Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrêşên esmanî bo ser rêjîma Êranê li Rojhilatê Kurdistanê de berfirehtir û tundtir bûne

01:24 - 4 Adar 2026

Pêka dawî raporên belavbûyî, binkeya spaha pasdaran a terorîst li devera Rajan a ser bi bajarê Urmiyê bi tundî hatiye bombebarankirin û çendîn mûşek ji li wan cihan dane û herwisa dadgeha inqilab a rêjîmê û binkeyên spaha pasdarn li bajarê Urmiyê bi tundî hatine bombebarankirin.

Herwisa li bajarê Seqizê de enbara cebilxane û li bajarê Pawê de padiganeke sipaha Pasdaran ji nav çoye û li bajarê Sinê de biryargeha sipaha pasdaran a terorîst û binke û enbarên cebilxaneya vê li gundên Qar û Neneleyê hatiye teqandin.

Li bajarê Ciwanroyê de bo cara 2ê binkeya sipaha resulullah bûye armanca bomban û li Şabatê de jî binkeya spaha pasdarn bi tundî hate mûşekbarankirin.