Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê welatên Ewropayê amadebûna xwe bo jinavbirina şiyana mûşekiya rêjîmê, ragihandin

20:30 - 2 Adar 2026

Birîtaniya, Alman û Firansê, gef li rêjîma Îranê xwarine ku dibe êrîşên xwe bo ser welatên Erebî bisekinîne û li egera berdewambûna wan kiryarên rêjîmê, dê şiyana mûşekî û dironiya rêjîmê bikin armanc.

wan welatên Ewropayê bi tekezî ragihandine ku dê hêza serbaziya xwe li deverê û parastina geviya Hormuz de bihêz bikin.

Wan welatan amadebûna xwe bo jinavbirina şiyana mûşekî û dironiya rêjîma Îranê li navxweyê Îranê de ragihandine.

Bi wî awayî ev 3 welatên Ewropayê tevlî hevpeymaniya Îsraîl û Amerîka li êrîşkirina bi ser rêjîma Îranê dibin.