Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şivan Perwer, Dengê ku dîrok şiyar kir

00:37 - 24 Kanûna pêşîn 2025

Bi boneya pêncî saliya çirûskîna li asîmanê hunera Kurdistanê

 

N. Mecîd Heqî

 

Pêşgotin: Senfoniya ba û kevir

Bayekî sar ji çiyayên Qerejdaxê li deştên Cizîr û Wêranşarê dihat. Gundê piçûk, bêdeng û kerr, di nav çiyayan de winda bibû, ku weke hezar sal bûn tiştek ji bilî hûjîna bayê û ahenga hov a xwezayê nebihîstibûn. Di vê bêdengiya giran de, kurek bi porê tevlîhev, rûyê ji ber tavê şewitî û nêrîneke ku kûrahiya wê ji temenê wî mezintir bû, li pişta dîwarekî herî rûniştibû. Ew bi darikekî zirav li kevirekî dixist. Rîtmeke sade, seretayî, lê bi pergal.

Diya wî ji pişt pencereyê li wî dinêrî û kenek veşartî li ser lêvên wê hebû. Ne ew û ne jî kesekî din li wî gundî nedizanîn ku ev lêdanên sade yên li ser kevir, amadekariyek bûn ji bo şikandina bêdengiya sedsalekê. Kesî nedizanî ku ew kurê ku nawê wî "Îsmaîl", bû paşê cîhan jêre bêje Şiwan û dê qirika xwe bike çekek ku ji hemû topxaneyên artêşên Rojhilata Navîn bi hêztir be.

Çend dehsal şûnda, heman kurik, niha bi rûyekî ku şopa salên xerîbî û têkoşînê li ser heye, li ser şanoyekê di dilê Ewropayê de rawestiyaye. Salon di tariyê de ma ye, lê hezaran çavên bi hêstir di ronahiya dikê de dibiriqin. Dema ku ew diqîre "Kîne Em?", çiyayên Kurdistanê di salona konserê ya Berlîn, Stockholm, Londra an Parîsê de amade dibin. Dîrok ji xew şiyar dibe û ew gelê ku nexşeyên siyasî yên cîhanê hewl didan wan înkar bikin, bi yek dengî diqîrin: "Emin em Kurd in".

Ev çîroka Şivan Perwer e, lê ne tenê çîroka stranbêjekî ye. Ev çîroka girêdana navbera felsefeya sedsala hijdehan, rojnamevaniya sedsala nozdehan û muzîka protest a sedsala bîstan e.

 

Perdê Yekem: Serdema Înkarê, Gava ku bêdengî jî siyasî bû

Ji bo fêmkirina mezinahiya karê ku Şivan Perwer kirî, berî her tiştî divê mirov "zemîne"yê nas bike, zemîneyeke ku tê de ne tenê deng, belku navê "Kurd" bi xwe jî dihat înkarkirin. Şivan di demeke wisa de derket holê ku li Tirkiyeya Komarxwaz, peyva "Kurd" bi awayekî fermî tunebû. Gotara Kemalîst, Kurd wekî "Tirkên Çiyayî" bi nav dikirin, gelên ku li gorî vegotina fermî, zimanê wan ne zimanekî dîrokî, belkî koma dengên xwezayê bû "qart-qurt"a berfê ya di bin lingan de. İnkarkirina nasnameyê, ne li qeraxê, belkî di navenda siyasetê de cih girtibû û bibû îdeolojiya fermî ya dewletê.

Di salên 1960 û 1970yî de, axaftina bi Kurdî li cihên giştî dikaribû biba sedema cezayê pereyan an jî şopandina qanûnî. Stranbêjiya bi Kurdî wekî sûçekî ewlehiyê dihat dîtin. Navên Kurdî ji bo zarokan qedexe bûn û nasnameya qewmî ber bi qada taybet ve dihat dehfandin. Di rewşeke wiha de, çanda Kurdî ne li pirtûkxane û zanîngehan, belkî di kûrahiya malan, şevbêrkan û bi veguhestina sîng-bi-sîng zindî dima, cihê ku "dengbêj" çîrokbêjên stranbêj bibûn parêzvanên dawî yên bîra civakî.

Lê dengbêjiya kevneşopî, ligel hemû nirxa xwe ya dîrokî, pir caran vebêjerê evînên herêmî an şerên eşîrî bû. Civaka Kurd, di rûbirûbûna cîhana nûjen û nîzama nû ya netewe-dewletan de, pêdivî bi tiştekî zêdetir hebû, dengek ku vê belavbûnê bike vegotineke hevpar, nasnameyek ku ji asta olî û bîranînên herêmî derbas bibe û ber bi "nasnameya neteweyî ya nûjen" ve biçe. Tam di vê qelîşka dîrokî de ye ku girîngiya Şivan Perwer wekî xeleka pêywendiya çend sedsalên têkoşîna çandî derdikeve holê.

Sedsala bîstemîn ji bo Kurdan, sedsala netewe-dewletên nû bû, dewletên ku li ser kavilên împaratoriya Osmanî û Qacar hatibûn avakirin û pir caran, siyasetên xwe li ser bingeha "neteweyeke fermî" û çendîn "neteweyên înkarkirî" ava kiribûn. Tirkiyeya Komarxwaz, Iraq a Baasî, Sûriyeya di bin mandateriyê û piştre Partiya Baasê de, û Îrana Pehlewî û piştî wê Komara Îslamî, hemûyan, bi tundî û şêwazên cûda, projeyên sîstematîk ji bo yeksankirina zimanî û çandî meşandin.

Li Tirkiyeyê, zimanê Kurdî bi dehan salan ji dibistan, radyo, televîzyon û qada giştî hatibû derxistin. Bikaranîna Kurdî li qada giştî dikaribû wekî sûç were hesibandin. Rewşeke heman, bi formên cûrbecûr, li Iraq û Sûriyeyê jî dubare bû. Di cîhaneke wiha de, bêdengî bixwe veguherî çalakiyeke siyasî, ku tu neaxivî, ku tu bi zimanê xwe yê dayikê stranê nebêjî, ku tu navê zarokê xwe biguherînî, hemû beşek ji wê "nasnameya jorîn" bûn ku ji jor ve dihat ferzkirin û ferd neçar dikir ku ji bo man û nemanê, ji xwe dûr bikeve.

