
Erk ên bo bihêzkirin û geşeya “Hişmendiya Netewî û Niştimanî”
N. Bêhzad Qadirî
W. Bêhzad Simko
Bo geşe û bihêzkirina hişmendiya netewî û niştîmaniya gelê Kurd ku axa wan hatiye dagîrkirin û tevahiya mafên siyasî û netewî û niştîmaniyên wî gelî hatine binpêkirin, gelek rêkar hene ku mirov dikare mifahê ji wan rêkaran verbigre ku encamên karlêkerên wan hebin û li wir de ezê bi tekezîkirin li ser “Rojhilatê Kurtdistanê” bi kurtî îşare bi çend xalên girîng, berçav û karlêker bikin
Hînkarî, perwerde û agehdarkirin
Dîroka rastîne Kurdistanê- li ber vê ku Rojhilatê Kurdistanê hatiye dagîrkirin, derfeta hînkarî û baskirin ji dîroka Kurdistanê wek waneyek li sîstema perwerde li xwendingeh û zanîngehan de nîne, lewma dibe bi rêya ragihandin û torên civakî, bas ji dîroka rastîn a Kurdistanê, xebata gelê Kurd û sitemên ku li Kurd û Kurdistanê hatinî kirin, bêne rohnkirin û şirovekirin da ku nivşa nû ji dûriya ji seha netewî û dîrokî, biparêzin.
Cografiya- sinûr û welatê Kurdistanê, cografiya, sînor, nîştiman û çavkaniyên ser erd û bin erd ên Kurdistanê bi xelkê bi taybet nivşa nû bêne nasandin û bas ji giringiya vê mijarê li talankirina welat ji aliyê dagîrkeran ve bê kirin.
Çanda Kurdî- geşe û girîngîdan bi çanda Kurdî, ên wek “ziman, wîje, mûzîk, govend û dîlan, cêşna netewî a(Newroz) ê, kinc û deb û adetên Kurdî” û baskirin ji girngiya wan bo nasnamexwaziya me, hewce ye û dibe bi berdewam tekezî li ser bê kirin, ev bi xwe berteknîşandaneke jî li hember siyaseta helandin a dagîrker li dijî gelê me ku dixwazin me li nav xwe de bihelînin anku asimîle bikin.
Ragihandinên Kurdî- avakirin û piştevanîkirin li torên civakî û ragihandinên Kurdî (TV, Radyo, rûpel û torên civakî) ku bi zimanê Kurdî û zimanên din bas ji pirsên pêywendîdar bi Kurd û Kurdistanê dikin, bi taybet pirsên niştîmanî û netewî.
Weşan- Çap û belavkirina pirtûk, govar, rojname û … hd, bi zimanê Kurd û zimanên din li derheq dîrok, cografiya, çand, siyaset û pirsên pêywendîdar bi Kurd û Kurdistanê.
Rêkxiravên medenî- avakirin û piştevanîkirin li rêkxiravên medenî anku xelkî ku li warên wek “mafê mirov, çand, perwerde, wêje, jîngeha Kurdistanê û … hd, çalakiyan dikin.
Çalakiyên çandî û hunerî:
Cêşn rêûresm- Birêvebirîna cêşn û dab û resmên çandî û netewiyên Kurdan, wek Newroz, bi şêwazeke bi şan û bi beşdariya berçav a xelkê û bikaranîna hêmayên netewî û rênedan bi hêmayên dagîrkeriyê li wan cêşn û resman de.
Şano û sînema- Berhemanîn û belavkirina fîlm û şanoyan ên ku bas ji pirsên pêywendîdar bi Kurd û Kurdistanê dike û bas ji dîrok û çand û nasnameya Kurdistanê dikin. (Li vê derheqê de Başûrê Kurdistanê xwdî potansiyeleke baş e û dikare alîkarê beşên din ên Kurdistanê be jî)
Mûzîk û govend- Piştevanîkirin li hunermendên Kurdistanî û dilsoz û birêvebirina konsert û hunermendan û jenyarên mûzîkê û girûpên govendê. Herwisa agehdarkirina wan girûpên hunerî ku bi ti awayekê li rêûresmên hikûmî de beşdar nebin.
