Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zimanê Dayikê, Keleha Azadiyê: Ji Berxwedana Çandî heya Mafê Diyarkirina Çarenûsa Kurdistanê

16:47 - 23 Şibat 2026

N. Eskender Ceiferî

 

Di rojjimêra cîhanî de, Roja Zimanê Dayikê ne tenê bûyerek çandî ye. Ev roj girêdana kûr a di navbera ziman, nasname û rûmeta mirovan de bi bîr tîne. Wekî ku UNESCO tekez dike, pirrengiya zimanî mîrata hevpar a mirovahiyê ye, û parastina wê beşek ji parastina mafên bingehîn ên mirovan e. Lê ji bo hin neteweyan ji bo mînak ji bo Kurdan, ev roj ji dirûşmek çandî bêtir e. Roja Zimanê Dayikê roja berxwedanê ye li dijî înkar, asîmîlasyon û polîtîkayên kolonyalîstî yên demdirêj ku zimanê Kurdî kirine armanc da ku neteweya Kurd bêdeng bikin.

Li erdnîgariya Kurdistanê, ziman ne tenê amûrek ji bo pêwendîgirtinê ye, belku keleha yekem a parastina hebûna neteweyî ye. Di sedsalên dawî de, hikûmetên serdest hewl dane ku vê kelehê bi polîtîkayên asîmîlasyonê, qedexekirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî, guhertina navên bajar, gund, kolan, çiya û her tiştê bi nasnameya Kurdî, û bi bêrêzîkirin bi çanda Kurdî, bişkînin. Ezmûna dîrokî ya Kurdan nîşan dide ku jiholêrakirina zimanê dayikê pêşmercek ji bo jiholêrakirina siyasî û aborî ye. Ji ber ku zimanek ku ji xwendingeh, ragihandin û rêveberiyê tê bêparkirin, hêdî hêdî ji bîra fermî û dû re jî ji mafê biryardana çarenûsa xwe tê dûrxistin.

Nêrîna dije faşîstî ya Kurdan tam ji vê ezmûna dîrokî derdikeve holê. Faşîzm, bi her şêweyî, li ser înkarkirina pirrengiyê û ferzkirina nasnameyek bilindtir hatiye avakirin. Dema ku dewlet an îdéolojiya serdest tenê zimanek û çîrokekê rewa dibîne, êdî mafê jiyanê yê nasnameyên din înkar dike. Li dijî vê mentiqê, parastina zimanê dayikê kiryarek dêmokratîk û dije faşîstî ye, ji ber ku ew li ser prênsîpa wekheviya çandî û mafê cudahiyê tekez dike.

Ji aliyekî din ve, mijara zimanê Kurdî nikare ji çarçoveya kolonyalîzma navxweyî ya li Rojhilata Navîn cuda were analîzkirin. Dabeşkirina axa Kurdistanê di navbera çend dewletan de piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî, bêyî ku vîna neteweya Kurd were hesibandin, desthilatdariyek dagirker çê kir ku tê de Kurd dikevin rewşek "piştguhxistî". Di şert û mercên weha de, ziman bûye qada sereke ya pevçûnê. Li vir pirs derdikeve holê ka gelo neteweyek bê dewlet mafê wê heye ku zimanê xwe di qada giştî û fermî de bikar bîne? Bersiva dewletên serdest gelek caran neyînî bûye. Heke carna bersiv bi riwalet erênî be jî, li ser rûyê erdê berevajî vê hatiye selmandin.

Li vir girîngiya ramanên Franz Fanon xuya dibe. Di analîza xwe ya kolonyalîzmê de, Fanon dinivîse ku kolonyalîst ne tenê axê dagir dike, lê di heman demê de hiş û zimanê neteweya kolonîzekirî jî dagir dike. Li gorî baweriya wî, kolonyalîzm bi riswakirina zimanê gelê herêma kolonîzekirî û ferzkirina zimanê xwe, di mijara kolonîzekirî de cureyek xwe-xerîbbûnê diafirîne. Fanon tekez dike ku rizgariya netewî ne pêvajoyek tenê siyasî ye. Ew di heman demê de vegerandina rûmeta çandî û zimanî jî vedihewîne. Ger em vê analîzê li ser rewşa Kurdan bicîh bînin, em dibînin ku têkoşîna ji bo perwerde û naskirina zimanê Kurdî beşek ji têkoşîna rizgariya netewî ye.