Lê di binê vê mîmariya bêdengiyê de, jiyan berdewam dikir. Li gundan, malan û civatên piçûk, zimanê Kurdî hîn bêhn distand. Amûrên sade, stranên kevin û dengên herêmî, bibûn çeperên dawî yên nasnameyê. Ev çeperê ku di xuyanê de sînorkirî û bêdeng bû, piştre bi destê Şivan  Perwer, ji jêrzemînê derbasî qadekî berfireh û cîhanî bû, ji pistepistê ber bi qîrînê ve, û ji manê ber bi hebûnê ve.

Di bîstreke wiha de, Şivan Perwer ne tenê stranbêjek, belku bersiveke dîrokî bû ji bo serdemeke înkarê. Ew di demekê de stra ku stranbêjî sûç bû, bi zimanekî stra ku ziman nedihat hesibandin, û bi vê hilbijartina bi zanebûn, bêdengiya ferzkirî şikand û ew veguherand deng, vegotin, bîr û nasnameyê.

Şivan Perwer, berî ku hunermend be, kêliyek dîrokî bû: kêliya ku bêdengî hilweşiya û deng, careke din derfeta "bûn"ê peyda kir.

 

Perda Duyem: Sêgoşeya Hişyariyê; Xanî, Bedirxan û Perwer

Eger em dîroka hişyariya neteweyî ya Kurdî bi avahiyekê bişibînin, ev avahî li ser sê stûnên sereke di sê sedsalên cuda de rawestiyaye:

1. Ehmedê Xanî (Sedsala 17an): Mîmarê ramanê, helbestvanê ku netewe beriya dewletê dît.

Di sedsala 17an de, di demeke ku hêj navê "netewe"yê tune bû û nexşeya cîhanê li ser bingeha împaratoriyan dihat xêzkirin, Ehmedê Xanî navek li wê birînê kir ku bi sedsalan li ser bedena Kurdan mabû: birîna bêdewletî û perisînê (belavbûnê). Di wan rojan de Kurdistan di navbera Sefewî û Osmaniyan de hatibû parvekirin; mîrnişînên Kurdî yek li pey ya din lawaz dibûn û hildiweşiyan. Di cîhaneke wiha de, Xanî—ku zanayekî olî û helbestvanekî Kurd bû—biryar da ku çîrokeke evîniyê binivîse: Mem û Zîn. Lê ya ku wî afirand, tiştekî ji romanseke klasîk a rojhilatî wêdetir bû.

Xanî beriya ku nasyonalîzm li Ewropayê bibe xwedî formeke teorîk, li cografyaya Rojhilata Navîn pirseke bingehîn anî ziman; pirseke sade û hejîner: "Çima hemû milet xwedî padîşah û dewlet in û em sêwiyên dîrokê ne?" Ev pirs, kakila wê ramanê bû ku "ruhê" nasnameya Kurdî pêk anî. Ji ber vê yekê ye ku Xanî ne tenê wekî helbestvanek, lê belê wekî mîmarê ramanekê tê hesibandin ku çarenûsa komî ya Kurdan aniye ziman.

Mem û Zîn ne tenê rîwayeta evîn û trajediyê ye. Di pêşgotin û qatên sembolîk ên berhemê de, Xanî bi zelalî behsa parçebûna Kurdan, tunebûna hêza siyasî ya serbixwe û pêwîstiya yekîtiyê dike. Lêkolînerên navdar ên xebatên Kurdî—wekî Martin van Bruinessen—nîşan dane ku ev berhem hêmanên destpêkê yên neteweperweriya Kurdî di xwe de dihewîne; manîfestoyeke pêş-nûjen (pre-modern) derbarê pirsa neteweyî de, di serdemekê de ku hêj zimanê siyasetê yê nûjen nehatibû dinyayê.

Hilbijartina ziman jî di vê navberê de, bi serê xwe helwesteke siyasî ye. Di serdemekê de ku zimanê bilind ê raman û wêjeyê Farisî bû, Xanî bi zanebûn bi Kurdî nivîsand. Ew di pêşgotina berhemê de, sedema vê hilbijartinê bê perde tîne ziman: da ku xelk nebêjin "Kurd miletekî bêsewad û bêkitêb in"; da ku îspat bike zimanê wî yê dayikê şiyana vegotina felsefe, irfan, evîn û siyasetê heye. Bi vî awayî, Xanî zimanê Kurdî ji perawîzê derxist û ew kir hilgirê zanîn, dîrok û hêza ramanê. Ji ber vê yekê ye ku lêkolînên klasîk û akademîk, wî wekî "pêşengê neteweperweriya Kurdî" yan "proto-nasyonalîst" bi nav dikin.

Di cîhana Xanî de, helbest bi xwe medya ye. Di serdemekê de ku ne çapxaneya Kurdî hebû û ne jî çapemenî, Mem û Zîn bi rêya destnivîsan, medreseyên olî û mizgeftan li seranserê herêmên Kurdî belav bû. Nusxe dest bi dest digeriyan û heta destpêka sedsala bîstemîn, di gelek bajarên Kurdistanê de dihatin xwendin. Sê sedsal beriya Şiwan  Perwer, Xanî peyameke zelal dabû Kurdan: "Çîroka we ya xweser heye; eger hûn wê nenivîsin, dê kesên din ji bo we binivîsin."

Lêkolînên ramanî yên hevdem nîşan didin ku Mem û Zîn, wêdetirî qada xwe ya irfanî, ji dawiya sedsala 19an ve hêdî hêdî di xeyala komî ya Kurdan de gihîşt asta "destana neteweyî". Ev guhertina xwendinê, hemwextî tevgerên hizrî û çandî bû û Xanî, ji helbestvanekî klasîk veguherî "helbestvanê neteweyî"; metnek ku ji xelwetgeha tesewifê gav avêt meydana nasnameyê.

