Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqandina binke û navendên ewlehî û serbaziyên rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

22:46 - 5 Adar 2026

Pêka dawî raporan, kelanteriya rêjîmê li bajarê Eywanê, bûye armanc û ji nav çoye û stada henga sînorî ya rêjîmê li bajarê Qesrê Şîrînê jî bi tundî hatiye bombebarankirin ku navendeke kombûna fermandehiya hêzên rêjîmê dihate hesibandin û niha jinav çoye.

Li bajarê Xuremabadê de jî stada fermandehiya giştî ya hêza tepeserker a întizamiya rêjîmê û padigana 07 a artêşa rêjîmê bi tundî hatine bombebarankirin.

Li bajarê Bokanê de fermandariya rêjîmê hate teqandin û li bajarê Ciwanroyê de jî kelanteriya hatinûçon a rêjîmê li dema amadekirina avêtina 8 mûşekan de hate teqandin û jinav çoye.

Li bajarê Melayirê de jî enbara cebilxane û sîloya mûşekiya rêjîmê hate teqandin.