Pêka dawî raporên roja Pêncşemî 5ê Şibatê, binkeyên rêjîmê li bajarê Bûşêhrê bi tundî hatine bombebarankirin û li bajarê Sinê de jî padigana bêytulmuqedes bû armanca bombên îsraîlî û hate teqandin.
Li bajarê Kamêranê de jî binkeya Geşkî ku yek ji binkeyke startejîk a spaha pasdaran a terorîst e bi tevavî hatiye jinavbirin.
Ji aliyê din ve binkeyeke spaha pasdaran a terorîst li Ehwazê de kete ber êrîşeke çekdarane û derbên giran bi wan hêzên hov kevtiye.
Herwisa li bajarê Têhranê de binkeya spaha pasdaran û binkeya garda wîje hate jinavbirin.
Li bajarê Robatkerîm de jî binkeya spaha pasdaran hate teqanin.
Li bajarê Urmiyê de binkeya mûşekiya elmehdî û malikê eşter û stada fermandehiya polîs, henga sînorî, wezazreta îtilaat, binkeya garda wîjê, dadgusterî, binkeya îtilaaat a spaha pasdaran, navenda burûcêrdî, binkeya polîs, binkeya baqirelolûm û ebnareke neftê li rûberûyê binkeya elmehdî bûne armanca bomban.
Li bajarê Pawê de jî binkeya spaha pasdaran li girê Dorîsanê bû armanca bombên Îsraîlî û ji nav çoye.