Roja Zimanê Dayikê derfetek e ku ev girêdanê dîsa were zelalkirin. Di dehsalên dawî de, Kurdan bi avakirina dibistanên nefermî, weşandina pirtûk û ragihandinên bi zimanê Kurdî, û pêşxistina wêje û hunera hevçerx nîşan dane ku zimanê wan zindî ye. Lê jiyana çandî, bêyî garantiya mafên siyasî, her gav di bin gefê de ye. Heya ku mafê diyarkirina çarenûsê neyê naskirin, her destkeftiyek çandî dikare bi fermanek siyasî were sînordarkirin an qedexekirin.

Bi dîtina hiqûqa navnetewî, prênsîpa mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan jî prênsîpek e ku di belgeyên Neteweyên Yekbûyî de hatiye naskirin. Ger neteweyek xwedî ziman, çand, dîrok û axek hevpar be, ew nabe ji mafê biryardana pêşeroja xwe bêpar bimîne. Xebat ji bo serxwebûna Kurdistanê, di vê çarçoveyê de, ne serpêhatiyek siyasî ye, lê hewldanek e ji bo garantîkirina domdar a mafên netewî. Mafên ku perwerde, rêveberiya Kurdistanê, pêşkeftina aborî û parastina nasnameya çandî dihewîne.

Rexnegirên serxwebûnê carina wê wekî gefek li ser aramiya herêmê dibînin. Lê ezmûnê daxuyandiye ku tepeserkirina nasnameyan û înkarkirina mafên netewî, sedemên sereke yên çêbûna pevçûnan in. Aramiya rastîn wê demê tê bidestxistin ku têkiliyên di navbera neteweyan de li ser bingeha wekhevî û razîbûna hevbeş bin, ne li ser bingeha zorê û înkarkirinê. Serxwebûn, bi dîtina gelek çalakvanên Kurd, rêyek ji bo dûrketin û xweparastin ji çerxa domdar a zext û şermezariyê ye. Çerxek ku lêçûnên giran ên mirovî û aborî li ser milên hemî niştecihên herêmê ferz kiriye.

Di vê navberê de, zimanê dayikê rola histûna piştê ya vê projeya rizgarker dilîze. Zimanê ku helbest pê tê nivîsandin, dîrok pê tê vegotin û xewna azadiyê pê tê xuyakirin, ne tenê amûrek e. Ew, heman mal e ku neteweyek tê de xwe nas dike. Dema ku zarokek dikare bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe, bifikire û biafirîne, hestên wî yên pêşketin û baweriya wî bi xwe xurt dibin.

Berevajî vê, înkarkirina vî mafî valahiyek kûr di navbera nasnameya kesane û ya bi komî de diafirîne.

Ji bo Kurdan, Roja Zimanê Dayikê ji ber vê yekê bîranînek e ku têkoşînên çandî û siyasî ji hev nayên veqetandin. Mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, çêkirin û parastina çapemeniya serbixwe ya Kurdî, û hewldana ji bo naskirina vî zimanî di hemû astên hikûmetê de gavên li ser rêya mezintir a rizgariya netewî ne. Wekî ku Fanon digot, bêyî ji nû ve avakirina çandî, rizgarî çê nabe û kêmasiyên wê hene. Çand jî, bêyî hêza siyasî lawaz dimîne.

Îro, di cîhanekê de ku ji her demê bêtir behsa pirrengî û pirçandîbûnê tê kirin, ceribandina rastîn a pirrengiyê, di qebûlkirina neteweyên wekî Kurdan de ye. Gelo civaka navnetewî amade ye ku li prênsîpên xwe yên wekhevî û mafê diyarkirina çarenûsê xwedî derkeve? An jî dê berjewendiyên jêopolîtîk, mafên neteweyan binpê bikin?

Bersivên van pirsan dê pêşeroja zimanê Kurdî û çarenûsa siyasî ya Kurdistanê diyar bikin. Lê tiştê ku diyar e ev e ku heya ku ziman bijî, xewna azadiyê jî dê bijî. Roja Zimanê Dayikê bîranînek e ji bo vê girêdana neşikestî di navbera peyv û azadiyê de; girêdanek ku tu siyasetek înkarker nikare bişkîne.