Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê di navbera rêjîma Îranê û Îsraîlê de û armancên me Kurdan

13:01 - 25 Hezîran 2025

N. Hesen Mukerem

Di meh û salên dawî de, alozî û têkçûn di navbera rejîma bi nav Îslamî ya Îranê û Îsraîlê de gihîştiye asteke bê mînak. Ev şer, ku gelek caran şerê bedel û hin caran jî rasteras bûye, ne tenê qada Rojhilata Navînê, belku jiyan û pêşeroja milyonan mirovan tê de hatiye wêran kirin. Di vê rewşê de, gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê û parçên din, her gav di bin zordestî, û nedadatiya dîrokî de maye. Lê ma dibe ku hêvî bûn li ser hêzên derveyî, bi taybetî Îsraîl, dikare rêya bi destveanînana maf û azadiyên kurdan veke?

Ezimûnên dîrokî nîşan didin ku mezin hêzên cîhanî û herêmî, wek Îsraîl, Amerîka, Rûsya û welatên Ewrûpayê, her gav gelên bindest wek kurdan û belûçan û …hewd, wek amûra givaş û karta bazirganî li dijî beranberê xwe bikaranîn. Her dem ku balê wan hêzan li ser xwe bibe, piştgiriya demdemî û kêm ji tevgera azadiyê tê kirin, lê di demekê ku rewş diguhere an jî balê wan tê dayîn, ev piştgiriya tê rawestandin an jî bi zirarê wan gelan tê qedandin.

Mînakên rûmetî dikarin di ezimûnên kurdan li Iraq û Sûriyê bibînin yan Kurdistana Sor û Soviyetê ji ber bejewendiyên xwe firot; li wir piştgiriya derveyî di demên girîng de ne têkildar bû an jî tevahî hatibû berdan. Ji ber vê yekê, hêvî bûn tenê li ser hêzên derveyî, ne tenê piştrastiyek nîne bo bidestveanîna maf û azadiyên kurdan, lê dikare wan jî bibe amûr di lîstika hêzên mezintir de.

Yekîtîya navxweyî ya kurdan hêzdar bibe, ew qas hêz û mafê wan ji bo xwestina piştgiriya navneteweyî û parastina mafên xwe di danûstandanên herêmî û navneteweyî de zêde dibe.

 Ezimûnên dîrokî nîşan didin ku hêvîdar bûn tenê li ser piştgiriya derveyî bê yekîtîya navxweyî, ne tenê piştrastiyek nîne bo bidestveanîna mafên kurdan, belku dikare wan bike amûrek di lîstika hêzên mezintir de.

Yekîtîya navxweyî bingeh û esasa bidestveanîna maf û azadiyên kurdan e, û bê wê, piştgiriya navneteweyî jî tenê dikare bandorek kêm hebe. Di heman demê, daxwaz û piştgiriya civaka navneteweyî dikare rolê pêşixistinekê bidê, bi merca ku kurd bi yekîtî û rêxistina navxweya xwe amade bikin da ku ji firsetên navneteweyî baş bikar bînin.

Bi bîr anîna rewşa nexweş û ihtimala ketin an lawazbûna rejîma dîktator û cînayêtkar a Îranê, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Îranê divê xwe bo rewşa nû amade bikin. Ev amadekarî serî de, hewcehî bi hebûna yekîtî û hevraya navxweyî heye. Ezimûn nîşan didin ku tenê bi xebata gelê xwe, rêxistinî ya hêzdar, û avakirina hevpeyman di nav kom, partî û rêxistinên cuda yên li Rojhilatê Kurdistanê de, dikare di demên dîrokî de ji firsendan baş bikar bîne û ji dubarebûna tirajîdiyên berê xilas bibe.

Herwesa, kurd li Rohilatê Kurdistanê divê bernameyek vekirî û pratîkî bo rêveberiya herêmên xwe, ewlehiyê, rêveberiya çavkaniyan û avakirina çarçoveyên dîmokratîk û bersivdar hebe, da ku di rewşa guherînê de bi hêz û rewatiyek tam, ji maf û azadiyên xwe berevaniyê bikin.

Di dawiyê de

Di encamê de, kurdên li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê divê tenê hêvî li ser hêz û yêkitiya xwe hebin û li wê derfeta ku ji aliyê Îsraîl û Amerîka ve jî rêjîma Îranê kevtiye jêr givaşê, hewceye mifahê bi qazancê xwe û armancên dîrokiye xwe wergire. Tenê rêya azadiyê û girtina mafên kurdan, yekîtî, hevrayî û amadekarî bo rêveberiya xwe ye. Kurdistana azad, ne bi promesên vala yên hêzên derveyî, belku dê bi îrade û xebata gelê kurd xwe dê were misoger kirin.