
Pencereya fersendan yan amadekirina mezelê rejîmê!?
N. Elî Munezemî
Di sala 2015an de, Îranê bi pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî - Fransa, Çîn, Rûsya, Amerîka û Brîtanya - û her weha Almanya re peymanek îmze kir. Ev peyman, ku wekî JCPOA (Bercam) tê zanîn, Îran mecbûr kir ku di berdêla rakirina hejmarek cezayan de ji pêşxistina çekên nukleerî dûr bisekine. Lêbelê, Îranê qet bi tevahî pabendbûna xwe pêk neanî, û dema ku DYA di sala 2018an de ji peymanê vekişiya, tevahiya pêvajoyê ber bi hilweşînê ve çû. Ji wê demê ve, welatên Ewropî hewl dan ku peymanê zindî bihêlin, lê bê serkeftin.
Niha Almanya, Fransa û Brîtanya hilbijartine ku mekanîzmaya bi navê "snapback" çalak bikin. Sedem ev e ku Îranê ne bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re hevkariyî kiriye û ne jî zelaliya pêwîst di bernameya xwe ya nukleerî de hebûye. "Snapback" tê vê wateyê ku cezayên NY dê otomatîk ji nû ve werin sepandin ger Îran di nav 30 rojan de peymanek nû îmze neke. Dîplomatên Ewropî tekez dikin ku ev ne hewce ye ku dawiya danûstandinan be, lê belê rêbaza zextek dijwar e da ku Îran neçar bimîne û vegere ser maseyê. NY vê demê wekî "pencereya fersendan" bi nav dike, şansek dawîn ji bo dîtina çareserîyê.
Îranê bi tundî bertek nîşan da û înîsiyatîf wekî neqanûnî û siyasî red kir. Rejîm îdia dike ku Ewropayê bi şopandina xeta Amerîkayê û negihîştina alîkariya aborî ya sozdayî peyman binpê kiriye. Di heman demê de, Tehran hewl dide ku ji bo avakirina mertalek siyasî-desthilatdariyê li dijî Rojava piştgirî ji Çîn û Rûsyayê bi dest bixe, lê bêyî ku ti garantiyek berbiçav werbigire. Rejîm her wiha eşkere dibêje ku ew ê meyandina uranyûmê kêm neke, lê belê wekî nîşanek hêzê yê wê bidomîne.
Hevdîtinên ku di 26ê Tebaxê de li Cenevreyê di navbera Îran û welatên Ewropî de hatin lidarxistin bê rêkeftin bi dawî bûn, û civîna bilind a bi Rûsya û Çînê re li Şanghayê jî ji rejîma Îranê re ti parastinek berbiçav li dijî cezayan peyda nekiriye. Wêneya yasayî zelal e: heke Îran pabendî peymanê nebe, her yek ji welatên îmzeker ên orîjînal dikare daxwaz bike ku ceza ji nû ve werin sepandin. Mekanîzm wisa hatiye danîn ku ew nikaribe bi vetoyê di Konseya Ewlekariyê de were asteng kirin, ku ew yek jî Îranê dixe rewşek pir dijwar de.
Tehranê wek caran kartên bihêz li destan de nîn in. Eger berê dikarî komên xwe yên proksî ên li Rojhilata Navîn bikar bîne da ku bêaramiyê çêbike, lê niha ew kom nemane yan zaf lawaz bûne. Eger caran rejîmê gef dikirin ku yê kontrola Tengava Hurmuzê -rêya herî girîng a veguhastina petrolê ya cîhanê- bikar bîne, lê niha rejîm lawaz e û hêza wê ya caran nemaye ku bikare wî karî jî bike. Eger rejîm cehd bike û hewl bide ku hinardekirina petrolê bi rêya torên qaçaxçîtiyê bidomîne, nemaze heke Rûsya û Çîn hilbijêrin ku piştgiriya xwe ya aborî û siyasî lê qut bikin. Yanî bandora van amûran caran li destê rejîmê de hebûn, hêdî hêdî kêm bûye û ew nikarin encamên dûr û dirêj ên ji nû ve destpêkirina tevahî ya cezayên NY telafî bikin.
Krîz ji ber nerazîbûna li welat û alozîyên bi hegera derketina şerê dubare bi Îsraîlê re dikare girantir bibe. Ger rewşek were pêş ku bibe pevçûnek leşkerî ya rasterast di navbera Îsraîl û Îranê de û li heman demê de xelk jî dîsa hember rejîmê serî rake, Îran dikare bi tevlîhevî û bêîstîqrariyek mezin re rû bi rû bimîne ku hebûna rejîmê bibe aliyê tunekirinê ve. Ji ber vê yekê, 30 rojên pêşîya me, dikarin ji bo Tehranê diyarker bin: an rejîm dikare li hember zextê bisekine, an jî ev destpêka krîzek pir kûrtir e û yê bi nemana rejîmê davî were.