Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera me hemiyan yêk e

16:39 - 23 Şibat 2026

N. Nûredîn Sofîzade

 

Renge we gelaek caran hin ristik û gotinên ku bi mînak li ser zimanan in, guhdarî kiribin, weke tête gotin: “Qedera me hemiyan yêk e” “Em hemî siwarê gemiyekê ne” “Em mehkûmin bi hevre bin” û gelek gotinên din ên bi wî rengî.

Xuya ye ku demekê ev gotinane têne bikaranîn ku hin kes yan girûp dixwazin û cehdê dikin ku xelk û girûpên din li gel xwe bêxin. Lê ti caran wan kes û girûpan basê hindê nekirine ku, ger em gel hev bin dê çi bigîje yên din ku gel wan dikevin, gelo dê wekhev bin? Dê xwediyê mafê wekhev bin, piştî evê ku ev girûpên ku banghêjiya pevrebûnê didan, dê yên din ji xwe bizanin û bibînin?

Bê guman we ristika “Em hemî siwarê gemiyekê ne” bihîstiye, lê gelo heta niha we zaniye bingeha vê gotinê ji çi ve ye?

Mînaka herî kevnar a vê gotinê ji berhema Eflaton bi navê Komar e. Eflaton welat û dewletê bi gemî û desthilatdaran jî bi Naxuda û xedemê wê gemiyê dişibîne. Ev li ser vê bawerê bû ger gemî bi xirab bête ajotin, dê hemî kesên nava gemiyê de sedemê bibînin. Ev hizir, bingeha felsefî a “ li gemiyekê de bûnê” çê dike.

Li welatê Ewropayê jî li dema ku şerek diqewimî, bi sedan sal e, berdewam ristik û gotina “Qedera me hemiyan yêk e” hatiye bikaranîn.

Li Îranê de jî gotina “em hemî gemiyekê de ne”, weke “ Yêkgirtîbûna netewî – Hembestegiyê Millî”  û “Qedera me hemiyan yêk e” yan “ Em hemî pevre ne” ji aliyê alîgirên Paşayetî û yan li gotinên Xumeynî de dihate bikaranîn.

Lê pirsyar ewa ye ku gelo em li wê gemiyê de xwediyê mafê wek hevin? Gelo netewên Kurd û Belûç û Ereb û Turkimen û Azerî, digel netewa Fars wekhevin?

Gelo zimanê me, perwerdeya me, abûriya me, nasnameya me, çanda me.... li gel Farsan beraber e? Bê guman bersiv nexêr e

Wekhevî li ser bingeha wekheviya netewan e. Ev esl û yasaya pejirandî a navnetewî ger bête înkarkirin û netewên ne fars wek Kurd tenê ji mafê xwe tenê peyva “ Hevgirtina netewî- Hembestegiyê Millî” xwedî derkeve û bê desthilat be û nekare xwe hakimê xwe be û qedera xwe bidest ve bigre, û dîsan her yêk netewe, yêk çand, yêk millet, yêk ax û yêk ziman û yêk Ala, bibe pîvana vê hevgirtina netewan, cihê her mafekê bigre û dîsan zilm û helandin û tunekirin a wan netewan wekî derbasbûyî dê berdewam be.

Ku wisa be yan divê nihade qebûl bikin ku ger em siwarê wê gemiyê bin, çi digîje me, yan em carekî din ezmûnên derbasbûyî dubare nakin û li gel we siwarê wê gemiyê nabin ku hûn pê me bigehne armancên xwe.