Rojava, Derfet, berpirsyarî û berjewendî
N. Elî Munezemî
Gellek kes dibêjin ku derfeta bo kurdan li Rojavayê Kurdistanê hatî pêsh, fersendeke sedsalî e û weha derfetek sed salan carek bo neteweyekê dikare bê pêsh û eger partî, rêkxistin û komên kurdistanî wê fersendê bash bi kar neynin, dibe carek din Kurd li Rojava 100 salan chavnihêr be heta carek din mecalek hanekî bash jêre chêbe. Ew yeka erkek mezin dixe ser milê hemû xelkê kurd bi gishtî û bi xasma partî û chalakvanên li Rojavayê Kurdistanê. Ew yeka li Kurdan dixwaze ku:
1. Dibe nêrîneke siyasî ya berfireh were pêşxistin. Em kurd ku niha li serdema xebata rizgarîxwazane a neteweyî-nîshtimanî de ne, dibe vîzyoneke me a zelal hebe. Divê partî û kesayetiyên sîyasî bi awayekî zelal nêrîneke hevpar ji bo Rojavayeke demokratîk, piralî û berfireh ku xizmeta hemû pêkhateyên etnîkî û olî, Ereb, Asûrî û Êzdî dike, bêxe rojevê. Derheq wê yekê ewa PYD xwediyê tecribe û pratîkek bash bûye heta niha. Lê ewa ku PYD rê nedaye aliyên din yên sîyasî ku ew jî di wê pêvajoyê de pishikdar bin û ewan aliyan jî li ciyê hevkarî û nîshandana toleransê bi PYDê re, chon û tevî aliyên opozîsyona Sûryeyê yên girêdayî bi Tirkiyeyê re tîfaq kirin, kêmasiya herî mezin a wan herdu enîyan e. Dibe kurd xwe ji perçebûnê dûr bixin: Hevkariya di navbera partiyên curbicur ên kurdî û komên din ên herêmî de bihêztir bikin, da ku li ber sedema dubendiyên navxweyî têkoşîna rizgarîxwaziyê têk neçe. Ji ber wê yekê jî pêdivîye ku PDK û PKK bo pêshvechona proseya li hev nêzîkbûna aliyên kurdî li Rojava, bi wan re alîkar bin û nehêlin rikeberiya di navbera wan de, kurdan bêhtir perche bike.
2. Dibe modelek xurt û demokratîk bo rêveberiyê di Rojava de pêkbîbnin. Her wek ku hate gotin, PYD di wî alî de pêngavên mezin hilgirtine. Lê bi pishikdariya aliyên sîyasî ên din, dikare ewê yekê hîn xurt bike û ewê modelê bike mînakek bo rêveberiya hevpar û pishikdarker di Rojhilata Navîn de. Li hêlek din jî bide piştrastkirin ku mafên mirovan û wekheviya zayendî di pratîkê de yê birêve herin û ew yeka jî dikare pêbaweriyê hem li herêmî hem jî li qada navneteweyî ava bike.
3. Xurtkirina xebata dîplomatîk û rakishandina piştgiriya navneteweyî di dema niha de û bi xasma ku chavên zaf hikûmetên herêmî û zilhêzan li kurdan e, zêdetir li her demekê hem pêdivîye û hem jî mumkin e. Partiyên Rojava dibe têkiliyên dîplomatîk bi aktorên navneteweyî re, di nav de YE, DYA, NY û rêxistinên mafên mirovan, zêdetir vegeshînin. Partiyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê û hemû xebatkarên qada dîplomasiyê li Kurdistana mezin de, dibe cehd bikin bo nîshandana rûyeke meqbûl bo doza kurd li ser esasê hevkeviya zayindî û pêshvechûna xebata civakî û prensîpên din yên demokratîk. Ew dibe deriyên zêdetir li ser kurdan de wekin û pirsa kurdan tenê bi yek alî ve (tenê welatên rojavayî an Rûsiya bi tenê) girê nedin û cehd bikin pishtgiriya gellek aliyan bo xwe rakishînin.