Rêkxistina Foar û pêşangeh- lidarxistina foar û pêşangehên hunerî û çandî yên Kurdî ên cur bi cur li Kurdistanê û welatên din ên cîhanê. (hejmareke zaf ji xelkê Kurd bi taybet li welatên Rojavayî de dijîn)
Çalakiyên siyasî:
Hizb û rêkxiravên siyasî- endambûn û piştevanîkirin li hizb û rêkxiravên siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku bo serweriya siyasî û mafê diyarîkiirna çarenivîsa gelê Kurd, xebatê dikin.
Çalakiyên medenî- Piştevanîkirin û beşdarî li çalakiyên medenî û kombûnên medenî bo nîşandana xwest û daxwaziyan û nîşandana nerizayetiyê li hember sitem û cudatîdanînan.
Pêywendî digel cîvaka navnetewî- pêywendî digel rêkxiravên navnetewî û welatên din bo agehdarkirina wan li derheq rewşa Kurdan û hewladn bo rakêşana piştevaniya wan. Herwisa agehdarkirina xelkê Kurdistanê ji wan hewl û çalakiyan.
Geşeya hevpeywendiya netewî- pêkanîn û geşedan û bihêzkirina hevpêywendî û hevgirtina li navbera Kurdistaniyan hem li Kurdistanê û hem li derveyî Kurdistanê anku diyasporayê. (li vê derheqê de hizb û rêkxirav û encumenên Kurdistanî dikarin bi baştirîn şêwazê, çalakiyan bikin)
Geşeya aborî û civakî:
Geşeya aborî- Hewldan bo geşeya aborî ya Kurdistanê û afirandina derfeta kar bo cîwanan bi rêya xwedî sermayên welatparêz ên Kurdistanê.
Geşeya demdirêj- nûjenkirin jêrxanên Kurdistanê, bi taybet xwendingeh, nexweşxane û navendên çandî ji aliyê xwedî sermayeyên welatparêzn ên Kurd.
Piştevanîkirin ji werzêran- pişêtevanîkirin li werzêran li Kurdistanê û pêkanîna derfetên hewce bo geşekirina werzigariyê.
Têbînî: Aboriya bihêz bo wan çalakiyên ku bi armanca geşedan û bihêzkirina hişariya netewî û niştimanî têne kirin, hewcehiyek hestiyar e.
Parastin û nûjenkirina şûnwarên dîrokî û çandî:
Parastina şûnwarên dîrokî- Hewldan bo parastin û nûjenkirina cihên dîrokî yên Kurdistanê ku nîşanderê nasname û dîroka wî gelî û welatî ye. (li vê derheqê de hewcehî bi rêkxiravên xelkî û medenî û piştevanîkirina malî ya xwedî sermayeyên welatparêz ên Kurd heye)
Nûjenkirina cihên olî û çandî- Nûjenkirina cihên olî û çandî yên Kurdistanê ku bi sedema siyaseta cudatîdanîn û asmîlasiyona dagîrkeran ve, hatine kawilkirin an bizanebûn hatine piştguh avêtin, her wek şûnwarên mirovî, hewce ye.
Encam:
Hewceye ew çalakiyane bi awayekî berdewam û pêdegirane, ji aliyê hemû qatên civaka Kurdistanê ên wek “Rewşenbîr, hunermend, çalakvanên siyasî û civakî û medenî û heta xelkê asayî yê Kurdistanê) bêne birêvebirin, da ku karlêkeriya erênî bi sr hişmendiya netewî û niştîmaniya Kurdistanê bike û rizgarbûna me ji dagîrkariyê zêdetir dabîn bike.