N. Serbest Urmiye
Bi bingehgirtina zimanê kurdî di bin desthilatdariya dagîrker de
Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ku bi destpêşxeriya ``UNESCO``yê hatîye diyarîkirin, her sal dibe derfetek ji bo pîrozkirina pirrengiya ziman û çandên cîhanê. Di nihêrîna yekem de, ev roj weke hêmayeke menewî tê mêzekirin ji bo rêzgirtin û nîşandana hêza zimanên cuda. Lê belê dema ku bas tê ser zimanê kurdî û di çarçoveya desthilata serdest û dagîrker de tê şîrove kirin, naveroka vê rojê ji mijareke sembolîk ve derbas dibe û dibe emraz yan çeperek ji bo berxwedana çandî û nasnamexwaziya neteweyî û siyasî.
Ziman di pêgeha desthilateke sembolîk de
Di teoriya sermaye û desthilata sembolîk de, “Pierre Bourdieu” hewil dide ku wê yekê bide pejirandin ku ziman yek ji alavên sereke yên berhemanîn û rewayî danê ye bi desthilata civakî. Heçî gava ku zimanek bi fermî tê naskirin, ev tenê nîşana rêzgirtin li çand û nasnameya axavtikarên vî zimanî nîn e, belkû bizavek e ji piştevaniyê bo zindî man û naskirina vî zimanî. Li gor vê baweriyê, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê hêmayek e ji bo nîşandana hêza zimanên cuda; bi taybetî ji bo zimanê kurdî ku di dirêjahiya dîroka xwe de di bin zexta qedexekirin û hemû cure siyasetên bişavtin û ji holêrairinê de bûye. Meşrûiyeta navneteweî ya zimanê kurdî, heta di asta sembolîk de jî, wê rastiyê dide xuyakirin ku ev ziman xwedî hêzeke taybet û pêgeheke bihêz û bi bandor e ji bo hevrikiyê di qadên giştî de û veguhastina ezmûnên şaristanî û nîştimanî yên xwe .
Ziman, çeper û emrazê berxwedanê
Ziman qada hevrikiyê di navbera desthilat û berxwedanê de ye. “Michel Foucault” di wê baweriyê de bû ku desthilat tenê di sazî û rêkxistina de nahê temsîl kirin. Belkû di nava tevn û rişiyên têkiliyên civakî de xwe nîşan dide û ev têkiliyên civakî jî di her ast û qonaxekê de dikarin delîveya berxwedan û xwe parastinê biafirînin û bihêz bikin. Parastin û bikaranîna zimanê dayîkê yê kurdî di warê perwerde, wêje, muzîk û di rojeva jiyanê de, mînakek e ji berxwedana jîrane û rojane ya gelê kurd li hember siyasetên tunekirin û serkutkirina çandî û neteweyî de. Ev berxwedan, li gorî ya ku di teoriya dagîrkeriya ziman de hatîye, bertekek e li dijî bizavên wekhevkirin û yekdestkirina ziman û çandê ku hewil didin zimanê serdest bi ser zimanên dagîrkirî de bisepînin û bingehên dîrokî û çarçoveyên zanistî yên civaka dagîrkirî ji nav bibin.
Zimanê kurdî di vê qadê de, êdî tenê erkê axaftin û peywendiyê nagire, di asteke bilindtir de dibe hêma û hêzeke bibandor ji bo ji nû ve berhemhanîna nasnameya giştî, veguhastina ezmûn û berxwedana li dijî desthilata serkutkar. Her gava ku axaftin, nivîsîn û fêrbûn bi zimanê dayîkê bû rêrewa jiyana neteweyî, siyasî û civakî, vê gavê civak bi kiryar di çeperê berxwedan û xwe parastinê de ye, ku encamên wê yên siyasî û civakî xuyatir û berfirehtir in ji pîlanên tunekirinê yên hêza dagîrker.
Bi hevre girêdayîbûna hêma û kiryaran
Mirov dikare Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê wekî pêvbajoyeke du cemserî ya bi hevregirêdana berdewam şîrove bike. wate Hêmaya desthilatê û emrazê berxwedanê. Ev roj di hêla fermî de, daxuyaniya navneteweyî û rewatiya çandî ye li dor zimanan; lê di asta civakî û cemawerî de, fersendek e ji bo çalakkirina hizra dîrokî, perwerdehiya bi zimanê dayîkê û nûkirina daxwazên li dor mafên zimanî û çandî. Bi taybetî di wan civakan de ku zimanê wan di bin zextê de ye yan hatîye qedexekirin, ev roj bêtirî ku bibe bîranînek di rojhejmêra salê de, derfetek e ji bo ragihandina pratîkî ya hebûnê û daxuyaniyek e ji berxwedanê.
Bi kurtî
Zimanê kurdî, di çarçoveya desthilata dagîrker de, mînakeke zindî e ku çawa zimanek dikare di heman demê de hem hêmaya desthilatê be û hem jî emraz û çeperek be ji bo berxwedanê. Di dîtingeha sembolîk de Hêza ziman di meşrûiyet û nûnertiya ziman de ye û berxwedana zimanî jî di berewamîya bikaranîn, veguhastina ezmûn û zaniyariyan û her wiha berxwedana li hember siyasetên serkutker de xwe nîşan dide. Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê, nabe tenê weke roja rêzgirtin ji firerengiya zimanî û çandî were pênasekirin; belkû divê bibe platformek ji bo naskirina şûnasên firereng û bihêzkirina civakan ji bo parastina mafê axaftin û perwerdehiya bi zimanê dayîkê.
Zimanê kurdî ji gelê Kurd re tenê mîrateke çandî nîn e, qad û çeperek e ji bo fêrbûn û bihêzkirina hizra azadiyê û têkoşîna li dijî sîstem û siyasetên bişavtin û tunekirina çandî û neteweyî. berxwedan û geşepêdana zimanê kurdî û sekinîna li dijî dagîrkeran, daxuyaniyek e ku dide selimandin ku ziman her çiqas jî di bin zextê de be, ji bandor û hêza berxwedanê vala nabe.