Li bajarê Nexedê de navendên ewlehî yên rêjîmê dest avêtine cîbicîkirina pîlaneke metirsîdar bo çêkirina dijheviyan li bajarê Nexedê.
Pêka zanyariyan, rêjîma Îranê bi rêya kirêgirtiyên xwe belav kiriye ku hejmarek ji Hêzên Pêşmegê Kurdistanê bi armanca êrîşkirin bo ser Azeriyan, hatine deverê.
Armanca bingehîn a vê propagandayê, çêkrina tirts û sam li nav bajar de ye ku ji aliyek aramiya li navbera Kurd û Azeriyan aloz bikin û ji aliyê din ve jî hêcetek bo tepeserkirina welatiyên Kurd hebin.
Ev siyaseteke naskirî ya rêjîmê bo kontrolkirina rewşa bajaran bi rêya şerê navxweyî û propagandaya çewtekarane bi dijî tevgera rewaya gelê Kurd e