, vî şerî bidomînin.
Ew şerê siyasî û dîplomasiyê heta demekê dirêj dibe ku du an çend aliyên vê hevrikiyê, bigihîjne qonaxa jihevtêgihîştinê ku her yek ji wan çi destkevtek hebin.
Li rastiyê de encam û doma dîplomasiyê jî lihevkirinê li xwe digre, ku li vê lihevkirinê de hemû aliyan poenan didin û poenan verdigrin û tê de berjewendî bi dest dixin û rastî xisarê jî tên! Îja ron û xuya ye ku li vê lihevkirinê de aliyê bêhêz xisara zêdetir û berjewendiya kêmtir li ber dikeve û aliyê bi hêz, berjewendiya zêdetir û xisra kêmtir li ber dikeve!
Lê gelek caran tê pêş ku lihevkirin, ya dawî bo bdawîanîûn bi rewşa pevdanê nîne û li rastiyê de lihevkirineke demkî bo paşxistina hevrikiyê ye ku her du alî bi destxwe ve tînin ku bo hevrikiyeke din xwe amade bikin! Ew cure lihevkirin li hundirê xwe de bombeke demjimêrvekirî heye ku her çirçeyekê li roja qiyameta teqîna xwe nêzîk dibe û li vê rojê de diteqe, aliyên hevrikiyê diçne nav meydana fînal bo şerê dawî ku li wir de êdî berjewendî û xisarên giran têne diyarîkirin û lihevkirineke wiha liu pey xdwe tîne ku berjewendî û xalên statejiyên xwe têde nûjen dikin û bo heyameke dûrtir, aramî bi ser rewşê de cihgîr dibe.
Yek ji wan lihevkirinên demkî, lihevkirina Bercamê li navbera welî feqîh û welatên Rojavayî bû ku têde weliyê feqîh bi xisarên gelek giran, demdirêjiya temenê rêjîmê bi dest xwe ve anî bû, lê bomba demjimêrvekirî li dema xwe de bi destê Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê hate aktîvkirin û hevrikî ji nû ve dest pêkir!
Hevrikiyek ku li berdewamiya xwe de û bi siyaseta lawaz a “Joe Biden” ê Serkomarê din ê Amerîkayê, 7ê October a 2023yê li pey xwe anî û meydana şer berfirehtir û rontir kir.
Li wan rojan de Elî Xamineyî û kesên ser bi wî, piştî hevrikiya piştî bersivdana Îsraîl bi çerxwazî û fitneyên wan ku bi 180 mûşekên balistîkî êrîş kiribûne ser axa Îsraîl, li destpêkê de xwestin bersivdana Îsraîlê bi biçûk bidin xuya ku bi awayekê xwe ji bersivdanê veqelêzin, çimkî rewşa rêjîmê bi xwe li niha de bi baş nizanin û nigerê vê ne ku niha amadeyê vê nînin ku pê bawêjne nav meydana qedersaz li meydana fînalê û dixwestin bi şêwazekê, hêcetek bo destragiurtênê peyda bikin!
Lê derkevt ku Îsraîl derbeke wiha giran bi rêjîma Îranê daye ku ti rêyek bo înkarkirin û xwejêveqelizînê nehiştiye û her rojê, raporteke nû li derheq aqt û qasa karlêkerî ya bersivdana Îsraîl û jinavbirina binkeyên startejîk ên leşkerî ya weliyê feqîh li navxwyê Îranê de belav dibin.
Belavbûna wan raporan û xuyakirina rastiyên derba giran a Îsraîl, hem lawaziya leşkerî ya Xamineyî û spaha pasdaran a terorîst da xuya û hem li nav girûpên destçêkiriyên vê rêjîmê de li deverê, hitbara vê birê jêr birsyarê, lewma Xamineyî û tîma gêja wî biryar dane ku dê bersivê bidin!
Li şerê leşkerî li navbera rêjîma îslamiya Îranê û Îsraîlê de xalên bihêz û bêhêz ên her du aliyan hatine xuya.
Hêza leşkeriya Îsraîl bi taybet hêza esmanî bi qasek bi hêz û xwedî bandor e ku bi hêsanî hate esmanî Îranê û binkeyên stratejîk û girîng ên spaha pasdaran û hêza leşkerî kawil kirin û zivirîn û hêza Îranê nekarîn heta rêgiriyekê jî ji wan bikin!