4. Mifah li civaka sivîl û nirx û elementên nasnameyî bihête wergirtin. Dibe birêveberên Rojavaya Kurdistanê civaka sivîl wek fersend bo xwe bibînin û bi pishikdarkirina wan di pêvajoya biryarchêkirinan û birêveberiyê de, pishtgirtin û baveriya xelkê xwe bi xwe û sîstema xwe ya desthilatdariyê xurt bikin û buhayek mezin bidin nirxên hevpar yên Rojavayê Kurdistanê yên wek wekhevî, demokrasî û azadiyê.
5. Chêkirina sîstemeke xurt a parastinî mezintirîn erk e di dema niha de. Bo wê armancê dibe kurd li Rojava li aliyekê sîstemekê chêbike ku nehêle bi hîch awayekê sher û pêkdadanên birakujî li Rojava chêbibin. Li ber hindê jê chêkirina yek hêza parastina nîshtimanî pêdivî e. Li hêla din jî dibe di pratîk de piştrast bike ku hêzên leşkerî bi dîsîplîn, profesyonel û bergirîker bimînin û bidin eyankirin ku ew hêz bo parastina Rojava ye û ne ewa ku hêzeke hêrishkar be.
6. Nehêle sîstema nû a Sûryeyê yan jî welatên derdorê wan bêxin bin zext û guvashên sîyasî-aborî. Dibe Rojava li dîrok û rewsha Bashûrê Kurdistanê shîretê werbigre. Li ber hindê jî pêdivî e ku statejîyeke aborî bo xweseriyê hebe ku fokûs bike ser xwe jiyandin, berdewamî û avedankirinê. Bo wê armancê jî dibe li hemû alîkariyên derve û yên navnetewî wek alîkariyên mericane mifah werbigre. Her weisa chavkanîyên xwezayî biparêze û nehêle ku bikeve destê bîhaniyan û xelk li xêra wan bêpar bimîne.
7. Dibe hemû aliyên siyasî pragmatîst tev bigerin û xwe li pirensîpên dogm yên îdeolojîk biparêzin û ewê bikin ku bo xelkê kurd pêdivîye. Em kurd zaf caran bûne qurbaniyên serhishkiya îdeolojîk û nabe em karek wisa bikin û îdeolojî bibe sedem dijmin bo me chê bibin û yan jî em bebin canê hev.
8. Avakirina sîstemek nûjen a perwerdehîyê ku esasê her civakekê ye, bo Rojava jî hevceyîyeke îroyîn e. PYD heta niha kariye xîmekê bo perwerdeyê chê bike. Lê bi sedema rewsha Rojava, ew sîstem nikare bersiva pêvîstiyên Rojava bide. Ber hindê jî Sîstemek ku hem pêdavîstîyên wê bêne chareser kirin û hem jî pirensîpên xwe yên bingehîn wek pêshxistina azadî, demokrasî û mafên merivan berdewam bike, gellek bo chêkirina pasherojeke gesh bo xelkê me, lazim e. Ew yeka hem erkê kurdan bi gishtî û hem jî erkê desthilatdarê Rojavayê Kurdistanê e ku bo pêshxistina sîstemeke wisa a perwerdehiyê kar bikin.
9. Xebata rizgarîxwazî pêvajoyeke demdirêj e. Ber hindê jî dibe Rêveberên Rojavayê Kurdistanê hem hereshe û tehlûkeyan bash bibînin û rêka chareseriyê jê re bibin û hem jî xebata xwe bi bêhneke fireh pêshve bibin. Dijminên me pir û dostên me kêm in. Lê em eger pêdagir bin li ser pêshxistina demokrasî, hurmetdanîn bo pirrengî û nirxên ku îro li hemû cîhanê de pesend dibin û cehd bikin ku Rojava wek yekîneyek sîyasî a xwedî serverî li cîhanê de were pejirandin, chi guman namîne ku xeba xelkê me yê bigihîje armanca xwe.
Ev tedbîrên me bas jê kirin, ne tenê dikarin têkoşîna azadiyê ya Rojava de xurtir bikin, di heman demê de yê wê herêmê bikin mînaka herî bash a pratîka demokratîk û rizgariya aştiyane ya li herêmeke aloz wek Rojhilata Navîn de. Rojava dikare bibe sedem paradîgmeke nû û bêhempa di herêma Rojhilata Navîn û di xebata rizgarîxwazane de destpê bike. Rêka azadiyê li berê kurttir bûye, lê dibe em pêngavên xwe rast bavêjin.