Di heman berdewamiya dîrokî de ye ku Şiwan  Perwer derdikeve holê. Wî teoriya Xanî ji pênûsê veguhest deng; heman têgehên bingehîn—yekîtî, nasnameya serbixwe û êşa bêdewletiyê—ne di qalibê beytên nivîskî de, belê di şêweyê awaz, vegotin û stranan de, di sedsala bîstemîn de ji nû ve afirandin. Gava ku Şiwan  dipirse "Kîne em?" yan rîwayetên dîrokî û destanî di albûmên xwe de bi cih dike, di rastiyê de ew heman modela "hişyarkirina bi rîwayetê" ya Xanî bi medyayeke nû bi kar tîne: Muzîk wekî "pirtûkeke vekirî" ji bo nifşên ku dibe ku destgehîştina wan bi dibistana Kurdî tunebe, lê dikarin bibihîzin, bibin hemdeng û dîroka xwe bi rêya stranan li bîra xwe bigirin.

Bi vê wateyê, eger Ehmedê Xanî netewe beriya dewletê dîtibe û ziman kiribe bingeha ramana neteweyî, Şiwan  Perwer heman raman veguherand tecrûbeyeke jiyayî û hesteke komî. Yekî nivîsand da ku neyê jibîrkirin; yê din strand da ku ji bîr neçe.

 

2. Mîqdad Mîdhet Bedirxan (Sedsala 19an): Mîmarê Medyayê

Di salên dawî yên sedsala 19an de, dema ku hişyarî êdî nedişiya tenê pişta xwe bide helbest, efsane û kevneşopiya devkî, Mîqdad Mîdhet Bedirxan gavek diyarker avêt. Cîhan di guherînê de bû: Împaratoriya Osmanî di bin zexta hêzên Ewropî û tevgerên neteweyî yên navxweyî de qelş didan, û li derdora wê, neteweyên wekî Ermenî û Gurciyan bi rojname, pirtûk û dibistanan, vegotina xwe dianîn qada giştî. Di rewşeke wiha aloz de, Bedirxan—kurê malbata navdar a Bedirxaniyan, mîrên dawîn ên bi hêz ên Botanê—bi awayekî rast fêm kir ku serdema nû, derbasbûna ji kevneşopiya devkî bo kevneşopiya nivîskî dixwaze; ku ji bo girêdana kurdan bi cîhana nûjen re, divê ziman bê spartin kaxezê û agahî were çapkirin.

Di 22yê Nîsana 1898an de, li Qahîreyê—bajarekî dûrî Kurdistanê, lê nêzîktirî azadiyê—wî hejmara yekem a rojnameyekê weşand ku navê wê sade û zelal hilbijartibû: "Kurdistan". Ev rojname di sirgûnê de dihat çapkirin, lê meseleya wê "hundir" bû: zexta li Împaratoriya Osmanî, rewşa wîlayetên rojhilat, pêwîstiya perwerdehiya bi zimanê kurdî, û rola rewşenbîr û arîstokratên kurd ên nûderketî di avakirina pêşerojeke cûda de. Zimanê sereke yê rojnameyê Kurmancî bû, ligel beşên bi Tirkîya Osmanî; hilbijartineke hişmendane ji bo avakirina pirekê di navbera civaka kurd û elîtên siyasî yên Stenbolê de.

 

Digel vê yekê, ev medyaya nûxemilî ji destpêkê ve bi nakokiyeke bingehîn re rûbirû bû. Xwendevanên wê bi piranî elît û xwendewar bûn; kêmaniyeke biçûk di civakeke ku piraniya wê ji gundî, koçer û çiyayiyan pêk dihat. Girseya gel—ango hilgirên sereke yên bîra kolektîf—gihiştina wan a rasterast ji bo vê agahiya nivîskî tunebû. Lê Kurdistanê rêyek vekir ku vegera wê tunebû: Rêya hatina ziman û nasnameya kurdî bo qada giştî ya nûjen.

Rojnameya Kurdistanê çar salan dewam kir û bi giştî 31 hejmar hatin weşandin; rojnameyeke gerok ku di navbera Qahîre, Cenevre, London û Folkestoneê de diçû û dihat û nusxeyên wê bi awayekî qaçax derbasî nava axa Osmanî dibûn. Rexneya eşkere ya li dijî Siltan Ebdulhemîdê Duyem bes bû ku ev weşan ji destpêkê ve li nav împaratoriyê qedexe bê ragihandin. Digel vê yekê, toreke veşartî ya xwendevanan li bajarên wekî Şam, Mêrdîn, Edene û Diyarbekirê pêk hat—toreke ku nusxe bi dizî hildigirtin û dizanîbû ku xwendina rojnameyê li ber çavan dikare bibe sedema şopandin û cezakirinê.

Vegotinên dîroka rojnamegeriya kurdî nîşan didin ku Kurdistan ne tenê medyayeke nûçeyan bû, belkî wekî platformeke îdeolojîk û çandî dihat hesibandin: îtîbareke nû ji bo zimanê kurdî wekî amûra raman û berxwedanê; çapkirina beşên Mem û Zînê ji hejmara duyem ve; û veguhertina peyva "Kurdistan"ê ji navekî erdnîgarî bo sernavê gotareke siyasî û çandî. Ji bo cara yekem, kurd bûn xwediyê medyayeke çapkirî û nûjen û toreke derveyî-cih a nivîskar, helbestvan û çalakvanan li Stenbol, Qahîre, Cenevre û Londonê gihiştin hev.

Lêkolîn û raporên salvegerên 126 û 127emîn ên vê rojnameyê tekez dikin ku Kurdistan xala destpêka fermî ya rojnamegeriya kurdî ye; roja ku paşê Parlementoya Herêma Kurdistanê ew wekî "Roja Rojnamegeriya Kurdî" bi nav kir. Kevneşopiyeke ku digel derbasbûna bo serdema dîjîtal, hîn jî di bin zexta sansûr, sirgûn û sînordarkirina gihiştina agahiyan de, ji bo manê şer dike.