Li hember de Îsraîl welatek biçûk e û li ber êrîşa sedan û çend hezaran mûşekî û dironî renge lawaz bê xuya!
Lewma li ragihandinan de bas ji vê tê kirin ku weliyê feqîh biryara bersivdanê daye û pisporan gotine ku vê carê, rêjîma Têhranê dixwaze mûşek û dironan bo axa Îraqê veguhaze û ji Îraqê ve êrîşê bike ser Îsraîl. Renge bernameya vê cara rêjîmê ev be ku bi vê yekê bikare derbê li Îsraîlê bide û her wek du carên pêştir abûra wan neçe û wek şanoyek neyê xuya, dixwaze êrîş berfireh û ji çend aliyan ve bi mûşekên kirûz, balistîkî û dironan êrîşê bike ser axa Îsraîl, hekî êrîş berfireh û çend alî nebe, sîstema berevaniya îsraîl dê bersivê bide û dubare dê bi şanoyek dê bê berçav, hekî êrîş berfireh be êdî nayê kontrolkirin û xuya nake ku dê bi çi qasekê xisra mirovî bi Îsraîlê bikeve ku ev yek bi xwe jî dê bibe sedema bersivdaneke tundtir a Îsraîlê û renge rêjîmê bêhêz bike!
Bo derbasbûn ji vê bêhêziyê, her ji 7ê October a 2023 ve û pêştir jî li hizra berfirehtirkiri9na lezgîn a bernamjeya navkiya xwe bû û li 7ê Octoberê ve bi mifahvergirtin ji kîşana bala civaka cîhanî bo şerê Îsraîl û Hemasê, rêjîmê meyandina Uraniyomê lezgîntirv kir û xwe nêzî berhemanîna çeka navkî kiriye.
Her li niha de hem fermandeyên spaha pasdaran a terorîst bas ji vê dikin ku renge bo aliyê bidestveanîna çeka din ku armanc çeka navkî ve herin û hem şêwirkarê Xamnineyî, anku Xerrzazî ragihyandiye ku şiyana berhemanîna çeka navkî hene û serê mar bi xwe jî ragihyandiye ku bo dijayetî digel dujmin, her çekek hewce be, dê bi dest xwe ve bînin!
Wa xuya dike ku rêjîm dixwaze bo parastina xwe ji êrîşa gurcikbira Îsraîl û tirsandina Îsraîl û Amerîkayê ku êrîşkirinê negihînin qonaxekê ku rêjîma Îranê bêhêz bibe, geva vê dixwin ku dê listokê bibin asteke din!
Eva ku tirs û gefxwarina vê bike ku renge lîstokê bibe asteke din ku aliyê beranberê te xisarên gelek zêde pêdikevin û li rastiyê de gefa têkdana çarçoveya lîstokê dike, renge bi awayek bibe bandor ku aliyê beranber bêxe hizra vê yekê ku bo têkçona yekcarî ya rewşê, hêj bersivdaneke dijwar nede.
Lê renge vê peyamê jî bide aliyê beranber ku hekî derfetê pê bêdanê, li wî warî de bihêztir dibe û renge rojekê bi nişkêve vê gefxwarinê bike praktîk, îca baştir ev e ku niha ku rewş li wî warî de baş e û hêz kom bûye, bomba demijimêrvekirî bi rê bixin û listokê bibin meydana fînalê û êdî hevrikiya dûr û dirêj a çend dehikan bi dawî bê û lîstoka fînalê bê lîstin û derba gurcikbir bê lêdan û renge li nav hundirê bûyerên vê de dûredîmena paşerojê bê xuya.
Îro jî nebe, li paşerojeke ne-dûr de weliyê Feqîh û kesên ser bi wî, dê bibin bo meydana fînalê, encama fînalê jî renge pêşbînîkirî nebe, lê lojîka hêz dibêje ku li vê hevrikiyê de kê xisara mezintir ber dikeve û her lojîka hêzê jî dibêje li li vê lîstoka fînalê, de çi bi me kurdên Rojhilat bikeve û dê çi ber me bikeve.