Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şikesta komra Îslamî li deverê wek derfetek bo

19:23 - 7 Kanûna Paşîn 2025

Şikesta komra Îslamî li deverê wek derfetek bo opozîsiynê

N. Îsmaîl Şerefî

W. Bêhzad Simko

Rewşek ku komara Îslamî li deverê de tûş bûye, ked bi hederdan a hewleke dehansale ya hemûalî ye ku li dirûşma “şandina şoreşê bo derve” ve dest pêkir, bi hewldan bo çêkirina hilala Şîe û wehma dabînkirina kûrahiya stratejî li welatên derdor, berdewam kir. Komara îslamî li pêxema wan armancan bi avakirina taqim û girûpên çekdar li welatên deverê, destêverdan li karûbarê navxweyê welatan û bi hederdana sedan milyard Dolar ji darayiya xelkê Îranê, heta asteke zêde bandora xwe bi ser deverê de sepandibû ku ev yeka bo rêjîmê li pirsgirêk û pêwendiyên deverî û navnetewî de giranî û karta givaşxistinê bû.

Piştî bûyera 7ê October a 2023 a Zayînî û lewazkirina Hemas û Hizbullaha Lubnanê û li dawiyê de herifîna rêjîma Beşar Esed li Sûriyê, li deverê de dawî bi hejmonî û bandora dehan saleya komara Îslamî hate.

Ew rewşa komra îslamî bilî vê ku karlêkeriyên curbicur ên siyasî li deverê kirin, bê şik bandor li ser pêkhateya rêjîmê bi xwe, tevgerên nerizayetî yên navxweyê welat û bereya opozîsiyona rêjîmê jî hebû û dê hebe. Ew karlêkeriyane ku dibe li herduk dîtingehên gef û derfetê bê mêzekirin, li dîtingeha tevgera mafxwazaneya gelên Îranê ve zêdetir erênî û hivîder in. 

Li vê gotarê de emê zêdetir bal bo ser karlêkeriyên vê şikesta komara Îslamî li ser bereya opozîsiyona rêjîmê û ji penceraya derfetê ve mêzeyî vê pirsê dikin.

Piştî herifîna rêjîma Beşar Esed, her çi qas ku Elî Xamineyî, rêberê rêjîmê li 3 derketinên cuda de hemû hewla xwe da ku bîde xuya ti tiştek neqewimiye, lê nikare seh bi şikest û herifîna rêjîma vî li deverê neke û me ev îtirafkirin ji gelek berpirsên rêjîmê ve dît, ku ew bo xelkê welat hem xweşe û hem hivîder e. bi wateyek din, niha gelên Îranê baş dizanin ku komara îslamî ew hêz û desthilat nîne ku çendîn sale xwe pê radikêşe û gelek baş ji vê têgihîştine ku komara îslamî gelek ji wan kartan ji dest dane ku li asta dever û cîhanê de bikar tînan û givaş  pê dêxiste ser civatgeha cîhanî.

Li asta navxweî de jî xelk rojane bi çavên xwe, rewşa lerzok û tejî qeyran a rêjîmê dibînin û zêdetir ji her demekê, hêviya nemana vê rêjîmê û gihîştin bi jiyaneke serbilindane dikin. Xelk li pey derfetekê ye ku bi yekîtiyê bi hêzeke qahîm û yekgirtî, bi berçavrohnî ji paşerojê, hewl û tekoşîna xwe û erxahînbûna xwe ji gihîştin bi paşerojeke dilxwaz, îradeya xwe bidin nîşandan û bi yekcarî, dawî bi vê rêjîmê bînin.

Li vê derheqê de eva ku li wan rojanede bas ji rewşa aloza komara îslamî hatiye kirin, zêdetîrîn balkêşandin bi ser tê kirin û wek hewcehiyek bas li ser tê kirin, bereya opozîsiyona rêjîmê û rol û rêkarên wan li pêxema dawîanîn bi komara Îslamî û bersivdan bi wan nigeraniyane ye ku xelkê li vê rewşê de hene.

Lewma rewşek ku komara îslamî tê kevtiye û civaka navnetewî vê demê ji dûr ve mêzeyê vê dike, bo hêz, alî û kesayetiyên dijî komara îslamiya Îranê, derfeteke dîrokî çê kiriye. Komara îslamî bervajiyê 3 sal berî niha, ti karteke wiha li ber dest nemaye ku li rastiyê de danûstandinê bi vê lidar bixe. Eva ku heyeta bernameya navkî û îdiayên vê heyetê kirinî, wa xuya ye ku ne li Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî û ne aliyên Ewropayî ve wek pêştir digel de naçne pêş. li rewşeke wiha de opozîsiyon dikare tevî nîşandana karnameya tejî şer û fitne û terorên komara îslamî û bi balkêşandin bi rewşa rêljîmê li dever û navxweyê welat û çavrêtiya xelkê, hem li asta navnetewî de îdiaya nûneratiya xelkê bike û hem li asta navxweî de xebat li ser komkirina hêza xelkê û nehiştina nigeraniyên wan li paşerojê bike.

Eva ku heta niha ji çalakî û hewlên bereya opozîsiyona rêjîmê tê dîtin, tevî ku opozîsiyona navxwe bi taybet li asta kesayetiyên siyasî û akademîk de dengê wan bilindtir e û rohntir ji caran bi bivêriyê ve bas ji dawîhatuina komara îslamî û derbasbûn ji vê rêjîmê dikin, mixabin hêz û aliyên siyasî yên derveyî welat bi eşkere çalakî û bizivîneke wiha jê nayê dîtin.

Xelkê welat û gelek ji kesayetiyên dijî rêjîmê li navxweyê welat û heta hêz û aliyên xuya û nexuya ên dijî vê rêjîmê li navxweyê welat ku mixabin bi sedema siyaseta serkutkirin, derfeta xwenîûşandan û meydandariyê nebûne, zêdetir opozîsiyon li derveyî welat seh bi peydabûpna vê derfeta dîrokî kirine ku hatiye pêş, ku ew jî tevê ku rexne ji opozîsiona derveyî welat, dibe dilxweşker û hivêder be.

Eva ku pêwendî bi hizb û aliyên Kurdistanê ve hebe wek beşek ji opozîsiyona rêjîmê, dibe zêdetir hişarê vê rewşê bin û xwe bo hewr egerekê amade bikin. Bi keyfxweşiyê ve sehkirina vê giringiya peydakirina derfetan û pêkanîna curek vekhevî bo karê hevpar li navbera hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê tê dîtin û kar li ser tê kirin.

Bi giştî, wek gelek carên din jî kuy îşare pê hatiye kirin û gelek jî li ser hatiye nivîêsandin û gotinê, yek ji serekîtirîn pirsgirêka li ser rêya pêngavhilgirtin bo herifandina rêjîmê û dabînkirina paşerojeke geş û gelên Îranê, nebûna alternativ û cihgir bo vê rêjîmê ye ku dereng an zû- ku pêka gelek lêkdanan gelek nemaye- dibe ji nav here.