Heke Ehmedê Xanî di sedsala 17an de, di qalibê helbestê de, ji kurdan re gotibe "Hûn neteweyek in", Mîqdad Mîdhet Bedirxan di dawiya sedsala 19an de bi rojnameya xwe ev netewe anî ser dika giştî ya nûjen. Ew di demeke wisa de dinivîsî ku gelek ji nivîs û weşanên kurdî yan qedexe bûn yan jî di bin şûra sansûreke giran de bûn; ji ber vê yekê, medyaya xwe di sirgûnê de ava kir—tam çawa ku bi dehan sal şûnda, Şiwan  Perwer muzîka xwe di sirgûnê de tomar kir.

Di vê çavnêriya dîrokî de, Şiwan  Perwer mîratgirê heman projeya medyayî ye, lê bi amûreke din. Bedirxan di dawiya sedsala 19an de medyaya nivîskî—tevî qedexeyan—hîmê wê danî; Şiwan  di sedsala 20 û 21ê de medyaya bihîstbar—tevî sansûrê—berfireh kir. Herduyan jî zimanê kurdî ji bin erdê derxistin û anîn qada giştî: Yek bi qaçaxçîtiya kaxezan, yê din bi qaçaxçîtiya kasetan. Herduyan nîşan da ku gava rêya fermî tê girtin, ziman bêdeng namîne—rêyeke din peyda dike.

 

Perda Sêyem: Şiwan  Perwer (Sedsala Bîstem)

Jidayikbûna li jêr siya qedexeyê; ji stranên gundî heya mîmariya dengê gel

Şiwan  Perwer, ku navê wî yê rastî Îsmaîl Aygun e, di sala 1955an de li herêmeke di navbera Wêranşar (Riha) û Amedê de ji dayik bû; erdnîgariyeke ku hem bedewiya xwezayê û hem jî tundiya siyasetê di xwe de civandibû. Ew di malbatekê de mezin bû ku mûzîk beşeke xwezayî ya jiyana rojane bû: bavê wî bilûr lê dida û birayê wî stran digotin. Mûzîk, berî ku bibe hilbijartineke hişmend, zimanê jiyana wî bû.

Şiwan  ji ciwaniyê ve bi tembûr û stranên gelêrî yên Kurdî re mezin bû, lê zû fêhm kir ku mûzîka kevneşopî ya dengbêjiyê —ligel hemû dewlemendiya xwe ya çandî û rola xwe ya bîr-çêker— ji bo bersivdana êşên mirovê Kurd ê nûjen têrê nake. Dengbêjî piranî qala evînên herêmî an şerên eşîrî dikir, di demekê de ku civaka Kurd di nîvê duyemîn ê sedsala bîstem de rûbirûyî pirsên bingehîn bibû: înkarkirina nasnameyê, serkutkirina ziman, sirgûn û perçebûna di nav sînorên netewe-dewletên nû de. Ji vir bû ku amûr di destê Şiwan  de wateyeke nû peyda kir; êdî ne tenê amûreke şahiyê bû, lê belê veguherî çekeke bo şer —çekeke bê fîşek, lê bi bandoreke kûr û mayînde.

Ji bo Şiwan , mûzîk ne tenê huner bû; daxuyaniyek li dijî ji bîr kirinê bû. Ew vegeriya ser metnên Kurdî û klasîk ên qedexekirî: ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî û helbestên Cegerxwîn heta çîrokên pîrikan û lorînên çiyayan. Wî ev mîrata nivîskî û devkî bi awazên destanî re têkel kir û gihişt wê encamê ku Kurd ne tenê ji kêmbûna "partî" an "serok" diêşin; tiştê ku ji her tiştî zêdetir kêm e, "dengekî hevpar" e —dengek ku li şûna çekan, bi hunerê têbikoşe, dîrokê vebêje û sînoran derbas bike.

Rola Şiwan  ji vê perspektîfê ve, roleke stratejîk bû; ji ber ku wî "medya" guherand. Eger Ehmedê Xanî di sedsala hivdehan de ramana nasnameyê formulize kiribû û Mîqdad Midhet Bedirxan di dawiya sedsala nozdehan de ew raman bi rojnameyê anîbû qada giştî, Şiwan  Perwer di sedsala bîstem de ev mîrat kir malê hemûyan. Di civakeke ku asta xwendin û nivîsandinê nizm bû û çapemeniya Kurdî yan qedexe bûn yan jî bi dijwarî dihatin belavkirin, Şiwan  berê xwe da teknolojiyeke sade lê şoreşger: kaset.

Kaset, rojnameya nexwendehayan bû. Kasetên Şiwan  ên ku bi qaçaxî ji sînorên mayinkirî derbas dibûn, heman rola Rojnameya Kurdistanê ya Bedirxan dilîstin, lê vê carê bi gihîştineke milyonan. Şiwan  felsefeya tevlîhev a Xanî ya derbarê "yekîtî" û "nasname"yê de ji pirtûkxaneyan derxist û ew bi zimanê mûzîkê —zimanê ku hewcedarî bi xwendinê tunebû û rasterast bi dil re diaxivî— bire nav Şiwan , karker, xwendekar û koçberan.

Di salên 1970yî de, Tirkiye di nav agirê xwenîşandanên xwendekaran û kêşeyên siyasî de dişewitî. Di heman atmosferê de, kasetên malê yên Şiwan  —yên ku di odeyên biçûk û bi derfetên seretayî dihatin tomarkirin— sînorên herêmî derbas kirin û gihîştin zanîngeh, gund û heta derveyî welat. Stranên ku bi evîn, xerîbî û çiyayan dest pê dikirin, hêdî hêdî veguherîn daxuyaniyên devkî yên derbarê zilm, sirgûn, serkutkirina ziman û xeyala azadiyê.

Dema ku Şiwan  di salên heftêyî de strana "Kîne Em?" got, erdhejeke çandî çêbû. Ev stran ne pirseke sade bû; manîfestoyek bû li dijî înkarê. Ew di vê berhemê de, bi zimanekî agirîn, dîroka Kurdistanê di ber çavan re derbas dikir û bersiva vegotinên fermî yên dewletan dida. Heta berî wê, mûzîka Kurdî piranî zimanê "gazincan" bû; lê mûzîka Şiwan  veguherî zimanê "nerazîbûn" û "daxwazê".

