Di çanda N. Hesen MukeremKurdî de, Şeva Yeldayê di heman demê de sembola serkeftina ronahîyê li ser tarîtiyê û destpêka rojvegera zivistanê ye. Ji bo Kurdan, ew xwedî wateyek kûr a rîtuelî, çandî û kolektîf e.
Jidayikbûna şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo di şeveke wiha de vê sembolê bi awayeke xweşik bi ramana aştî, edalet û wekheviyê ve girêdide, û her wiha di bîra neteweyî ya Kurdan de aliyeke siyasî-dîrokî dide Yeldayê.
Yelda di çand û erdnîgariya Kurdan de
Li Kurdistanê, Yelda bi navên weke "Şev Çile" û "Şeva Zivistanê" tê zanîn û di salnameya biyo-çandî ya Zagrosê de weke destpêka çilê mezin û demsala zivistanê tê hesibandin.
Li gorî ezmûna dirêj a cotkar û heyvandaran, ev şev demek e ku mirov şeva herî dirêj a salê derbas bike û hêvî bike ku ronahî û germahî zêdetir bibe, û ji ber vê sedemê di çanda Kurdî de curek pîrozî û rêzgirtinê bi dest xistiye.
Rîtûel û sembolên Şev Çile li gelek bajar û gundên Kurdistanê, malbat û xizm pêşwext hevrêz dikin ka dê di mala kîjan mezinên malbatê de di wê şeva çile ya wê salê de" bicivin, û ev kombûn bingeha rêûresma Yeldayê ye.
Sifreya vê şevê bi gelemperî tijî fêkî û xwarinên bi rehên kevnar e: ji zebeş û hinarê bigire heya "kalk torş" (xavîya tirş), ava tirî, mireba hinarê, dolma û nan û berhemên herêmî, ku her yek ji wan sembola bereket, tenduristî û aramiyê di zivistana sar de ye.
Çîrokvegotin, xwendina Şahnameyê, û vegotina nasnameyê Piştî xwarina nan û xwêya hevpar, Yelda li Kurdistanê dibe qadeke zindî ya çîrokvegotin û veguhestina bîra kolektîf, mezinên malbatê, metelok, efsane û çîrokên şer ji zarok û ciwanan re vedibêjin.
Li hin herêman, xwendina Şahnameyê, xwendina kronîkên şerê Kurdan, û çîrokên weke "Xatûn Zemhirîr" û vegotinên din şevê heta sibehê dişopînin, û dema nifşê ciwan kêfxweş dikin, dîrok, ziman û nirxên kolektîf ji wan re vedibêjin.
Jidayikbûna Qasimlo, Ji Şeva herî dirêj ber bi asoya Aştiyê Ebdulrehman Qasimlo li Urmiyê di şeva Yeldayê ya sala 1309an a Rojî de ji dayik bûye, şevek ku di bîra Îranî û Kurdan de weke şeva herî dirêj a salê û ber deriyê sibehek nû tê zanîn.
Ev hevrêzî, di vegotina sembolîk a jiyana wî de, weke jidayikbûna ronahiyê di dilê tariyê de tê fêmkirin, mirovekî ku paşê beşa herî mezin a jiyana xwe ji bo têkoşîna rêxistinkirî ji bo mafên neteweyî ye Kurdan, edaleta civakî û dêmokrasiyê terxan kir.
Dr.Qasimlû, wekî Sikirtêrê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di salên piştî şoreşa 1979an a Zayînî de, ku jiyanek di xizmeta wekhevî û edaletê de derbas kir, karî hêzên Pêşmerge û rêzek fireh ji Kurdan li dora daxwaza, mafên neteweyî û demokrasiyê seferber bike û di siyaseta Kurdî û dijberiya Îranê de, bû kesayetek karîzmatîk û navneteweyî.
Ji bilî ezmûna xwe ya di têkoşîna çekdarî de, ew di warê dîplomasî û diyalogê de jî çalak bû, û hewl da ku çareseriyên siyasî, federal û li ser bingeha mafên mirovan ji bo pirsgirêka Kurd li Îranê li ser astên herêmî û Ewropî pêşniyar bike.
Maseya danûstandinan ku veguherî qada terorê di dawiyê de di 13ê Tîrmeha 1989an a Zayînî de bi destên bi nav dîplomatên rejîma Îranê hate terorkirin, dema ku şehîd Dr.Qasimlo li Viyanayê, paytexta Awistiryayê, bi nav nûnerên fermî yên Komara Îslamî re danûstandinan dikir da ku çareseriyek aştiyane ji bo pirsa Kurd bibînin.
Ev teror, ku weke terorîzma dewletê hatiye binavkirin, ne tenê sembola tundûtûjiya rejîma Pehlewî û dû re jî ya Komara Îslamî li dijî daxwazên wekheviyê yên Kurdan e, lê di heman demê de, di bîra kolektîf a Kurdan de, li Ewropayê Yeldayek din a xwîn û bêdengiya dadwerî nîşan da, ku birîna wê heta roja îro jî necebiriye.
Girêdana sembolîk a Yeldayê, Dr.Qasimlo û hêviya Kurdan Ji bo gelek Kurdan, Şeva Yeldayê ji pîrozbahiyek demsalî wêdetir çûye da ku jidayikbûna rêber û ramanwerekî ku bi salan ji serdema xwe pêşdetir bû û li aştiyek dadperwer digeriya bi bîr bîne. Bi vî awayî, ronahiya ku piştî şeva herî dirêj a salê hildiweşe, di xeyala kolektîf a Kurdan de bi xewna neqediyayî ya Qasimlo ya wekhevî, demokrasî û naskirina mafên neteweyî yên Kurdan ve girêdayî ye, xewnek ku her sal ji nû ve tê dubare kirin dema ku çira têne vêxistin û malbat li hewşê dicivin.