Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer digel rêjîma dije mirov a Îranê renge hinek demdirêjtir bibe

14:26 - 3 Adar 2026

Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîl, ragihand ku şer digel rêjîma Îranê renge hinek demdirêjtir bibe lê bo salan demdirêj nabe û ev şerek bê dawî nîne.

Li halekê de 15 balafirên taybet ên gihandina şewata balafiran ji Amerîka bo aliyê Rojhilata Navîn bi rê kevtine, li êrîşên berdewam de binkeyên spaha pasdaran, enbarên cebilxane , mûşekî û dironiyên rêjîmê li seranserê Îranê bi taybet li bajarên wek Têhranê û herwisa parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, têne teqandin.

Hevdem digel wan bûyeran, Îsraîlê li çendîn cihan, Hizbullaha Lubnanê kirine armanc û rêjîma Îranê jî welatên cîranên xwe yên Kendavê kirine armanca diron û mûşekan.