
Kolonyalîzma Îranî li Gîlanê: Tepisandina zimanê Gîlekî û hewldan ji bo jinavbirina Nasnameyê
N. Eskender Ceiferî
Gîlan, welatê kesk ê Gîlekiyan, ne tenê erdnîgariyek bedew û xwediya daristan û deryayê ye. Ev herêm bi sedan salan mala gelê xwedî nasname, çand û zimanê taybetî ye. Gelê ku bi navê "Gîlek" tê naskirin û zimanê dayikê yê wî "Gîlekî" ye. Lêbelê di sed salên dawî de, ev nasnameya resen gelek caran armanca polîtîkayên jinavbirinê yên desthilatên navendî û kolonyalîzma Îranê bûye.
Carna wisa dixuyê ku xelkê wir li zimanê xwe xwedî dernakeve, lê ev bi rastî beşek ji projeyeke organîzekirî ya kolonyalîzma Îranî ye. Ew jî lawazkirina zimanê Gîlekî, sivikkirina çanda xwecihî, û guhertina pêkhateya dêmografîk ji bo jinavbirina çand û zimanê gelê Gîlek di projeya netewperestiya Îranî-Farsî de ye.
Her du rêjîmên kolonyalîst ên berê, hem Pehlewî û hem jî Komara Îslamî, di pratîkê de polîtîkayek hevpar li hemberî zimanê Gîlekî hene. Di sîstma perwerdeyê de, cîhê perwerdeya Gîlekî tune ye. Di mêdyayên fermî de, ev ziman an tê sansorkirin an jî tenê bi awayekî karîkaturî û şermezarkirî tê nîşandan. Peyama dagirkar eşkere ye. Dixwaze bêje Gîlekî " lehceyek paşmayî" ye û take zimanê hêja ji bo jiyana modêrn li wir "Farsî" ye.
Ev polîtîka bûne sedem ku gelek malbat bi zorê an jî ji tirsa sivikatiyê, zarokên xwe ji axaftina bi zimanê dayikê bê par dikin. Encama vê pêvajoyê, nifşek e ku têkiliya wî bi ziman û wêjeya Gîlekî re roj bi roj lawaztir dibe. Ev, pêvajoya klasîk a asîmîlasyonê ye ku kolonyalîstan li tevahiya cîhanê pêk anîne. Ew jî jinavbirina ziman û nehêlana bîranîna civakî ye.
Lêbelê polîtîkayên kolonyalîzma Îranî ne tenê sînordarî ziman in. Yek ji pêvajoyên xembarker li Gîlanê, guhertina dêmografîk û koçberiya komî ye. Di deh salên dawî de, hezaran kes ji koçberên Fars ber bi Gîlanê ve hatine koçberkirin an jî zeviyên berhemdar û erzan ên vê herêmê kirîne. Ev polîtîka bi rastî tevn û pêkhateya dêmografîk a Gîlek diguherîne û Gîlanê dike "hewşa paşde ya Tehranê". Heman cîhê ku ji bo avakirina vîlayan, berfirehkirina jiyana bajaran, û dûrxistina Gîlekiyan ji welatê wan e.
Ji bo desthilata navendî, Gîlan dergehê jêopolîtîk, çavkaniya aborî û hêla parastinê ya stratêjîk e. Ji ber vê yekê her du rêjîmên berê û îro bi hemû hêza xwe hewl dane vê herêmê asîmîle bikin. Ji bo vê mebestê, aboriya vê herêmê danîne xizmeta Tehran û navendê, û tevgerên serxwebûnxwaz an jî çandî tepisandine.
Zeviyên çandiniyê yên Gîlekiyan ber bi jinavçûnê ve diçin, û di encamê de serxwebûna aborî ya gelê Gîlek jî winda dibe. Ev pêvajo, mîna herêmên din ên di bin kolonyalîzma Îranî de, amûrek ji bo şikandina berxwedana civakî û çandî ye.
Li hemberî van polîtîkayan, tevgerên cuda yên nasnamexwaz û serxwebûnxwaz li Gîlanê ava bûne. Ji tevgerên çandî yên ku giraniyê didin ser perwerdeya zimanê Gîlekî û parastina wêje û stranên herêmê, heya tevgerên siyasî yên ku xweserî an jî serxwebûna Gîlanê dixwazin.
Dîroka Gîlanê, bixwe berxwedaneke mezin dîtiye. Serhildana Daristanê ya bi serokatiya Mîrza Kuçik Xan, yek ji mezintirîn tevgerên dijî-kolonyalîst ên sedsala bîstan li vê herêmê ava bû. Tevî ku ew tevger bi têkçûnê bi dawî bû, lê hîn jî di bîra civaka Gîlakiyan de wek nîşana serxwebûnxwazî û têkoşîna li dijî dagirkariyê tê dîtin. Îro jî, gelek çalakvanên Gîlek mîrata Mîrza wek domandina riya xwe dibînin.
Heke em kolonyalîzmê tenê wek dagirkariya welatekî biyanî li ser welatekî din bibînin, dibe ku peyva "kolonyalîzm" ji bo Gîlanê guncaw nebe. Lêbelê ezmûna Gîlanê nîşan dide ku kolonyalîzm dikare "navxweyî" jî be. Bi vê wateyê ku desthilata navendî bi karanîna amûrên çandî, aborî û dêmografîk, vî gelî ji nasnameya xwe biyanî dike û welatê wan dixe xizmeta projeyên mezin ên neteweyeke din.
Ji vê nêrînê, Gîlek ne tenê bi cudakariya çandî, lêbelê bi kolonyalîzma navxweyî re berbirû ne. Ev heman ezmûn e ku gelek neteweyên din ên di bin zordariyê de li cîhanê vê nas dikin.
Riya derbasbûnê dijwar e lê ron û xuya ye. Pêdiviya tevgerên nasnamexwaz ên Gîlekî bi organîzekirina zêdetir, piştgiriya navnetewî, û girêdana wan bi tevgerên din ên dijî-kolonyalîst re li herêmê heye. Zimanê Gîlekî divê dîsa vegere jiyana rojane, li xwendingehan bê hînkirin, û di mêdyayan de derkeve holê. Û ya herî girîng ev e ku gelê Gîlek divê dîsa bibe xwediyê welat û çarenûsa xwe.
Îro Gîlan li ber du riyên dîrokî ye. An qebûlkirina berdewamiya pêvajoya asîmîlasyonê û windabûna nasnameya Gîlekî, an jî berxwedan û vegerandina mafên çandî û siyasî. Ezmûna cîhanî nîşan dide ku tu ziman û tu neteweyek, heya dema ku gelê wê dixwaze bigihe hebûn û azadiyê, jinav naçe. Wekî ku Dr. Ebdulrehman Qasimlo digot: "Neteweyek ku li pey azadiyê ye, divê nirxê wê bide."