Ji aliyê etnomûzîkolojiyê ve, ev veguhertin beşek ji pêvajoya "siyasîbûna folklora Kurdî" bû; pêvajoyek ku bi taybetî di dehsalên dawî yên sedsala bîstem de lez girt. Lêkolîn nîşan didin ku hunermendên wek Şiwan  Perwer, Nizamettîn Ariç û Ciwan Haco, bi strandin û bestekariya nû, peyv û naverokên berxwedanê xistin nav nivîsa mûzîkê û bi vî rengî strana folklorîk ji rêوresmên herêmî derxistin û ew bilind kirin asta daxuyaniyeke neteweyî-siyasî.

Ev bes bû ku hikûmeta Tirkiyeyê Şiwan  wekî "xetere" bibîne. Berhemên wî hatin qedexekirin, konserên wî hatin betalkirin û zextên ewlehiyê zêde bûn. Di dawiyê de, di sala 1976an de, dema ku gefa girtinê ciddî bû, Şiwan  ti rêyeke din xeynî terkkirina welêt nedît. Ew çû Almanyayê û jiyana wî ya li sirgûnê dest pê kir; sirgûneke ku bi dehan salan dewam kir.

Lê ev sirgûn —wekî ku berê ji bo Mîqdad Bedirxan qewimîbû— ne tenê ew dûr nexist, lê belê dengê wî cîhanî kir. Li Almanya, Swêd û welatên din ên Ewropayê, Şiwan  albûmên xwe yên fermî weşandin, konserên mezin li dar xistin û li kêleka hunermendên navneteweyî derket ser dikê. Beşdariya wî di konsera mirovdostî ya "Simple Truth" de di sala 1991ê de —ku dahata wê ji bo alîkariya penaberên Kurd piştî Şerê Kendavê hat xerckirin— mînakeke zelal a girêdana mûzîka wî bi çalakiyên mirovî û cîhanî bû.

Di heman demê de ku stranên wî li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê qedexe bûn, kasetên wî bi dizî dighîştin bajar û gundên Kurdistanê: di bin valîzan de, di bêrîkên ajokaran de, bi heciyan û rêwiyan re —tam heman riya ku nod sal berê, Rojnameya Kurdistanê ya Bedirxan pîva bû. Mûzîkê, careke din, rola "medyaya qedexekirî" girt ser milê xwe.

Bi vî rengî, Şiwan  Perwer —ew xortê gundî bi tembûreke sade— veguherî mîmarê dengê girseyan; dengekî ku di serdema înkarê de ji dayik bû, di sirgûnê de mezin bû û di bîra kolektîf a Kurdan de mayînde bû. Eger Xanî raman nivîsîbû û Bedirxan ew çap kiribû, Şiwan  kir ku ew raman were bihîstin —û ev bihîstinbûn, ew veguherand hêzeke giştî û ranewestîner.

 

Perdeya Çarem: Sirgûn û Cîhanîkirina Êşê

Gerana yekem kasetên Şiwan  li wargehên xwendekaran û gundên dûr, û derbasbûna kasetên qaçax ji sînoran, zû zengila xetereyê ji bo dezgehên ewlehiyê lêxist. Di nîvê salên heftêyî de, zext gihiştin asta herî bilind û gef eşkere bûn: Bêdeng be, yan zindan, yan mirin. Berhemên wî bi salan li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hatin qedexekirin; kaset bi dizî dihatin belavkirin û hebûna wan dikaribû bibe sedema bedeleke giran. Di rewşeke wiha de, Şiwan  di sala 1976an de neçar ma ku welêt biterikîne û here Almanyayê—sirgûniyek ku ji bo gelek kesan dawiya rê ye, lê ji bo wî destpêka asoyekî nû bû.

Ewropa cîhaneke din bû: Studyoyên nûjen, derfeta tevlîhevkirina dengê gîtara elektrîk, keman û bateriyê bi tembûr, nermena û deholê re, û nîmeta ku ji hemûyan kêmtir peyda dibû—azadî. Li Almanya, Swêd û Fransayê, Şiwan  Perwer bû zimanê dîasporaya Kurd. Nifşên ku li Rojavayê ji dayik bibûn û pêwendiya wan bi ziman û bîra kolektîf re sist bibû, bi dengê wî xwe ji nû ve naskirin. Ew bû xeleka girêdanê di navbera welatê windabûyî û jiyana sirgûniyê de.

Sirgûn, herçend birîneke kûr be jî, lê ji bo Şiwan  Perwer bû sedema hilkişînê. Ew bê tirs stra, jenî û behsa Kurdistanê kir; bêyî ku tirs û xofa serdegirtina şevê sîyê bavêje ser jiyana wî. Derdê xerîbiyê her tim di dengê wî de pêl dida û "mala windabûyî" mijara dubarebûyî ya stranên wî bû, lê her ev xerîbî bû ku dengê wî cîhanî kir. Salonên Ewropayê tije dibûn û zarokên ji nava dîasporayê, yekem rûbirûbûna xwe ya bi nasnameya Kurdî re bi rêya stranên wî tecrûbe dikirin.

Û kaset? Wan riya xwe didîtin. Di qutiyên deterjanan de, di nav cilan de, yan jî veşartî di nav parçeyên otomobîlan de, ji Ewropayê digihîştin Kurdistanê. Di salên heştêyî de, xwedîkirina kaseteke Şiwan  li Tirkiye, Îran, Iraq yan Sûriyeyê dikaribû bi zindan û îşkenceyê bi dawî biba, lê gel xetere dida ber çavên xwe. Çimkî ew kaset tenê muzîk nebûn; manîfestoyeke bêdeng bûn ji bo vê yekê ku "Em hene".

 

Perdeya Pêncemîn: Afirandina Muzîkeke Neteweyî

Beriya Şiwan , muzîka Kurdî wek erdnîgariya perçebûyî ya Kurdistanê bi xwe bû: perçe perçe û ji hev cuda. Kurmancî di riya xwe de diçû, Soranî di rêgezeke din de diherikî û Zazakî li kêleke bêdengtir bêhn distand. Rîtman bêhna axa gund didan, amûran rehên xwe berdabûn nava herêmê û tecrubeya guhdarîkirina muzîkê bêtirî ku bişibe "konser"ekê, bi ayîn, dawet û şevbuhêrkên komî ve girêdayî bû. Muzîk dihat bihîstin, lê nedihat "vegotin"; deng hebû, lê dik tune bû.

Şiwan  ev perçebûn veguhert derfeteke nû. Wî rîtmên herêmên cuda xistin nav hev, tembûr û bilûr danîn kêleka gîtar û amûrên têlî û hêmana "çîrok"ê ya jibîrbûyî li dilê muzîkê vegerand. Stranên Kurdî di destên wî de ji şêweyên herêmî derbas bûn û gihiştin pêkhateyeke vegotin-navend û dik-hez; tiştek di navbera muzîk û şanoyê de, di navbera stran û dîrokê de—cureyeke "operaya gelêrî" ku ji kolanên gundan dest pê kir û riya xwe li salonên mezin ên Ewropayê vekir.

Ev guherîn, tenê nûjeniyeke teknîkî nebû; bûyereke çandî û nasnameyî bû. Muzîka Kurdî ji hunereke herêmî veguheriya manîfestoyeke neteweyî: bû navgînek ji bo hilgirtina bîra komî, qabek ji bo hevgirtinê û derfetek ji bo lihevcivînê. Di vê rêyê de, berhemên mîna "Ey Reqîb" bûn marşa neteweyî ya gelê Kurdistanê. Sirûdek ku dîrok, êş û şanazî di pêkhateyeke mişext, hemdeng û veguhêzbar de kom kiriye. Belavbûna nusxeyên fermî û dubare xwendina vê berhemê nîşan dide ku çima "Ey Reqîb" êdî ne tenê berhemeke muzîkî ye, belkî sembola neteweyekê ye ku distirê da ku neyê jibîrkirin.

 

Perdeya Şeşemîn: Şiwan  û Trajediya Helebceyê; Şînxaneya Wijdana Dîrokê

Sala 1988an yek ji demên herî reş û diyarker ên dîroka Kurdistanê û xaleke çarenûssaz di riya hunerî ya Şiwan  de bû. Bûmbabarana kîmyayî ya Helebceyê ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve, di çend deqîqeyan de canê zêdetirî pênc hezar mirovên bêparastin stand û bajarek veguherand goristaneke bêdeng.

Di berteka yekemîn de, cîhanê bêdengî hilbijart. Medyaya Rojava, di bin siya piştgiriya dewletên xwe bo Sedam Huseyn di şerê ligel Îranê de, yan ev karesat paşguh kirin yan jî ew xistin quncikê. Di valahiyeke wiha ya exlaqî û medyayî de, hunera Şiwan  careke din ji sînorê şahiyê derbas bû û bû amûra şahidî û eşkerekirinê.

Strana "Helebçe" bi destpêka xwe ya hejîner — ku bi dengê girî, şîn û tirsê re têkel bûye — ne tenê perçeyeke muzîkê, belkî nîşandana dengî ya tawaneke li dijî mirovahiyê ye. Şiwan  bi dengekî lerzok ji qahran, ne tenê ji bo Kurdan, belkî ji bo wijdana cîhanî stran got. Wî karî êşa Helebceyê ji sînorên erdnîgarî derbas bike û wê bike pirsgirêkeke mirovî û cîhanî.

Di vê kêliya dîrokî de, Şiwan  nîşan da ku muzîk dikare bibe belge; belgeyeke zindî û mayînde ku li hemberî sansûr, tehrîf û jibîrkirinê li ber xwe dide. Êdî ji vir û pê ve, ew ne tenê berdewamkerê kevneşopiya Ehmedê Xanî bû, belkî bû rûyekî nûjen ê Kawayê Hesinkar; hunermendekî ku bi qîrîna dengê xwe, Dehaqê serdemê eşkere û mehkûm dikir.

 

Perdeya Heftemîn: Şiwan  Perwerê Hemû Gel

Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên Şiwan  Perwer—taybetmendiyeke ku wî nêzîkî asta kesayetên wek Ehmedê Xanî dike—hewldana wî ya bi zanebûn a ji bo "neteweyîmanê" û dûrketina ji "hizbîbûnê" ye. Di civaka siyasî ya Kurdistanê de, ku bi dehan salan e di bin siya hevrikî û kûraniyên hizbî de (ji PKKê bigire heya PDK, YNK û herikînên din) dijî, Şiwan  hewl daye bibe dengek ku ne aîdî aliyekî taybet e; dengek ku ne di xizmeta tunekirina yê din de ye, lê belê li pey bihîstina hemûyan e.

Ev hilbijartin qet bê berdêl nebûye. Carinan ji aliyê herikînên tundrew ve bi muhafezekariyê hatiye tawanbarkirin û carinan jî ji aliyê yên din ve zext lê hatiye kirin da ku helwesteke siyasî ya diyar bigire. Digel vê yekê, Şiwan  rast fêm kiribû ku "hunermendê neteweyî" heger di nav şerê rojane yê siyasetê de bihele, ew ê hêza xwe ya komkirinê winda bike. Her wekî çawa Mem û Zîna Ehmedê Xanî aîdî ti hizib û herikîneke taybet nîne û mîrasa hemû Kurdan e, divê dengê Şiwan  jî sîwaneke berfireh be—penageheke sembolîk ji bo civakeke parçekirî.

Tevî hezkirineke berfireh û bandoreke kêmwêne, Şiwan  Perwer qet nexwest di qelibê "rêberê siyasî" de derkeve pêş. Ew di demên hesas ên dîroka nûjen de—şer, zext, sirgûn, jenosîd û hilweşînên civakî—li cem gel sekinî, lê bi zanebûn hewl da mîrasa xwe ya çandî ji destdanîna ser a siyasetê rojane dûr bigire. Ev helwest her tim cihê nîqaşê bûye: hinek ew wek romantîzma çandî dîtine û hinek jî wek dûrketina ji siyasetê; lê ya ku di hemû van dadbarkirinan de sabît maye, cihê Şiwan  di bîra kolektîf a Kurdan de ye—cihekî ku rexneyan qebûl dike, lê ji holê ranabe.

Kilîta fêmkirina vê helwestê, ne di daxuyaniyên fermî de, lê di nav stranan bi xwe de veşartî ye. Di "Hozan im Hozan" de, Şiwan  bi zanebûn xwe ji her sernavekî desthilatdariyê vala dike: ne paşa, ne wezîr, ne şêx û ne mîr e. Ew ji meqaman dûr dikeve da ku bibe "helbestvanê gel"; kesê ku rastiyê dibîne, dubare dike, rexneyan qebûl dike û hebûna xwe deyndarê gel dibîne, ne rêberan. Li vir, huner cihê fermanê digire û vegotin, cihê fermana leşkerî digire.

Di heman stran û berhemên mîna wê de, Şiwan  behsa birîna birakujiyê dike û bêyî ku li şûna dadwer an rêberê siyasî rûne, rêber û hêzên dijber vedixwîne biratî, yekîtî û berpirsiyariya exlaqî. Ew ne mineta desthilatê dikşîne û ne jî soza rizgariya lezgîn dide; belkî bi zimanê helbestê hişyariyê dide ku hilweşîn ji hundir ve dest pê dike—li wir ku gur dikeve nava keriyê, diz dikeve malê û dijmin, axê parçe parçe dike. Siyaset di vê vegotinê de, ne lîstika desthilatê, lê têkçûna exlaqê kolektîf e.

Di stranên din de jî heman mantiq dubare dibe: cîhana dewletan, komaran û siyasetan, cîhaneke bêîstîqrar û bazarî tê teswîrkirin; cihê ku mafên mirovan li ser navê berjewendiyên aborî û jeopolîtîk têne qurbankirin û milet di bazara berjewendiyan de têne firotin. Şiwan  vê rastiyê ne bi zimanê manîfesto û dirûşmeyan, lê bi vegotina êşa xelkê asayî tîne ziman—zarok, kal û pîr, girtî û sirgûniyan. Ew "jiyana rojane" li hemberî îdeolojiyên mezin datîne û her ji vir e ku dengê wî dibe wijdan, ne dibe hizib.

Di heman demê de, ev nêzîkatiya serhizbî derfet da Şiwan  ku muzîka Kurdî ji sînorê "folklora herêmî"—ku bi piranî guhdarê nav-qewmî hebû—ber bi asta "Muzîka Cîhanî" (World Music) ve bilind bike. Hevkariyên wî yên bi hunermendên navneteweyî û konsêrtên wî yên xêrxwaziyê re, ji wan pêşandanên bi beşdariya kesayetên wek Luciano Pavarotti, wêneyekî din ji Kurdan pêşkêşî cîhanê kir: rûyekî çandî, aştiyane û mirovî; cûda ji wê wêneyê ku medya bi piranî ji şer û tundiyê nîşan dida.

Digel vê yekê, Şiwan  siyaset înkar nekir; belkî ew bir asteke kûrtir. Di bangewaziyên xwe yên dubare bo pêkvejiyan, wekhevî û rûmeta mirovî de—bêyî cudahiya ziman, çand, ol û alayê—huner bi zimanê exlaqê cîhanî diaxive. Cihê ku zilm li mirov, bêyî liberçavgirtina nasnameyê, mehkûm e û "mirovbûn" berî her sînorbendiyeke siyasî tê. Li vir e ku muzîka wî ji sînorên qewmî derbas dibe û dibe zimanê dadmendiyê.

Vegera Şiwan  Perwer a Bakurê Kurdistanê di sala 2013an de, bi hemû bertekên dijber re—ji pêşwaziya alîgirên diyalogê bigire heya rexneya kesên ku ew wek lihevkirina bi desthilatê re dîtin—nîşan da ku tewra dûrketina ji "rêbertiya siyasî" jî azadbûna ji qada giştî garantî nake. Şiwan , çi bixwaze çi nexwaze, di nav gerdûna neteweyeke siyazebûyî de amade ye; lê cûdahî di vê yekê de ye ku ew vê amadebûnê ne bi ala hizbê, lê bi ala çandê wate dike.

Di dawiyê de, Şiwan  Perwer lehengê kêliyên hilbijartinê ye: hilbijartina hunerê li şûna fermanê, deng li şûna çekê, û bîr li şûna jibîrkirinê. Wî siyaset red nekir; ew ji inhisara desthilatê derxist û li qada gel vegerand—li wir ku stranek dikare hem nerazîbûn be, hem derman be, û hem jî bîranîneke sade lê bingehîn be: Berî her tiştî, em mirov in.

 

Perdeya Heştemîn: Dengê ku Nayê Bêdengkirin

Werin em dîsa vegerin heman gundê sar ê li Cizîra Botan.

Kurikek li pişta xaniyekî axîn, bi darikekî tenik, li kevir dixe. Belkî wê rojê, kesî xeyal nedikir ku ev lêxistin dê rojekê li salonên ronî yên Ewropayê, li stadyûmên Kurdistanê, li festîvalên cîhanî û di telefonên mobîl ên nifşên paşerojê de bên dubarekirin. Ew lêxistin sade bûn, xav bûn, lê tiştekî kûrtir di xwe de hildigirtin: Rîtmeke ku ji kûrahiya bêdengiyê dihat.

Di odeyeke din de, li heman erdnîgariyê, giyanê Ehmedê Xanî hîn jî di nav refên kevin û destxetên Mem û Zînê de digere; cihê ku helbest, beriya ku dewlet ji dayik bibe, behsa "milet" kir. Û li quncikekî Qahîreyê, çapxaneyeke bêdeng, bîranîna wê rojê diparêze ku hejmara yekem a rojnameya Kurdistanê ji makîneyên çapê derket û peyva "Kurdistan"ê ji bo cara yekem, reş li ser spîtiya kaxezê rûnişt.

Bi sedsalan navber di navbera van sê wêneyan de heye:

Helbestvanê arif ê sedsala heftdehan,

Rojnamegerê sirgûnkirî yê sedsala nozdehan,

Û stranbêjê sirgûnkirî yê sedsala bîstan.

Lê eger em bi hûrî guhdarî bikin, di bin qatên dîrokê de, rîtmeke hevpar tê bihîstin; heman rîtma ku kurikê gundî bi darik li kevir dixist: Rîtma şiyarbûnê.

Di sala 2013an de, piştî sî û heft salên sirgûniyê, Şiwan  Perwer vegeriya Diyarbekirê; vegera ku ji sefarekê zêdetir, dişibiya vegera "deng" bo malê. Bi deh hezaran kes çûne pêşwaziya wî; hêsir, dirûşm, destên bilindbûyî û nêrînên ku wekî bixwazin salên qedexeyê bi carekê ve vegerînin. Hebûna kesayetên çandî û siyasî—û ew kêliya sembolîk a rûniştina li gel Îbrahîm Tatlises—nîşan dida ku ev bûyer tenê çalakiyeke hunerî nîne; giraniyeke wê ya dîrokî heye. Herçendî veger bi darizandinên dijber re rû bi rû ma be jî, lê di cewhera xwe de, nîşaneke zelal a serkeftina berxwedana çandî bû: Stranbêjekî ku demekê qedexe bû, niha ne bi çekan, lê belê bi stranan vedigeriya.

Ji bo fêmkirina "mîrasa" Şiwan , divê mirov wî ji çarçoveya stêrkeke muzîkê derxe û li kêleka du stûnên din ên şiyarbûna Kurdî deyne. Ehmedê Xanî şiyarbûn bi pênûsê dest pê kir; bi zanebûn bi Kurdî nivîsand da ku ziman ji perawêzê derxe û veguherîne hilgirê zanîn û siyasetê. Mem û Zîn ji bo wî tenê çîrokeke evînê nebû, belkî qîrînek li dijî dubendî û bêdewletiyê û bangawaziyek ji bo hişmendiya neteweyî bû—teksteke ku paşê, ji xelweta îrfanê derket û bû destaneke neteweyî.

Nifşê paşê, li şûna ku tenê ziman ava bike, hizra medyayê kir. Mîqdad Mîdhet Bedirxan di sala 1898an de rojnameya Kurdistanê di sirgûnê de weşand; rojnameyeke koçber ku nusxeyên wê bi qaçaxî derbasî nava Împaratoriya Osmanî dibûn. "Kurdistan"ê tenê nûçe nedidan; ziman sîyasî dikir, bîr û hafize ava dikir û fêrî xelkê kir ku nasname dikare were çapkirin, were zêdekirin û dest bi dest bigere—heta heger di binê abayê de be an li pişta deriyên girtî be.

Û piştre dor hate Şiwan  Perwer; kesê ku heman proje bi medyayeke hêsantir domand. Wî teoriya Xanî û rêbaza Bedirxan ji kaxez û çapxaneyê gihande "guh"; cihê ku xwendewarî ne şert bû û bihîstin bes bû. Şiwan , zimanê Kurdî veguherand zimanê deng; dengekî ku sînor şikandin, diyaspora bi hev ve girê da û ji nava qedexeyê, hebûn afirand. Eger Xanî "Pirtûka Yekîtiyê" nivîsand û Bedirxan "Medyaya Yekîtiyê" çêkir, Şiwan  "Strana Yekîtiyê" afirand—straneke ku dihat zimzimandin, bi hev re dihat gotin û radestî nifşê din dihat kirin.

Di vê sêkoşeyê de, xeteke sabit tê dîtin: Ziman, wekî hilgirê hişmendiyê. Xanî ziman bilind kir, Bedirxan ew xiste qada giştî û Şiwan  ew di bedena kolektîf de bi cih kir; di qirrikan de, salonan de, civatên malbatî û kêliyên tirsê de. Her serdemekê, medyaya xwe ya qedexe hebû: Rojnameya Kurdistanê bi qaçaxî dihat belavkirin; bi dehan sal şûnda, kaset û bandên Şiwan  bi dizî dihatin guhdarîkirin. Her nusxeyeke rojnameyê, her bandeke manyetîk, daxuyaniyek bû li dijî jibîrkirinê.

Ji nava vê tecrûbeyê ye ku Şiwan  nêzîkî efsaneyê dibe. Her wekî çawa Mem û Zîn di hişê komî de bû destaneke neteweyî, hinek berhemên muzîkê jî di guhê komî de ciyê "sirûdê" girtin; firaqên dagirtî ji bo wateyê, ji bo sekinandinê, ji bo bûyîna "me". Muzîka Şiwan —bi taybetî di diyasporayê de—dibistaneke bêdîwar bû; nifşekî ku belkî perwerdeya fermî bi Kurdî nedîtibû, dîrok û nasname bi rêya stranê tecrûbe kir. Salona konseran, ji bo gelekan, bû pola nasnameyê; ne bi texte û pirtûkan, belkî bi hevdengiyê, hêsiran û bêdengiya komî.

Îro, Kurdistan guheriye. Medyayên Kurdî pir in; kanal, malper, zanîngeh û pol hatine avakirin û ziman ji berê zêdetir derfeta bêhndanê heye. Belkî kesek bifikire ku rola dîrokî ya Şiwan  bi dawî bûye. Lê bes e ku ciwanek li Stenbol, Hewlêr an Berlînê pêla lêdana mobîla xwe bike, an ba li çiyayên Cizîrê bigere, û dengekî xişokî û bi hêz dîsa bipirse: "Em kî ne?"—wê gavê dem disekine û hafize dîsa kar dike.

Şiwan  karek kir ku artêşan nekarîn bikin: Hafizeya mîletekî neqişand—ne li ser kevir, belkî li ser bandên manyetîk, li ser deng, li ser hestê. Ew kurikek bû ku bi darik li kevir dixist, lê ew lêxistin îro wekî lêdana dilê mîletekî tê bihîstin. Eger Ehmedê Xanî "aqilê" vê şiyarbûnê bû û Bedirxan "ziman" û "medya"ya wê bû, bêguman Şiwan  Perwer qîrîna wê ye.

Û qîrîn—berovajî mirovan—her tim rêyekê ji bo vegerê peyda dikin.